1. navê straneka kevn e. çîroka digihe heta med û babîlîya. li gor gotinê şahê meda ji bo mitefîqîyê wan bê eşkerekirin keça xwe ya bi navê şemîran (semîramîs, şamîramîd) dide şahê babîlê. şahê babîlê gelek hij jina xwe dike; şemîran roj bi roj behsa welatê xwe yê bi dar û daristan, gul û gulîstan dike û bêrîya axa xwe dike. mêrê wê ji bo vê bêrîya wê hindik be jî kêm bike wan baxçeyên navdar yên babîlê ava dike: |
|
27.03.2017 13:24 |
xendekî
|
2. koma lavje wiha strandiye: |
|
27.03.2017 13:27 |
xendekî
|
3. Stran û govendek goyan e. (bnr: eşîra goyan) (bnr: herêma goyan) stran behsa co çêkirina behra wanê û evîna şehmîranê dike. Pêlek goyan ji bakûr hatine, ji wanê. |
|
05.04.2020 03:41 ~03:42 |
hespêsor
|
4. Straneke gelêrî ye. koma çiya jî xweş straye. |
|
18.03.2021 22:16 |
xeyda
|
5. Nizanim têkiliya wan bi hev re heye an na lê îsal ez çûm tetwanê û em hilkişiyan çiyayê nemrûdê. Vegerê de li erebeyekê siwar bûn camêr behsa gundên wê deverê kir. Gundek nîşanê me da di navbera behra wanê û çiyayê nemrûdê bû. Got ev gunda şemîran e. Min got ecêb têkiliya wê bi stranê re heye? |
|
19.03.2021 09:04 ~14:49 |
rizgarm
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |