1. helbesta mela ya ku ez di her herfa wê da inda dibim.. Melayê Cizîrî - îro Ji Derba Xencerê îro ji derba xencerê Lazim biêşan î Mela Teşbîhê zulfa dilberê Zanim perîşan î Mela Zanim perîşan î ji dil Bêhed biêşan î ji dil Teşbîhê biryan î ji dil Bi l-lah ne insan î Mela Bi l-lah çi teb'et adem î Yekser dibêm yek 'alem î Deryayê Qaf û Qelzum î Yan çerx-i gerdan î Mela Ya reb çi wê mihnetkeş î Ser ta qedem têk ateş î Mecrûhê qewsê tûzreş î Lew dil bi peykan î Mela Zanim ji 'işqê dojeh î Behrek ji narê asih î îro li mahê xergeh î Teşbîhê seywan î Mela Ev sîneya wek nay û ney Pir lê kişandin dax û key Hê dil bi naehlan didey Ya reb çi nadan î Mela Durdaneya dêmgewher e Ayîneya Eskender e Bê mirwetê dil kir ker e Mecrûhê xalan î Mela Bê mirwetê dil herişand Teşbîhê şîşê lê kişand Ker kir ceger xwê lê reşand Ateş li ser danî Mela Narê ji rengê dojehê Husn û cemala wê mehê Me d'perdeya vê xergehê Xef kir çi 'Umman î Mela îro li 'umrê xwey telef Bê şahid û cama sedef Bê çeng û saz û nay û def Zanim peşîman î Mela Zanim te kohê Tor e dil Lew her bi nar û nûr e dil şehkaseya ferfûr e dil Lew mest û sekran î Mela Her sîne tabê natemam Napuxte xam bê mihr û cam Xerqên di xwîna dil medam Le'la Bedexşan î Mela Pir le'l û dur te j' kilkê 'işq Anîne nezma silkê 'işq Der berr û behrê mulkê 'işq Me'lûm e xaqan î Mela Bêhed li qelb-i şubhê ney Cewra te danîn dax û key Lew bêhemel xweş nîne mey Emma bi şîranî Mela Minnet ji tali' her ji bext Asif bi text û bext û rext Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela Ew herdu le'l û herdu weşm Geh geh bi naz û geh bi xeşm Ew bejn û bala hate çeşm Me d'seyrê rûhanî Mela Melayê Cizîrî |
|
05.11.2017 21:52 |
bûtîmar
|
2. helbest ji xwe xweş e lê hunermend ji baş histêrayî, şaş nebim ji meqamê mewlûdê xwendî. |
|
05.11.2017 23:31 |
elîşêr
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |