Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
rexne - tirşik
rexne
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. rexne li rex me tune! lê özeleştiri hetta sibê oqyanûs..



31.08.2013 19:55 | endazer

2. ji mêj ve ye di civîn û cime'etan de gava ku behs û mijar tê rexneyê, gilî û gazinc xwe didin der, û şîretên ku ev sedan sal in ku bavkalên me li me dikin, ji layê wan ve dibin şal û şapik. herê gidiyano, sergînê we qediya, dora şîretan.



31.08.2013 20:26 | înano lo

3. (bnr: xwerexne)



26.02.2014 19:37 | mergehez


5. kar û tevgerên kesan yên bi başî an nebaşî tên ziman daku bên başkirin..



08.01.2016 17:52 | shorbevan

6. Eleşti-öz eleştiri bağlamında rexne piranî bi wateya xweyê neyenî tê têgihiştin lê carna rexneyên erênî jî hene...



08.01.2016 22:23 | rikef

7. rûmet û nirxdayîna tiştekî an kesekî ye. li gor vê rastiyê, pesindana tiştekî an kesekî jî, dibe rexne. lê rexne, ne tenê pesindayîn, bêtir destnîşankirin û bilêvkirina kêmasî û şaşiyan e. loma ku pirê caran mîna têgiheke neyînî tê fêhmkirin û ev têgihiştina şaş, ji ber hestyariya zêde ya civakên paşvemayî, êdî dibe mîna çek. êdî di bin navê ”rexne”yê de, êrîş têne kirin.



07.08.2016 20:56 | tizbîkêş

8. Di pirtûka ponijîn de rênas jiyan rexneyê gelekî baş pênase dike û pêwistiyên ji bo rexnegiriyê xweş rêz dike. Di nav van pêwîstiyan de;
- rexnegir mijara rexneyê her çi jî be divê xwedî zanîneke berfireh be û ji bilî mijara rexneyê divê serwextî gelek lewn û dîsîplînên cuda jî be.
- rexnegir divê ne ji ber ku di karekî de têkçûye, bi ser neketiye û bi hestên tolhildanê nêzî rexnegiriyê bibe û dest bavêjiyê.
- rexnegir divê kesayeteke wî ya têr, tijî û têgihiştî hebe ku di rexneyên xwe de êrîşkariyê neke.
- mebest ji rexnekirinê rastkirin, başkirin û pêşvebirin e.
- rexnegir divê ji hejêkirin û nefretê wêdetir, ji egoya xwe bêrî bi helwesteke zanistî û ji subjektîvîteyê dûr bêyî ku xwe bixin navendê erênî û neyêniyên mijara cihê rexneyê bînin pêş.
- divê rexnegir fikrên xwe li ser mijara rexnê ferz neke. Di vir de mînakekî ji mîtolojiya greka kevn dide. hûtek hebûye, mêvanên xwe gelekî baş diezimîne û di xwarin û vexwarinê de tiştekî ji wan kêm nake. lê dema razanê mêvanên xwe dibe ser textê razanê û mêvan eger kin be wan radikişîne û eger dirêj be jî wan didewsîne û bi vî awayî ji bo li textê razanê biguncin wan li qeys û qalibê textê razanê tîne û dikuje.

Rênas Jiyan ji bo rexnegirên ne ji ber daxwaz û hilbijartina xwe lê ji ber girr û rik û nefretekî dest avêtine rexneyê û rexneyan wek çekekî bikar tînin dibêje rexne-girr û dîsa ji bo rexnegirên bi hestên xwelîserî û bindestiyê ji bo kêfa serdest û desthilatdarên xwe yên gurr bînin bi navê rexneyê berhemên bindestan biçûk dixin jî navê rexne-gurr li hev aniye.



19.03.2022 20:10 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» rexneyên ji bo pêşveçûnê

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî