Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dexter - tirşik
dexter
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefilma ku ez bûmê bengiyê wê. min heft sezon qedand. lê tesireke wê ye nebaş jî heye ku meriv zêde bihêrs be ihtmale ku meriv ji wek dexter dest bi kuştina dor bi dor bike. xweşkeke dexter heye navê wê debra ye ji ber ku em gelek ji hev hez dikin ez jê re dibêm deb ew ji min re dibê îso. xweşka min kiribe gelek devdijûn û rastgo ye.k u we ji xwe re heya nûha rêzefilmek nehilbijartibe be dexter xweş guncan e.



02.09.2013 20:09 | tivirloismail

2. olandana kujerê nav dilê meriv û şiyarkirina tolhildane gelemperî.



02.09.2013 20:12 | tivirloismail

3. rêzefilmeke pir baş û herikbar e lê min nekarî weke hevalê li jor domdirêj guhdarî bikim. ku wextê min çêbe, di demeke vala de dibe ku ez guhdarî bikim, weke mînak dibe ku dema teqawît bibim guhdarî bikim.



02.09.2013 22:11 | azadixwaz

4. çîroka zilamek ku kujerî di rihê wî de heye û nikare li ber bisekine lê bi kuştine mirovên xerab him daxwaza xwe tîne cih him jî xizmetek baş dike ji bo civakê.

serlehengê fîlmê heçko ji bo vê rêzefîlmê hatiye afirandinç gelek li tê.

min bi qasê 2 sezon li rêzefîlmê temaşe kir. ji ber sedemên sosyal min nekarî berdewam bikim li dema şert û merc çêbûn ev rêzefîlm bi rêzefîlma six feet underê re wê di lîsteya min a temaşekirinê de be.



04.09.2013 10:08 | simurg56

5. dexter giyanbirakê min e... rîta jî jina xewn û xeyala min, loma bi kuştina wê ez gelek li ber xwe ketim bi şeref :(



04.01.2015 00:42 | elomelo

6. rêzefîlma ku behsa mirovekî du jiyanan dijî dike. dexter bişev kujerekî bimerîfet û xwinsar e û biroj jî hezkirî, bira û karhevalekî aram, sernerm û bêdeng e.

yek tişta wî zilamê heye ku dihesûdim, ew jî navdengê wî yê ku birastî jî li bejnûbal û tevgerên wî tê. meriv hema dixwaze hemû karakterên din hiş bin û guhdarî navdengê wî bikim.*

(bnr: normal people are so hostile)

mûzîka destpêkê ya beşan jî zahf xweş e*:



11.05.2020 00:42 | xelîl

7.

bi taybetî sezona duyemîn çîroka enkîdu anî bîra min. wehşê ku ji aliyê yezdanan ve ji bo kuştina zalimekî hatibû şandin, piştî têkiliya bi jinan re dibe yekî medenî û qaweta xwe winda dike.



21.09.2023 17:03 | tizbîkêş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dexter

Kategoriyên mijarê:: tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî