Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
miço kendeş - tirşik
miço kendeş
(1) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. hunermend û stranbêjekî kurd e ku di sala 1966'an de li Kobaniyê, li Rojavaya Kurdistanê ya bakurê Sûriyê, di nav perên malbateke kurd de ji dayik bûye. niha li swîsra dimînê û çend berhem e wî yên hêjayî guhdarî kirinê hene

http://www.youtube.com/watch?v=W0Gh18lPsTw



05.09.2013 15:18 | rêdûrkobanî

2. xelef û şopînerê dengbêjê nemir mihemed arifê cizrawî.. kêm kes wekê wî dikarin heqê stranên wekê eyşana elî, şevên kanûna, metran îsa bidin û bistirên.. heta niha bi qasê ku ez dizanim albûmeka wî heye lê li ser youtubeê gelek stranên ku ji ber performansên wî yên ji ber aheng û konsêrtan hatine girtin digerin.. ez ne xelet bim mûzîsyenên ku pê re dixbetin her yek ji pişk û pariyekê kurditstanê ye..



05.09.2013 15:31 | endazer

3. ''di sala 1966 ê de, li bakurê Sûryayê (Kobanî), di nav perên malbatek e kurd de ji dayik bûye. Ji zaroketya xwe ve li ber dengê dengbêj û stranvan û dastanebêjan û di nav şevbuhêrkên ahangane yên ko li malê dihatine saz kirin, perwerde bûye, piştre li ber dengê dapîra xwe hinî rewanbêjî û şêweyên strana-dastanî dibe. Îdî piştî vê qonaxê xwe hinî lêdana biziqê û tenbûrê dike, hişyarî û zanîna xwe ya mûzîkî berfirehtir dike, hem dest bi hînbûna ûdê dike û hem jî bi alîkarya hin mûzîknasên Helebê zanebûna xwe di derheqa meqamên rojhilatê de kûrtir dike. M. Kendeş, dest bi berhevkirina stranên kevin û yên gelêrî dike, li çavkanîyên wan yên resen û zelel digre, anuha jî, ji wê gencîneya ko bi sedan stran têde hene berhevkirin, dest bi hibijartina xwe dike da ko yên herî sipehî, herî narîn, bi dengê xwe yê pêldar û afsanewî û bi şarezayiya dastanbêjîya xwe, pêşkêşî me dike. Muzîkvanên ku bi Miço re kar dikin, ji her çar perçeyên Kurdistanê hatine lê ew li Europayê bi cîh dibin: M. Kendeş bixwe li Swîserayê dimîne, kemanvan Farûq Soran li Holendayê, destxweşê defê Abbas Bakhtiari li Fransayê, destxweşê belebanê Kemal Ceylan li Almaniyayê û ûdvan Goran Kamil li Holendayê. ''



dîskografî:



(bnr: baranê) 1985

(bnr: Çima) 1993

(bnr: memê alan) 2001

(bnr: collection) 2006



Festîvalên beşdar bûyî;



- Festival Les Nuits De Voix (Switzerland)

- Festival Nuits Atypiques (France)

- Festival Notes d’Equinoxe (Switzerland)

- Festival Autres Rivages (France)

- Festival Bidasoafolk (Spain)

- Festival San Francisco World Music (USA)

- Festival Stimmen (Germany)

- Festival Aux heures d’été (France)

- Festival musique spirituelle (Tunis)

- Théâtre de la Ville - Paris (France)



malpera wî ya fermî: http://www.m-kendes.ch/en/about_k.html#top



05.09.2013 15:34 | endazer

4. dengê wî yê ku ji serê heft çiyayê kurdistanê bi handana bêrîvaniyê dinizile, meriv gir û gêj dike. ji kengî ve ye pêjna wî nayê, xwe nade der.



05.09.2013 17:22 | înano lo

5. di vê qeyda amator de bi dengê xwe yê wekê zengil mirov mest û gêj dike.. divêm bêjim ku di piyaseya mûzîka kurdî de kêm stranbêjên wekê miço kendeş xudan terza xwe vi xwe hene.. xwudê kêmaya wî nede..

fermo pêşiyê strana were yadê, paşê jî kuştiyê wan herdu çavan ez im.. https://www.facebook.com/photo.php?v=440756309336048&set=vb.100002050470622&type=2&theater



11.09.2013 12:45 | endazer

6. Ev camêr jî min bi xêra evrensellmuzik.blogspot

com ê naskir. Ji cerga ku min naskiriye jî, dengê wî ji muzîkplayera tlfna min kêm nebûye.



11.09.2013 13:08 | hemdilaarda

7. ''lê lê xemê.. xemoşê de min go

qapê mala bavê te dar e

ji dara jî darçinar e

wez ê pêka xwe lê xim

wê ji jor de werê xwar e

wez ê derbas kim ji heft biran duwazdeh pismaman dayîka pÎr û bavê kal e

wez ê xwe bavêjim ''yataxa kul û derdan'' îşev sar e

were xemê zalim zalim zalim de xemê zalim zalim

de hê... de lê lê lê lê de le lêê..



çûme cizÎrê lê lê lê lê lê lê

cizîra botan

çûme cizîrê

cizîra botan

şehlûl û bilbil

li hev bûne cotan

gotinên evînî

wan ji min re digotan

cergê min wana

gelekî sotan

xizêm winda bû lê lê lê lê

li cem mîrê botan

li cem mîrê botan



........'' https://www.facebook.com/wesanenavesta/videos/vb.327393397323980/10200183358162525/?type=2&theater

gotinên destpêkê yên kîjan stranê ne gelo? û kî heye gelo ew qasî mêr ku bikaribe piyê xwe li derî xê, ji heft bira û duwanzdeh pismam û dayîka pîr û bavê kal derbas bibe û xwe bavêje nav ''yataxa kul û derdan'' ji bo xemekî? *



01.05.2015 17:37 | endazer

8. Xweda ye, xwe daye.



19.02.2016 02:42 | daskan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» miço kendeş

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî