Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
björk - tirşik
björk
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kul û derdê biaqila malê bû.

bi mijara i've seen it allê min bismila bjorkê aniye. zanyariyên min ên muzîkê ne pir e. lê belê ez dikarim bibêjim ku deng û şêweya vê jinikê bi serê xwe berhemeke epîk e ku di heman demê meriv hişyar û serxweş dike. motîfên klîbên wê him dîmeneke fantastîk û him jî futurîstîk ava dike û bi vê riyê him wêrekiyeke bênav şiringa dike tamaran û him jî tenêbûneke giran dibarîne li ser serê guhdaran. bikaranîna rengên herikbar di nav rengan de û dengê lerizî, ferhengeke kesayetiyê dixêzîne, ew ferdê ku bi fikrê û hisê di nav mirovahiyê de mecbûr e ferhengê xwe ava bike. deng her ku yeknesak dibe, baloneke tirsê diteqe li esmanê û di paşiyê de sazên tûj dengê diparêze ji vê zîpikan. dîmen her car yek e: bjork ya bi ronahiyê ya bi xêzên şewitî ya metalên kaşî tevgerên teredutî disêwirîne. wekî ayînekê ji dînên berê maye. mutleqa hunera wê pîrozane ye.

bjork dayika du zarokan e. emrê wê ketiye salên 50yê. bi fîlma dancer in the darkê xelateke fîlmê ya aktrîsa herî baş hildabû ku baş kirine dane wê. îzlenda baş e. mirç *





10.04.2017 15:10 ~15:14 | biruya hayao miyazaki

2. Jina ku Bi rola xwe ya Selma ya dancer in the dark de cîhê xwe di dilê min de çêkiriye. Zemanekî yekê ji min re gotibû awirên te dişibe awirên vê jinikê loma ji min re bûbû kul û derd. Kêfa min him ji dengê wê him ji lîstikvaniya wê hat.

Wexta navê wê dibînim sahneya darvekirina Selma tê li ber çavên min. Gelekî bi bandor bû. Bjork bi awayekî serkeftî êş û bêçaretiya Selma derbasî temaşevanan kiriye.



18.06.2017 20:41 ~20:42 | biaqila malê

3. çima û çawa nizanim, björk bi omar souleymanê erebmancî re stiriye.



18.06.2017 23:37 | tizbîkêş

4. di cîhanê da yek ji hunermendên herî serbixwe û herî resen e. stran û berhemên wê ne wekî ya kesên din e. karên wê naşibin karê kesên din.

di hevpeyvînekê da dibêje, ez xwedîyê full artistic controlê me.

çend şaheserên wê: pagan poetry, joga, play dead, crystalline.

bi omar souleymanî ra yek duetê wan heye ku (bnr: crystalline) ... xwedê, çiqasî tam dide ji guhdarvanê ra. em bibêjin bi vê duetê muzîka rojava û rojhilat gihîştine hev.

Serrastkirin: rêziman



26.03.2018 22:13 ~2019.08.02 14:34 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» björk

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî