Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
tirsên zarokatiyê - tirşik
tirsên zarokatiyê
(0) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. gava ez zarî bûm em li dêhekî xarpêtê dijiyan.
xaniyê me pir gir bû. bişev rabûn û çûyina tualetê seba min tirseka mezîn bû.
min digot keh di çatiya xênî de kal û pirên me kûllî min dipên.



23.01.2017 11:22 | elaziz izzetpasa camii

2. yên ji me çêtir yanî Cin , esker yanî leșker, gur, hût, tarîtî, mirî.



24.01.2017 00:10 | gumgumok

3. (bnr: ebedîtî)



24.01.2017 09:09 | cinorek

4. (bnr: tarantula)
ne bi henek, di gundê me de tevnepîra tarantulayê hebûn, piştî cîn'an em herî zêde ji vê ajalê ditirsiyan



24.01.2017 13:56 | ferhenga şikestî

5. (bnr: anarşist)
Rojekê anarşitan dora gûndê me girtin. Nizanim mesele çibû. Tiştek ji gûndiyên me dixwastin. Mezînên gûnd jî ew qebûl nedikirin.
Paşê leşkerên dewletê hatin û şêr derket. 4 anarşît hatin kuştin. Leşkerek û gûndiyek şehîd ket.
Paş vê rojê herkesê kala anarşitan dikir. Digotin ew ê disa warin û hwd. Em zarok jî bi tirsa anarşitan mezîn dibûn.



31.01.2017 08:42 | elaziz izzetpasa camii

6. (bnr: dêw)
(bnr: dêwê şevê)



31.01.2017 12:13 | xendekî

7. ji bo zû razanê dayika min hema qala eskerên romî dikir. "va ewê anuha werin û we bibin, ş'xwe-re rakevin de hadê!"



31.01.2017 13:55 ~16:39 | biruya hayao miyazaki

8. 1.) tarîyê ditirsiyam lê niha tariyê hez dikim.

2.) mirina dê û bavê xwe ditirsiyam û hine caran ji bo vê digiriyam.

3.) zarên mehla jorê

4.) xezala heft çirtik * (cînareke me bû. zarên mehla jorê ji xwe nebîyê wê bûn)

5.) şêr.



31.01.2017 22:59 | bûtîmar

9. mirina ciya min. Dema ku nexweşiya diya min derket holê, ez pir ditirsiyam ji mirina wê û min digot ''êêe êdî kî ê ji me re xwarinê çêbike??'' axxx xwedaaa ez çi çillek im.



31.01.2017 23:05 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirsên zarokatiyê

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî