1. ne dûr lê piştî çend mehan piştî ku popûlerîteya tirşikê gihişt heta erşa heftan û ji heftê heta heftan kal û pîr, jin û zarok ji bo di tirşikê de bibin nivîskar ketin dorê hingî nivîskariya tirşikê jî wê bibe paye û rutbeyek gelekî muhîm û gelek kesên di bin navê xwe yê li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê de wê di şûna kar û pîşeyên xwe de wek kar û pîşe nivîskarê tirşikê an di tirşikê de wek nivîskar dişixule binivîsin.. |
|
03.09.2013 21:57 |
endazer
|
2. karê ku zêde pere nade kar kirin e. a rast aniha zêde ne karekî populer e jî. ji xwe karekî bipere an jî populer bûya herkesî nedikarî bike. lê wê roj bê, tirşikê de nivîsandin wê karekî gelek populer be. wê ciwan bêjin, "wextê xwe de bavê me di tirşikê de nivîskariyek bistanda, em niha bêked û bê hezar peyamên ceribandinê, nivîskarê tirşikê bûn" . |
|
26.01.2014 00:06 |
brusk56
|
3. roja ku bazara kurdî ji kesadbûnê rizgar bû, wê bibe.. |
|
26.01.2014 03:17 |
ferhenga şikestî
|
4. Tiştekî gelek dijwar e tew ji xwe bi kurdî bavê dijwariyê ye. ji ber ku piraniya mirovan li gor popularîteyê dijîn û kesên ku ya rast û dûrê nefsa xwe dikin kêm in. çima? ji ber ku mirov dixwaze baş an xerab kiryarên mirov bên çepikkirin û pesnê mirov bê dayîn. pêkhatina vê yekê niha ji tirşikê dûr e. ji ber vê hindê ji bilî çend mirovên xîretdar -ku niha dinivîsin- kesek nikare wekî karekî di tirşikê de binivîse qet nebe îro wisa ye. lê rojek piyaseya kurdî fireh bû û popularîteya wê jî bilind bû hingê bivê nevê wê mirov ber bi tirşikê ve biherikin. ev rastiyeke mirovatiyê ye ne tenê ya kurdan. |
|
26.01.2014 09:03 |
ceso
|
5. (bnr: bila tirşik meaşê bide me) |
|
27.01.2014 11:43 |
nazim tolhildan
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
xwarina herî xweş [1] |
|
gur li serê kîjan çîya mirîye [1] |
|
sallana sallana nietzsche ser avê [2] |
|
wedat aydin [1] |