1. Nizanim. |
|
29.07.2017 18:03 |
elaziz izzetpasa camii
|
2. bûme bavê çar keçikên şirîn.. û nazik.. |
|
29.07.2017 18:29 ~2017.07.30 14:27 |
bûtîmar
|
3. li parka cizîrê ya qeraxa dîcleyê; çay, tovkê şebeşa yê qelandî, civatek ji mezina. |
|
29.07.2017 19:29 ~19:30 |
xendekî
|
4. Pirseke klasîk e, wexte ku meriv şîrketekê re ji bo xebatê serî lê dide, ji meriv re dipirsin "10 sal şûnda tu xwe li ku dibinî" Tu jî dibêjî "xeyala min ev e ezê Bibim CEO yê vî şîrketê hanê" filan û bêvan... Ewana jî cewabê xwe yê klasîk ji te re dibêjin, "emê paşî ji bo cewabê xwe bibejin, ji te re têlefon vekin" (çîroka me li vir xilas dibe) |
|
29.07.2017 21:43 |
mîr
|
5. (bnr: 10 salan berê te çi dikir) |
|
30.07.2017 05:17 |
cinorek
|
6. Li nexweşxanê. |
|
31.07.2017 04:50 |
biaqila malê
|
7. Ji karê xwe hinekî aciz buyî hewla guherandina cihê xwede digevizî. Ji ber kurên dewra balixbunê re derbas dibin serêș û stresa mayinde. Ji bo ji stresê durketinê ciheke ji bajêr dûr, di bêdengiya xwezayêde dawiyên heftiyê yên bêhempa. |
|
02.08.2017 19:29 |
azadixwaz
|
8. di vê pêvajoyê de mirov nikare sibê bifikirê û vêca deh sal şûnde... hemam em nemirin bes e * |
|
02.08.2017 23:57 |
renas
|
9. li swîsre, elmanya an jî holandê di odeya civînê ya mergesoftê de bi xebatkarên xwe re li ser projeyan dipeyivim. |
|
03.08.2017 14:44 |
mergehez
|
10. Min bi pirtûka xwe yê davî xelateka mezîn girtiyê seba vê bi keçka xwe biçûk we em terin swêdê. |
|
03.08.2017 18:06 |
cinorek
|
11. heke nemiribim, dê ji niha ne cudatir bim. lê helbet dê zikê min binepixe, çiçikên min xwe berde erdê, por û riyên min bibe spî, xêzên ruyên min dê kûrtir bibin û ez ê bibim nexweşên şekir û tansîyonê û ez ê gelek dermanan bixwim û ez ê kurdî xweşiktir bipeyivim û baştirîn binivîsînim. |
|
28.02.2018 22:52 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |