Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
lezgînê çalî - tirşik
lezgînê çalî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Lezgîn Evdirehman Çalî (di 22'ê Çirya Pêşîn a 1969'an de ji dayik bûye) bijîşk û nivîskarekî kurd e. Rêveberê Giştî yê Plandanan û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Sernivîskarê kovara Tendirustî û Komel û sernivîskarê zincîreka kitêbên pizişkî bi zimanê kurdî ye.

Li heyama Şoreşa Îlonê bi rêberî ya mela mistefa barzanî, çend heyvan berî Beyana 11'ê Adarê, li deverên azadkirî li gundê Qesrê li Balekayetiyê li Kurdistana Başûr hat dinyayê. Ew zaroyê yekê yê malbata xwe bû. Babê wî melayekê xwenda bû, bapîrê wî jî.

Berî şkestina Şoreşê, li payîza sala 1974'an koçberî Îranê bûn. Li destpêkê çend heyvekan li gundê peswê li şehristan a Xanê (Pîranşehir) li Kurdistana Rojhilat akincî bûn. Paşî ji bo heyama çend heyvan li bajêrê Nexedeyê di bin xîvetan (çadiran) da man. Piştî hingî ji bo heyama çar salan li bajêrê Sawe li başûrê Tehran akincîbûn. Dibistana xwe li Saweyî destpêkir û dema Şoreşa Îslamî ya Îranê bi serkevtî ew li pola çarê bû. Payîza sala 1979'an ji bo cara paşîn li Saweyî hatin û li Zêweya Mirgewerê akincîbûn. Pola pêncê ji dibistna destpêkê li gundê Mensûrabadê bi nîverûyî xwînd. Zivistana sala 1979'an befreka stûr barî û her roj ew û çend xurtekên dî yên Kurd ji Ordîgeha Zêweyê ji bo xwîndinê diçûn gudên derdorê, ji ber ko hijmar penaberên kurd li Ordîgehê ewqas zêde bûbû ko dibistanên wê têra hemî zaroan nedikir.

Newroza 1980'î çûn Xanê (Pîranşehrê) û li Imbara Şoreşê û Zergetenê man. Heta pola duyê dibistana berhevî li wêderê xwînd. Ji ber zora Şerê Îran-Îraqê û bombarana hema bibêje herrojî ya Xanê ji aliyê frokeyên Îraqî ve ji Xanê jî barkir û çûn bajêrê Şinoyê. Sala dûmahiya dibistana berhevî, ko li Îranê çar sal in, li Şinoyê xwînd û wekî kesê yekê di dîroka Şinoyê da li Zanîngeha Zanistên Pizişkî ya Şîrazê li xwîndina pizişkiyê hat wergirtin. Heft salên xwîndina xwe li Şîraz qedandin.

Li heyama xwîndina xwe li zanîngehê, pardarî gelek çalakiyan bû. Ji bo jiyara xwe ders dida xwîndinkarên dî û di her biyaveka hizirkirî da kitêb dixwîndin. Li heyama Revîna Tevane ya Kurdên Kurdistana Başûr li piştî Serhildana Bihara 1991'ê, tevî hindek hevalan û bi arîkariya Koma Heyvika Sor ya Îranê û hindek aliyên mîna Mizgefta El-Heseneyn bi pêşnivêjî ya rehmetî dr. elî muzefferiyan arîkarî ji bo kurdên ko ji Îraqê revîbûn kom dikirin. Yek ji çalakiyên dî yên wî jî ew bû ko bi arîkariya hindek hevalên kurd li zanîngehê şeveka hozan (şî'r) û edeb û dîroka kurdî rêkêxist (organîzekir).

Li sala 1997'an vegeriya Kurdistana Başûr û li Mesîf Selahedîn anko Pîrmam akincî bû. Wekî pizişkekî du salan li Nexweşxaneya Rizgarî li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê xizmet kir. Paşra, salek û mehekê li Pîrmam ma. Li Reşemeha 2000'î ji bû rahînaneka pizişkî ji bo heyama heyvekê li Elmanyayê ma. Li payîza 2000'î bû rêveberê karûbarên teknîkî li dîwana saxlemî ya istana (parêzgeha) Hevlêrê. Du salan şûn ve, ji ber karên xwe yên rêvebirinê, pileya wî ya karî hat berizkirin û bû Rêveberê Giştî yê Plandananê û Fêrkirina Saxlemiyê li Wezareta Saxlemiyê li Hukmeta Herêma Kurdistanê. Niha jî ew her di wê karî da ye.

Yek ji karên wî kirî ew bû ko bi arîkarî ya pizişkên awstriyayî anko nemsayî çend zaroyên kurdan, ko çaresera nesaxiyên wan (mîna kunbûna dilî) li Kurdistanê nebû, ji bo çareserkirinê şandin wî welatî. Hijmara wa zarowan gehişt 12 zarowan.

Li sala 2001'ê ve bi arîkariya rêkxistiyeka swîsî li bajêrê Jênêvayê bû sernivîskar û serperiştîkarê projeyeka wergerandina (paçvekirina) kitêbên pizişkî bo ser kurdiyê. 12 kitêb ji wan kitêban jî bi zehmetiyeka zor belav bûn û ew proje ji ber hindek egeran nehat dawîkirin.

Li dema şerê Azadî ya Îraqê li bihara 2003'an, wî wekî rêkxerê (koordînatorê) hemî rêxistiyên Ne-Hikûmetî (NGO) yên ko li Herêma Kurdistanê di warê saxlemiyê da dixebitîn kar kir.

Ji zivistana 2003'an heta niha sernivîskarê kovara heyvane ya Tendirustî û Komelê ye ko ji aliyê wezareta saxlemiyê bi herdu zaravên soranî û kurmancî derdikevit.

Li dema dirêja karê xwe da çend carekan wekî endam an serokê şanda Kurdistanê pardarî di gelek sêmînar û konferans û rahînan da kirîye. Ew li vê heyama bihurî her wekî koordînatorê serekî yê wezareta saxlemiyê digel aliyên herêmî û navneteweyî xebitiye. Koordînatorê destpêk digel damezrandina tîpa zeytûnê ya Leşkirê korê ya başûr li Hevlêrê ew bû.

Heta niha gelek gotarên wî di kovar û rojnameyan da belav bûne. Ew li ser babetên wekî zimanê kurdî, saxlemî û revanzanistî dinivîsit. Çend kitêbekên wî ji bo zarokan jî belav bûne.

Ew zewicî ye û çar zarên wî hene.



21.03.2017 22:23 | xwelî li ser

2. di vê bernameyê de dibêje peyva çalakvan şaş e, lê ez dibêm active: çalak û activist: çalakvan tevîhev dike. (7:34)



15.01.2022 10:38 ~12:08 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lezgînê çalî

Kategoriyên mijarê:: niviskar niviskar niviskar kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî