1. bi tirkî jê re dibêjin tesbîh namazı anku nimêjê tesbîhê. yek ji îbadetên mendub e, yanî tu nekî gunehê wî nîne lê ku ji te hat û te kir xêra wê zehf e. dem û daneke diyar jê re nîne lê şafiî bi piranî meha remezanê şeva pêşiya eydê, wê şevê terewîh nayên kirin, dikin. kurmancan belesebeb jê re negotine nimêja dirêj. tu çi qas dikî wekê rêya cizîr û nisêbînê xilas nabe. |
|
13.05.2017 00:02 |
endazer
|
2. Piştî nimêja şevê ango nivêja eşayê hetanî çaxa limêja şeveqê navê nimêjên ku dihê kirin nimeja qiyamê ye. Bi erebî ye, dibêjin salat-ul qiyam. Yanê nimeja zêde li ser piyan tê kirin. Kiyam dirêje, rikû dirêje, sicde dirêje. Suretên dirêj tê xwendin, diayên dirêj dihê kirin, nav û kesayatiya xwedê pir û dirêj tê girisandin. Ango bi kurtebirî limêjek hêdî, dirêj, watedar û nirxdar e. Navê vê nimêjê wek nimeja şevê, nimêja tesbîhê, nimêja dirêj, nimêja remezanê, nimeja terawîhê û wekî wan bi dehan navan hatiye bi nav kirin. |
|
13.05.2017 19:37 ~19:47 |
rûbar
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |