1. min dibeecîne . |
|
12.08.2013 00:17 |
cîncoqo
|
2. mixabin qedera wî guherîna ber bi "i" ye û bêbext e. |
|
12.08.2013 17:19 |
simurg56
|
3. pir kêfa min tîne ji ber ku li klavyeya tirkî de î ê û nivîsandin zehmet e û ev yek hêjmara î'yan kêm dike. yaw ya rebbî şikir, ez çiqas tiral im lo? |
|
12.08.2013 22:18 |
gerezbabuma minêporêtebialasta
|
4. li gorî hinek rêzimaninan dengê wê dikeve û dibe i.. li gorî min jî çendî zêde ne rêzikek girîng û elzem be jî bê guhdan û pratîzekirin wê çêtir be.. |
|
12.08.2013 22:42 |
endazer
|
5. her çendê "i"ya beriya "y"yê rihettir bê xwendin û toh ez jî wiha binivîsim jî, divê ev nebe qaydeyeke zimanê me û li ser navê standardizasyonê li ser me neyê ferzkirin. |
|
13.08.2013 00:26 |
înano lo
|
6. bawer Im qaîdeyek pêwîst e, û wextê ku heye divê em guh bidinê, hinek heval çavên xwe li tirkî digerînin û dû re çi di kurdî de tune be dibêjin kêmasiyeke giring e û çi lê zêde be dibêjin ne pêwîst û sergêjiyek e. ka herine lo, ev zimaneke cuda ye hA. |
|
14.09.2013 23:02 |
azadixwaz
|
7. biborînin lê ez ne bawerim ku ev qeyde hêsaniyek ji bo xwendina ziman pêk tîne. weke mînak, peyva "biyan". |
|
19.10.2013 12:06 |
seranser
|
8. I ya ku çewt hatiye nivîsandin . |
|
22.10.2013 00:35 |
brusk56
|
9. dibe 'i'.. |
|
22.10.2013 01:39 |
rexnegirêtagirtî
|
10. herfa y'yê bûye sebeb ku milê hin herêman bibe ling û li hin hereman jî ling bibe mil: |
|
22.10.2013 08:54 |
aryâspa
|
11. ser o pêameyîşêk çin o. hewce nîyo ke merdim "î"yo ke verê herfa "y"î de yo sey "i" binuso. Wendiş û nuştiş de alozî vejeno meydan. |
|
22.10.2013 13:04 |
kurdane
|
12. di kirmanckî de ev yek nîn e û di kurmancî de jî me li serê xwe kiriye bela. |
|
22.10.2013 14:57 |
gulan
|
13. Weşanxaneya nûbiharê dev jê berda niha jî piştî 10 salan Weşanxaneya lîsê destpê kiriye |
|
13.04.2015 22:11 |
cîncoqo
|
14. (bnr: kurdî de berî tîpên h û y nenivîsandina tîpa î) |
|
13.04.2015 22:15 |
simurg56
|
15. li gor biryara rêbera rastnivîsînê êdî azad e, ne hewce ye xwe bike i. |
|
17.03.2019 11:58 |
xendekî
|
16. tevlî tîpên azad bûye. ji bo wî/wê kêfxweş bûm, jixwe min jî îradeya xwe ya ji bo azadkirina wî/wê berî 4 salan dîyar kiribû: î ya berî y yê/65509 |
|
17.03.2019 17:16 |
simurg56
|
17. ji bo min mîrateya Celadet e, di vê jiyana min a kambax de kêm tiştên ku ji bo min quds û pîroz in hene. yek ji wan jî celadet e. ji bo malpereke biyanî carûbaran karê transkrîb, û wergêriya kurmancî dikim. Çend roj berê min dît ji min re maileke reworkê şandine ji bo ez î yên berê y yê destê xwe nedimê, min qebûl nekir, min got ev bû heftî heştî sal ev rêzik heye, xelet jî be cihê xwe girtiye. ez ê neguherînim û eger hûn ê biguherînin ez ê êdî ji bo we tu karî nekim! gotin bila, ew sax û ez silamet! yên ku bi pey van tiştên beredayî ketine, li ser mîrasa celadet dixwazin navê xwe derxin pêş, şîret û qewîtiya min li wan aş çûye bila bela xwe ji çeqçeqokê vekin! |
|
16.02.2020 15:31 |
endazer
|
18. Tiştê ku nikarim dev jê berdim. Kurdên li dinyayê giş kom bibin û bêjin "ev xelet e" jî Ez ê heta mirinê wisa binivîsim. |
|
17.02.2020 03:01 |
biaqila malê
|
19. (bnr: hindik ma ez bigirîm) |
|
17.02.2020 07:41 |
mirovekirind
|
20. min cara ewil xwe li ber nenivîsandina î'yê eciz kiribû lê bi tecrûbeya salan fêrî vê rêzikê bûm, aniha jî nikarim fêrî nivîsandina î'yê bibim, ez bawer dikim ku piştî tecrûbeya salan fêrî î'yê bim û dûre cardî zimanzan û pispor derên û bêjin na êdî i ye* |
|
17.02.2020 09:44 |
ferhenga şikestî
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [2] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [2] |
|
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1] |
|
python [4] |