Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şêrzad hesen - tirşik
şêrzad hesen
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şêrzad Hesen li bajarê Hewlêrê hatiye dinyayê. Di sala 1978an de zankoya Bexdayê ya ziman û edebiyata ingîlîzî qedandiye. Demekê li bajarê Silêmaniyê mamostetiya zimanê ingîlîzî kir. Şêrzad Hesen nivîsên xwe yên pêşî di navbera salên 1975–78an de di kovara Roşinbîryî Nwê ku li Bexdayê derdiket, belav kir. Di navbera salên 1978–82an de kurteçîrokên xwe di kovarên Beyan û Hewkarî de belav kirin û wek çîroknivîs bal kişand ser xwe û rexneyên baş wergirtin.

Di sala 1983an de bi navê Teniyaiy û di sala 1989an de jî bi navê Gul î reş du kitêbên wî ên kurteçîrokan derketin. Wekî din wî gelek berhem ji ingîlîzî wergerandine kurdî.

Şêrzad Hesen hê jî li Kurdistana Iraqê dijî.



07.09.2013 18:49 | endazer

2. camêr çîrokên delal vedibÊje, herçiqas çend kes wî wek dijmînê jinan an jî wek kesekî ku li jinan mîna materyalekê dinêre bibînin jî, bi ya min bi karê xwe şareza û xoste ye..



17.11.2013 20:05 | elomelo

3. Di roman an jî belkî çirokeke dirêj e jî nizanim "Jineke Xinanî" de behsa piyawekî Kurd dike ku dildikeve jineke ereb a bajarî de,piyaw li bazarê goşt difiroşe rojekî jinikê dibîne u êdi aql ji ser diçe. Ji behna goşt xwe,behna bazarê,behna jinên kurd heta ji behna xwe nefret dike. Ji bela vê evînê 5 diranên xwe jê dike,jina ereb diransaz e *. Wel-hasili kelam şerzad hesen qala mêrê Kurd dike *



09.04.2015 15:57 | pîremegrun

4. nivîskarê ku ji xelata nobelê ya wêjeyê ya 2023'yan re namzet hatî nîşankirin:
Here lînkê



07.05.2023 16:48 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şêrzadxan şerzadî kelhûr
» hesenodimilî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî