Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
meydana mizgefta mezin a amedê - tirşik
meydana mizgefta mezin a amedê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. meydaneka mezin e, di navbera mizgefta mezin ya amedê û xana hesenpaşayê de ye.

li alîyekî mizgefta mezin, li alîyê din amedî, turîst, xerîb; li alîyekî simîtfiroş û boyaxcî û soldirû û çayfiroş, li alîyekî zêringer û zîvinger; li alîyekî pîr û kal û gundî û ticar û tizbefiroş, li alîyekî ciwan û gerok û seyda û sofî.

li nava meydanê kursîyê dar u masê piçûk he ne, ji serê sibê heta roj diçe ava kursî vala nabin, her tijî mirov e, li ser her masê civatek digere: yên navsere û kal bêhna fireh mesela dibêjin, hinek bazar tizbeya dikin, hinek titênê dipêçin û hinek jî wek min serê xwe kirine nav telefonê.

hûn jî werin çayê vexwin.

edît: çay hefsedûpêncîyî ye.



22.02.2017 12:53 ~12:55 | xendekî

2. meydaneke piçûk e lê ji ber ku xaçerê û navenda kolan û cihên tûrîstîk e her gav qelabalix e, yên ku di vê derê de rûdinîn ji ber bêhna wê ya dîrokî, efsûnî û kevndar rûdinin. ji ber ku çaya vê derê kêrî serî pîvazê jî nayê, her gav tehl î beyat e.

beriya xendekan pirr xweş bû, piştî xendekan di sûretê mirovan de her gav xemgîniyek heye, wek ku dê dîsa xerabe be her tişt...



22.02.2017 13:35 | ferhenga şikestî

3. Çaya wira pir xweş bû. Min li ser hev 5 çay vexwaribû.
meydaneke piçûk û şirîn e

ez carekî li wir rûniştibûm, dînekî amedê parava dizîkava peleguha min paç kiribû *



23.02.2017 01:30 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» meydana îstasyonê
» mizgefta kurşunluyê
» mezinên me digot

Kategoriyên mijarê:: geruturistik geruturistik geruturistik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî