Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
pehlewî - tirşik
pehlewî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''Pehlewî, Farisiya navîn e. Farisiya kevin yek ji zimanê resmî yê dewletê yê dewra axamenidan bû ku ji dema darius (çi bigre berî Îsa 500î) heta dema zefta Îranê ya Îskenderê Makedonî ajot (berî Îsa 330-327). Di dema Axamenîdan (Akamenid) de Farisî, Êlamî û Akadî zimanên resmî û Aramî jî zimanê dîplomasî û bazirganî yên împaratoriya Persan bûn. Bi vegirtina Îranê ya Îskender re Farisiya kevin ji zimanê resmî yê dewlet-bûyinê derket û cihê xwe ji zimanê resmî yê împaratoriya Îskender, ji Yûnanî re hişt. Di nîveka sedsala 200î berî Îsa Parthên koçer ku li bakurê Îranê bûn, ji rojhelat û bakur ve heta Babîl û Êlamê Îranê dan ber xwe û kirin bin hukmê xwe, ku di wê demê de ev dever di bin hukmê Selçukiyan de bûn û zimanê wan ê burokrasiyê Yûnanî bû. Di destpêkê de Parth zimanê xwe di danûstandinên resmî de bikar neanîn, di dewsê de Yûnanî wek zimanê resmî bi kar anîn. Parthî di destpêkê de zaravayekî îraniyê bakurîn bû ku nêzîkî Skîtî û Sakayî bû û jê re Pehlewî an Farisiya navîn jî tê gotin. Di zemanê Sasaniyan de (piştî Îsa 224-641) û bi taybetî di dema Narseh de (293 - 302) Parthî an Pehlewî bû zimanê resmî yê dewletê. Bi têkçûna hukumraniya Îranê li hember îstilayên Îslamê, Pehlewî an Farisiya navîn jiyana xwe temam kir. Di dewsê de Erebî wek zimanê dîn, bû zimanê resmî yê dewleta Îslamê û bêguman yê Îranê jî. Di 822yan de Tahirê Samanî li Xoresanê têkiliya xwe ji xelîfê Bexdayê birî. Samanî ku xwe ji azbata Sasaniyan dihesibandin di koşk û serayên xwe de şair û nivîskar xwedî dikirin û Farisiya ku gel pê diaxifî wek zimanê edebiyatê pêşve birin. Ji vê Farisiya ha re Farisiya nû tê gotin.



Wek şaxekî ji dara zimanê Hîndû Ewropayî zimanê Îranî ji sê guliyan pêk tê:



1) Îraniya bakur: Osetî, Skîtî, Sogdî û w.d



2) Îraniya rojhelat: Peştû (Efxanî) û Avestayiya kevin



3) Îraniya rojava: Farisî û Kurdî''



06.09.2013 04:23 | endazer

2. pehlewî yan farsiya navendî yan jî wekî peyiverên wê jê re digot parsîg, zimanê keyakseriya sasaniyan (pz 224–651) bû û zimanê pêşiyên farsan e.

çend peyvên hevreh navbera kurmancî û parsîg:
Asēm-asin, hesin
Brādar-bira
Duxtar-dot (keç)
Ēvārak-êvar
Hāmīn-havîn, zazakî hamnan
Mātar-mak (wate teng bûye)
Murd-mir, soranî mird
Pidar-zazakî pêrd
Rōz-roj
Šēr-şêr
Sāl-sal
Šīr-şîr
Spās-spas (di farsiyê de nemaye yan jî gelek nadir e lê hewl didin berbelavtir bikin)
Stārag-stêr, soranî estêre
Xwāh(ar)-xweh

di vê vîdyoyê de hûn dikarin bi dengî bibihîsin:




01.06.2021 15:56 ~18:04 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pehlewî

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî