Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
yeni şafak - tirşik
yeni şafak
(6) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. rojnameya nêzikî hikumeta akpê ye.

van rojan bi skandala hevpeyvîna noam chomsky rojevê de ye.

berî çend rojan rojnamevanê yeni şafakê burcu bulut bi Noam Chomsky re hevpeyvînek çêdike. pirsan bi riya înternetê dipirse û bersivan jî mailek distîne.

lê piştî ku hevpeyvîn tê weşandin Chomsky dibêje, hevpeyvîna weşandî de gotinên ku ne aîdê wî ne, hene.

li ser vê yekê yeni şafakê îro bi nivîsekê xwe -qaşo- parastiye lê qebûl kiriye ku hevpeyvîna weşandî de 3 hevokên ku heç weke ji devê Chomsky derketine hatine weşandin, ne aîdê wî ne, burcu xanimê bixwe lê zêde kiriye.

her 3 hevokên ku yeni şafakê qebûl kiriye ku burcu bulutê bixwe lê zêde kiriye ev in:

"- 'Devrik Cumhurbaşkanı Muhammed Mursi yanlılarından oluşan, demokrasi özlemi içinde hareket eden kitlesel bir direniş gördük.'

- 'Özellikle İhvan Sözcüsü El Baltagy'nin katledilen kızı Esma'nın dramı unutulacak gibi değil.

- 'Lübnan ve Tunus da topun ağzında.' "



weke tê dîtin hevokên ku ji quna xwe hatine avêtin, îdîayên cidî ne.

yeni şafak bi vê bûyerê xwe rizîl kiriye.

ji ber vê yekê wergerên ku ji aliyê weşanxaneyên van oldarên bêxwedê ve hatine wergerandin, nayên xwendin. bi taybetî jî yên tolstoy.



31.08.2013 17:08 | simurg56


3. numûneya hevoka ku dibêje gelo însan dikare heya kuderê derewan bike ye. Êdî çiriya ye. Ji derwan çiriya ye. Wellehî dilê min bi wan kesan dişewite ku vê rojnamê dikirin û dixwînin.

Here lînkê



06.04.2015 16:01 | ceso

4. rojnameya ku min bi saya wê salek sax burs standibû ji weqfa hayatê. dema ji bo zanîngehê çûbûm stenbolê, min ji bo bursê, serî li gelek deran da. yek ji wan jî ev weqf bû. digotin nêzikî akpê ye. me wisa bihîstibû. piştî serlêdanê pêvajoya mûlaqatê hebû. roja mûlaqatê, ez li mala hevalekî, li uskudarê mabûm. sibeh rabûm da ku herim cihê mûlaqatê. berî ku li vapurê siwar bibim, min rojnameya yeni şafakê kirî. di wê niv saeta rêwîtîya vapurê de, hemû nivîsên nivîskarên rojnameyê xwendin û di zihnê xwe de wan kategorîze kirin.
dema ketim mûlaqatê, ji min pirsîn bê ka rojname dixwînim an na û kîjanê dixwînim. min jî got yeni şafaqê dixwînim. got tu ji kîjan qunciknivîsan hez dikî, min tehlîla nivîsên koray duzgoren, ahmet taşgetiren, kurşat bumin û çend kesên din kiribû. binêr, navên wan hê jî di bîra min de mane. çimkî, min min wek ku dersek be, xwendibû. jixwe ev nivîskar hema bêje hemû, paşê ji rojnameyê veqetîyan an jî hatin avêtin.
min behsa nivîsa wan ya wê rojê nekiribû. heç wekî min her roj wan xwendibe, min behsa şêwe û zimanê wan kir. qey wan jî bawer kirin, burs ji min re derket.
min salek sax her meh bursa xwe girt û qet tevlî xebat û civînên wan nebûm. jixwe teqez ji zanîngehê jî îstîxbarata min girtine.
loma sala duyem, bi hinceta ku li efxanîstanê nexweşxaneyek ava dikin, bursa min birrîn. lê di rastîyê de bursa hevalên min yên din, zêde jî kirin.
dîsa jî baş bû. qet ne poşman im *



21.06.2020 13:30 ~13:31 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yeni diyarbakirspor

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm rojname
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî