Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
call me by your name - tirşik

Di bakura Îtalyayê de, li B.yê* ku cihekî ji cihan e, sal 1983 e û havînekî ji havînan, bêhnvedanî xwe avêtiye li ser hemû tiştan: dar û şînkahî, xanî û bexçe û mirov. Elioyê 17 salî di havîngehê de g...
(4 şîrove)
call me by your name
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mehê çûyî min di bloga xwe de çend tişt li ser kuîrbûna vê fîlmê nivîsandibû, ji vir: Here lînkê madem yek ji endamên oscarê ye, divê li vir jî çend tiştan binivîsînîm.

berê em lê zêde bikin. di xelatên oscarê ya 2018an de di van xelatan de ketiye pêşbirkê:
*Fîlma herî baş
*Lîstikvanê herî baş
- timothee chalamet
*Muzîka herî baş
*Adebtasyona herî baş


Lê bernîşe: bi rastî fîlmeke xweş e, evîneke xweş a du zilamên hevzayendî/bîseksûel vedibêje lê fîlmên din jî gelek xweş û serkeftî ne. bi ya min xelata fîlma herî baş ew ê nedin cmbyn. lê ez bo xelata lîstikvanî û mûzikê hêvîdar im. Adebtasyon? Erê ew jî qewî-hêzdar e. (lê sedî sed ne adebtasyon e mixabin)

fîlm ji aliyê kuîrê ve tabloyeke hema hema bêkêmasî xêzandiye û ava kiriye. dema normalbûnê de zayenda evînê tune ye, wê risim kiriye. lê evîn, êdî ez jî vê tiştê qebûl dikim ku bi netemambûnê ve dibe evîn û ev his meriv mezin dike, kamil dike. fîlm bi têre xwe dramaya xwe ya bênepixandin vê hisê kêmbûnê, evîndariyê rê dide. rê dide û hew. peyveke navdar heye, dibêje "realîst mîna mirêkekî ye, sedî sed rê dide lê dest bi rastiyê nade". hah derhênerê me tevahiya fîlmê de bi serkeftinî dersekî hunermendî daye temaşevanan.

***
anekdot: di roportajekî de her du lîstikvan dibêjin, dema em çûn civîna hilbijartina lîstikvanan ji me re gotin ji senaryoyê vekin û wê sehneyê bilîzin. li rûpela ku me vekir, sehneyeke "pevşabûn/maçîkirinê" hebû. [her du jî straight in] me jî got temam wê çaxê û dest bi maçîkirinê kirin. me dewam kir, maçî kir û maçî kir û... mudeteke dirêj me maçî kir, em gindirîn û dawiyê me got temam hewqas, tew em serê xwe rakirin kesekî tune bû, herkes çûbûn. asdfghj *

***
Min romana vê fîlmê jî xwend. a andre aciman e. roman ji fîlmê xweşiktir e û fîlm tenê sê beşên ewil kiriye senaryoya xwe, beşa dawî tevlî nekiriye ku meraqa temaşevanên fîlmê bi vê beşa dawî ya romanê temam dibe. her wiha, divê ez hinekî wergera romanê ya tirkî jî tiştekî bibêjim: ye-aq! weşanên sel li ber dilê min ji ber hin rêzepirtûkên xwe şêrîn bûû lê ev çi zimanekî nîvco, team-teal û ne kamil bû wiha! iyyy.



04.03.2018 15:49 ~23:45 | biruya hayao miyazaki

2. wekî min di peyama ewil de gotibû, dê xelata fîlmê herî baş a oscarê nedin wê, û nedan jî the shape of water hilgirt ew peykerê. texmîna min a xelata adeptasyonê derket. ser xêrê be cmbyn. heqê te bû. herçiqas min bala xwe nedabe remember me - cocoyê jî mûzîkên cmbyn-ê gelek gelek baş bû lê qeder, miqederat. em werin xelata lîstikvanê herî baş. garry oldman tu kî yî oxlim! ax tîmotî! :/



05.03.2018 11:33 | biruya hayao miyazaki

3. Fîlmê ku hevalekî min î sînema-hez gotibû qasê ku mezin dikin ne xweş e. Lê min hê temaşe nekiriye.



05.03.2018 22:53 | gulêê

4. Bi rastî min gelek caran pesna vê fîlmê guhdarîkiribû lê bona ku her tim wekî fîlmeka evînîyê pênasekiribûn min nexwest temaşe bikim. Nexêr çawa ku gotineka navdar dibê "sex sells/seks difroşe" bêtiriya fîlmên evînîyê jî bes ji bona bên temaşe kirin her tim bi senaryoyên klîşe, keçikeka "zêde jin" û lawikekî ji derdê testesterona zêde perîşanketî tên kişandin.
-xwedêkirî min "call me by your name" temaşe kir. Fîlm li Îtalyayê, welatê tavê û mirovên şên li nav sirûşteke bêhempa de hatiye kişandin.
-hemû gotin, nêrîn, dialog û pevşabûnên her du lawikên dilketî evînîyeke xweş û xwerû tîne ji bîra meriv.
-ew sahneya di derheqa etîmoljîyê de xeberdidan gelekî xweş bû, belê peyveka Kurdî jî derbas bû. "mişmiş"
-û dawiyê de hindik ma bû ez a dilkevir jî tev gelek mirov bigirîn û wisa ji sînemayê derkevin. Meriv helbet dilê xwe davêje wê xwezaya xweş, malbata xwedî fem û feraset, hebûna evînîyê. ji vê fîlmê gotineka ew qas rast û dûrist ji bîra min de ma; " Em xwe kaş berkaş dikin ku birînên me zûtirkê pak bibin lewma jî heya em tên 30 saliya xwe çu tişt me de namîne"



06.03.2018 17:07 | jifêzagorda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» call of duty 4: modern warfare
» your freedom
» nameya ku frans kafkayî ji bavê xwe re nivîsandiye

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî