1. ''li gor ku ilimzan dibêjin, berî zayînê li welatê Yûnanê bi navê nars mirovek hebû. Ev mirov rojekê diçe ser golê û li avê temaşe dike. Ew sîha xwe di avê de dibîne; li sîha xwe ecêbmayî dimîne û dibêje: Wey bavo ez çiqasî bi huzn û cemal im! Gelo kesekî weke min wilo sipehî heye?.. Nars aşiqî xwe dibe. Ji wê rojê pêve karê Nars ji sibê heta êvarê biçe ser golê, li sîha xwe binere, bikeribe û ji eşqa xwe balêse. Ev eşqa Nars serçelqî dike, nexweş dike û dixe nav livînan; lê belê ew dimre, ya jî namre ez nizanim. Bavê zanîna psîkolojiyê freud jî navê vê nexweşîyê narsîzm datîne. |
|
07.09.2013 04:18 |
endazer
|
2. Nexweşiyeke ku mirov xwe ji her kesî bilindtir dibîne lê di nava xwe de hîç baweriya wan bi wan tune. Ji xwe li gorî psîkanalîzê ji ber ku baweriya wan tune bi narsîzmê vedişêrin kemasiyên xwe |
|
10.04.2015 16:39 ~16:40 |
gêjê
|
3. (bnr: prenarsîzm) |
|
10.04.2015 16:45 |
gêjê
|
4. ji kesên ku evîndarên xwe ne re tê gotin. bêhtir jin bi vê nexweşiya ji pencêşêrê xiraftir dikevin. |
|
10.04.2015 17:16 |
mele ehmedê nalbendî
|
5. ew nexweşiya ku Serok apo jî pê ye |
|
19.03.2016 14:48 |
medê
|
6. rîwayet e, li gorî mîtolojiya yewnana kevn, yekî bi navê Narkîsos (narcissus) heye, ji nav keçperûyên avê keçperûya herî bedew û levhatî eko, dil dikeviyê, lê narkîsosê me narsîstiyê dike dilê xwe lê venake û jê re dibêje naaaa! li ser vê yek û nayê, eko ji qehra roj bi roj ji hal û ji qam û ji deng dikeve li dû xwe dengê xwe dihêle û dimre dîsa li gor mîtolojyê dibe dengvedan, li ser vê yekê xwudayên wê demê li hev dicivin û biryara sizakirina narkîsos didin. rojekî narkîsos li ser avê pêrgî suretê xwe tê û dil dikevê xwe û hingî cara ku hewl dide xwe bigihînê suretê xwe dest û dilê wî şil dibe, ew jî ji qehra evîna xwe roj bi roj diçilmise û dimire, dîsa li gorî rîwayetan li cihê ku ew dimire nêrgiz şîn dibin. |
|
16.08.2016 22:11 ~22:12 |
endazer
|
7. Narsîstê rojê Donald Trump e. Bes e êdî neyê xewnên min :( Siyaseta herimî ya rojhelata navîn bessî min e. |
|
16.08.2016 23:29 |
elielilamalama
|
8. nexweşiya/baweriya kesên xwe ji herkesî zêde mezin, çêtir, serdest, ecibandî dibînin, jixwe hezdikin, ji xwe pêştir kesî li serdest naxwazin, dixwazin herkes hewcehî wan bin, peznê wan bidin, wan mezin bikin û hevalên wan jî cehlima li wan kiriye.. herwiha tiştek bîna dîktatoriyêye.. |
|
16.08.2016 23:58 |
shorbevan
|
9. dibêjin gulêê narsîst e. Min jî meraq kir ka ew çi ye geloo, ev tişta ku dibêjin narsîzm. |
|
09.04.2017 12:24 |
gulêê
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |