Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 82 peyam
kovara wêje û rexne - tirşik
kovara wêje û rexne
(11) (3) (1)
di mijarê de bigere

1. kovareke nû ye bi kurdî li ser edebiyat û rexneyê ye. îro daxûyeniyekê dane çapemeniyê. ez wan pîroz dikim hêvidar im ku emr û zirekiya wan daime be. lewre ji daxûyaniya wan jî diyar e ku karê xwe ciddi digrin. îcar ya bi xêr.



02.09.2013 00:04 | tivirloismail

2. daxuyaniya kovarê,fermo:

Ji raya giştî re;



Kovara “Wêje û Rexne”yê, kovara wêjehezên kurd e, ew kurdên ku ta’ma wêjeyê ji wan re derd e û dixwazin pêşniyaz û rêbazên wêjeyeke dewlemend bigihînin qadên wêjeya kurdî. Derdê me, tenê avakirina kevneşopiyeke rexneya wêjeyî, agahdarkirina xwînerên kurd ji wêjeya “baş” ya kurdî û cîhanê, teorî û analîzên piralî û ceribînên nû û nûjen e.

Em dixwazin di serî de bi awayekî eşkere û bêguman û bênîqaş bibêjin ku kovara “Wêje û Rexne” kovareke %100 bi kurdî û %100 li ser rexne û analîzên wêjeya kurdî û ya cîhanê ye. Bi nêrîneke rexneyî ku li ser nirxên ziman, çand û wêjeya kurdî avabuyî; lê di heman demê de jî cîhanî…

Di vê encamê de, armanca me ev e ku em mijarên wêjeyî bi nivîsên zanistî û analîtîk bigihînin xwîneran. Di vê çarçoveyê de, em ê tim li benda hevkarî û alîkariya wêjehezan bin ku ziman û wêjeya kurdî ji xwe re kirine derd. Bêyî ku em li nav, naşnav, pozîsyon, beş û jiyana wan binêrin, li benda hevkariya wan in. Li benda fikr û pirsiyarên wan in ku dikarin bi awayekî azad serê xwe li ser wêjeyê biêşînin.

Cureyên wêjeyê yên wekî helbest, çîrok û nivîsar di gelek kovarên din de tên nivîsandin. Di vê kovarê de me xwest em dest bavêjin cureyekî din ê wêjeyê, dest bavêjin rexneyê û me hay jê heye ku divê kurd di vî warî de bi awayekî zanistî û analîtîk tevbigerin da ku cureyên afirînerî yên wekî helbest, çîrok û romanê bên nirxandin û bên bipêşxistin.

Di encama nîqaş û xebatên me yên çend mehî de, em wek xebatkarên kovarê bi vê nameyê diyar dikin ku em ê kovareke li ser rexneya wêjeyê çap bikin. Bi vê encamnameyê û naverokê em ê li benda hevkariya we bin.

Li jêr bi giştî me mijarên ku dikarin cî di kovarê de bigirin, nivîsandine. Lê helbet dibe ku kêmasiyên me ango xeletiyên me hebin. Xeletî û kêmasî para me ne û rastkirin û efûkirin jî para we ye. Deriyê me yê tim û tim ji ramanên we yên hêja re vekirî be…



•Di her hejmarê de li ser mijareke taybet dosye wê bên amadekirin. Mijara dosyeyê ya vê hejmarê “di wêjeyê de mekan” e. Lê ji bilî mijara taybet ya dosyayê jî ev mijarên din ê cî bigirin:

• Hevpeyvîn (herî zêde du hevpeyvîn).

• Gotarên rexneyî li ser wêjeya kurdî û ya cîhanê.

• Teorî û têgehên li ser wêjeyê.

• Analîzên li ser dîroka wêjeya kurdî û ya cîhanê.

• Nivîsên di derbarê wêjeyê de an têkilî bi wêjeyê re hene.

• Danasîna pirtûkan.

• Ferhenga têgehên wêje û rexneyê, biyografiya rexnegiran.

• Nûçeyên li ser wêjeyê,..hwd

Kovara “Wêje û Rexne” ê salê sê hejmaran çap bibe. Ji bilî zaravayê Kurmancî, heya ji destê me were, em ê nivîsên Kirmanckî û Soranî (bi tîpên latînî) jî çap bikin. Du armancê me hene ji bo vê biryarê. Yek, pêşdebirina rexneyê di her zaravayî de; du, fêmkirin û xwendina me kurmancîaxêvan ji bo zaravayên me yên din. Di her hejmarê de mijareke sereke wê hebe û em ê hewl bidin ku bi her awayî li ser wê mijarê gotarên têr û tije bên çapkirin. Mijara dosyeya hejmara duyemîn ê di hejmara pêşîn de bê diyarkirin. Werger wê ciyekî girîng di kovarê de bigire. Gotarên hêja wê ji zimanên biyanî bên wergerandin.

Ji bo hilbijartina nivîsan, jêdera me bikaranîna zimanê rexneyê û zanistê ye; dûrbûna ji klîşeyên pesindayînê ye. Em, lijneya weşanê, heqaretên li kesayetiya nivîskêr û nirxên mirovahiyê qebûl nakin û nivîsên bi vî rengî jî çap nakin. Lijneya weşanê dê nivîsan bibijêre û bi sîstema puandayînê nivîs ê bên çapkirin. Di dema bijartina nivîsan de, berpirsiyarek ji lijneya weşanê dê gotaran bêyî navê nivîskêr li lijneya weşanê belav bike. Di encama xwendin, nîqaş û neqandina nivîsan de, nivîsên ku hatine hilbijartin dê piştî redaksiyonê, weke halê dawî yê gotarê ji nivîskaran re bê şandin.

Em ê ji bo kovarê nivîsan bi stîla MLA yê çapbikin. Ji kerema xwe re, nivîskarên ku gotaran bişînin bila li vê yekê miqate bin.



Dema dawî ji bo nivîsşandinê:01.11.2013

E-mail:wejeurexne@gmail.com



Ev kovar wê bi hevkariya endamên ‘Kulûba Xwendinê ya Diyarbekir’ û ‘Koma Xwendinê a Qoserê’ bê weşandin.



02.09.2013 00:04 | tivirloismail

3. kovareke ku hewce bû. bila dereng be bila baş be. ji min tirê ku dê tiştine baş biqewimin.



03.09.2013 13:51 | înano lo

4. kovara ku destek ê xwe biriye ber guhê xwe û destê xwe yê dî jî li tizbiya xwe ya kehrîbar xweş dike hindik maye ku wekê tavika biharê bibare.. xof û tirs ketiye dilê hemû nivîskarên kurd ka vêca dora kê ye.. îcar kî li ber devê top û tifingên kovarê ye.. îcar wê xweliya reş bi serê kîjan feqîro û belengazê/î de bikin.. dîqet! hay ji xwe hebin! li xwe miate bin! bi qewlê pêxasên amedê ayix olun.. we hew nêrî kovarê bi pişta stûyê we re jî girt û hûn dan ber rexneyên zanistî û analîtîk..



11.09.2013 00:17 | endazer

5. kovara ku ez bi baldarî li bendê me. bi hêvîya rexneyên têr û tijî,



21.10.2013 15:06 | arami

6. kovareke nû ya kurdî ye, ku dê berê xwe bide ser rexneya wêjeyî. hejmara wê ya yekê serê çile 2014ê derçû û dê çar mehan carekê derkeve..



11.01.2014 22:49 | gordereş

7. kovareke ku bi navekî bêsiûd e. li ser bergê kovarê li heman cihî du caran "wêje" û du caran "rexne" nivîsî ye: "wêje û rexne, kovara rexneya wêjeyî".. gêçel e babo..



11.01.2014 22:51 | gordereş

8. kovareke ewqas popûler e ku min pê seyr e çawa heta niha di tirsikê de babetek jê re nehatiye lêkirin û ezê gorkol û serres yekem kes im..



11.01.2014 22:52 | gordereş

9. Kovara Wêje û rexne, Yekemîn kovara rexneyî ya edebiyata kurmancî ye. Mizanpaja kovarê xweşik e. Di hejmara ewil de nivîsên xweş hene. Lijneya kovarê jî pir baş e. Şabaş ji xebatkar, nivîskarên wê re. Bi hêviya berdewamî ye.



15.01.2014 19:56 | seydayê_peyvan

10. kavara ku îro gehîştê min ,kovarekî baş dixuyê ,ger ku bi avayî bidome ez bawerim ku ji bo wêje bibe qonaxekî taybet..



15.01.2014 20:41 | newenda

11. hê derneketibû ba û bahoza wê hatibû û ez bawer im ji ber wê amed qerisîbû* yarî li alikî 3 roj berê ket destê min bi rastî jî kovareke pirr bi qalîye ye bi pîvanên objektî û bêalîtiyê nêzê rexneyê dibin wê qonaxeke girîn ava bike



15.01.2014 20:44 | ferhenga şikestî

12. Nivîsên xweş têr û tujî tê de hene. bi qeliteye. ji bo edebiyata me tiştekî wiha pêwîst bû.Hevpeyvîna ahmed haşimzade gelek xeş bû.mala kedkaran ava.



16.01.2014 19:41 | tivirloismail

13. xweyaye yê bibe sedema gengeşiyên baş. li ser firat cewarî û li ser romana jan dost du rexneyên xweş hene. îhtîmal e ev nivîskar xwe aciz jî bikin. bila bikin ya xweş ev e.



16.01.2014 19:42 | tivirloismail

14. kovara ku MIN JI WÊ şeş (6) HEB KIRÎNE Û EZÊ SIBÊ BIDIM HEVALÊ XWE YÊN DIBISTANÊ YE.. jI BO BERBELAv KIRIN Û XWENDINA WÊ EZ KARÊN LOBIYÊ DIKIM.. hA NEFIKIRIN KU EZ JI VÊ YEKÊ KAR DIKIM. nA WELLEHÎ.. tENÊ EZ DIXWAZIM WERÊ XWENDIN..



16.01.2014 20:17 | nan û av

15. wisa dixuye ku kovareke wê gelek xweş be. di warê rexneyê de valahiyeke mezin bi wê kovarê were tijîkirin. şekl û berga kovarê wekî doğu batı ye. bi awayekî pisporî hatiye amadekirin. mîzanpaja kovarê gelek spehî ye.



hejmara yekem zêdetir bi weregeran ve tijî ye. lê bawerim ku yê pêşerojê de li ser edebiyata kurdan de gelek kûr biçin.



xwedê temenê wan dirêj bike.



17.01.2014 16:22 | kelemejû

16. kovara ku gellek hêviyên xweş didin min e. Bawer im wê wêjeya kurdî, nivîskarî û helbestkariya kurdî gellekî bi pêş de bibe.



SEr xÊrê be ji gelê me re



18.01.2014 00:36 | berxweda

17. di kovargerîya kurdî de qonaxek nû, êdi bi xêra wan emê rexneyên xweş û têr li ser wêjeyê bixwinin...



19.01.2014 00:19 | arami

18. kovara ku van rojan hema bêje her roj li tirşikê behsa wê tê kirin, e.

wellehî min jî meraq kir.

tê gotin ku wê 4 mehan carekê derkeve. ez bawer im ji bo ku naveroka kovarê tije bikin, evqas wext bes e.

http://www.insanokur.org/?p=53583

http://www.kulturname.com/?p=7206



19.01.2014 00:45 | simurg56

19. kovara ku navê min jî tê de dibihure..



19.01.2014 18:06 | endazer

20. kovara ku çend mijarên wê gellek dûvdirêj in û ji bo xwendina wan hem sebr hem jî wext lazim e..Lê pirranî format û şeklê kovarên akademîk weha ne. bivê nevê mijar direj dibin.. Em li wan ranagirin..



20.01.2014 01:38 | nan û av

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara telegrami ya hilbijêr
» wêjegeh amed
» rexneyên ji bo pêşveçûnê

Kategoriyên mijarê:: weje kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî