Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 12 peyam
rengo rengo boyaxkirina kuça hunerê ya amedê - tirşik
rengo rengo boyaxkirina kuça hunerê ya amedê
(0) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. dema min îro kolan bi wan rengan dît bindestî û xwelîseriya kurdan hate bîra min.. kurdên ku serê xwe bi êş û problemên xudan û serdestên xwe diêşînin.. kurdên ku hay ji rojeva kurdan û kurdistanê tunînin lê dizanin serdestên wan kengî li kû derê tirrek nizanim çend desîbel kiriye.. kurdên xwelîser.. kurdên ku berdestk û xulam û xinamên serdestên xwe.. kurdên dil dayîn kêr û kîr û qefesa dijminên xwe..



31.08.2013 20:00 | endazer

2. çalakiyek xweş e, bi vê hêcetê kuçeyê kirine kesk û sor û zer.

heç weke her çar parçê kurdistanê rizgar bûne, her yekê rojeva xwe afirandine lê van xortan rojeva tirkiyê şopandine!

kurdistana bakur berevajî parçeyên din ne parçeyek yekgirtî ye û loma jî navbera kurdan û tirkan de ne sînorek cografî ne jî sînorek çandî heye. helbet xwezî ne wisa bûya lê rastî ev e. ya rastî sedema zêdetir pêşketîbûna kurdên tirkiyê jî ev e.



31.08.2013 20:23 | simurg56

3. xweşik buye lê weke hevalekê gotî wexta min jî ev mijar dît yekcar rojevatirkiyê û dûvikbuna kurdan niqutî binê dilê min êşekê bera ser dilê min bu.

(bnr: rojeva bindestan)



31.08.2013 21:10 | azadixwaz

4. çalakiyeke xweş e, rast e, lê roja ku em çalakiyên xwe ne bi tesîra hinên din çêbikin dê rasttir be. afirînerî, hebekî dî jî afirînerî.



31.08.2013 22:09 | înano lo


6. nîşanê bindestbîyayîşê Kurdistan o, hema zî hîşa ma ha destanê tirkan de.



11.09.2013 09:13 | gelterecî

7. Li dbekir tirk jî dijîn, heye ko kurdan wusan nekiribin. Hema ji carekê ve nexin stûyê kurdan û psîkanelîza wê nekin ezîzno.



11.09.2013 13:44 | hemdilaarda

8. yek ji nav kesên ku di boyaxkirinê de cihê xwe girtî li ser facebookê hevalê min e.. Û xwudê ji bihêlê ji bavê re kurd e û kurmanc e.. camêr di facebooka xwe de dibêje me bi heljkeftina hatina roja aşitiyê kolan boyax kir.. lê mebest çi jî be ev proje ji bin qûna tirkan derketiye.. û em kurd jî mixabin hîn dûvik û terriyên rojeva tirkan in.. wek di vê meseleyê de jî diyar û berbiav dibe.. ji xwe kengî kurdan rojeva xwe çêkin û ber û bala xwe bidin ser meseleyên xwe hingî kurd jî ji bindestiya xilas dibin û kurdistan jî azad dibe..



11.09.2013 13:57 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rengo rengo boyaxkirina kuça hunerê ya amedê
» rengo rengo boyaxkirina kuça hunerê ya amedê

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî