Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
gelo komeleya nivîskarên kurd tê girtin - tirşik
gelo komeleya nivîskarên kurd tê girtin
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîsa cemîl oğzu'a diyarname

"Li Amedê Komeleya Nivîskarên Kurd heye. Gelo ev komele dê bê girtin?



Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê hate avakirin. Edîb Polat wisa qala vê avakirinê dike: "Di êvara roja 04.03.2004’an de, ji bo destûrê rayedarên Buroya Komeleyan bang li min kirin. Rêxistina me bi navê 'Komeleya Nivîskarên PEN’a Kurd' hatibû damezrandin.

Me navê PEN’ê kiribû mertal û şerê bikaranîna navê 'Kurd' qezenc kiribû. Rayedarên dewletê me parçeyek ji PEN’a Navnetewî dihesibandin, lê di rastiyê de tenê têkiliyek me ya lawaz bi PEN’a Kurd re hebû. Lewma nameya Serokê demê ya Zerdeşt Haco gihîşt destê me ku daxwaza qebûlkirina 'buroya PEN’a Kurd' ji me dikir. Di rêveberiyê de ev xwestek hat nîqaşkirin, lê nehat qebûlkirin û bû sebebê ku PEN’a Kurd şûr li me bikşîne. Wiha digotin: 'An hûn dê bibin buroya me, an hûn dê wê komeleyê bigrin, an jî navê wê biguherînin'.” (1)



Belê nîqaşa li ser navê komeleyê bi paş ve gavavêtina rêveberiya Komeleya Nivîskarên PEN’a Kurd bi dawî bû û navê xwe kirin: “Komeleya Nivîskarên Kurd”.



Ev komele heta îro her di nava xwe de, di nava nîvîskaran de bi nîqaş bû. Ji ber vê yekê jî heta îro di van 9 salan de 6 serok (bi rêzê Edîb Polat, Rêzan Tovjîn, Mehmet Devîren, Îrfan Babaoglu û Şêxmûs Sefer) guhartine. (2)

Divê em vê jî bibêjin, komeleyê heta niha hin kar jî kirine. Bi ya min xebatên ku kirine ji PEN'a Kurd a li Almanyayê zêdetir bû. Komeleya Nivîskarên Kurd bi taybetî bi Başûr re, bi parçeyên din ên Kurdistanê re têkiliyeke saz kiribû jî.

Di nav rewşeke wisa de komek nivîskarên kurd ku hin jê rêveberên Komeleya Nivîskarên Kurd bûn dikirin ku navenda PEN'a Kurd bînin Amedê.

Lê çi bû, çi nebû (meseleyeke dûdirêj e) di roja 18'ê gulana 2013'yan de bû. PEN'a Kurd a Almanyayê ku nehiştibû Komeleya Nivîskarên Kurd navê “PEN'ê” bikar bîne li Amedê kongreya xwe ya 8'an li dar xist. (3)

Di vê kongreyê de Şêxmûs Sefer bû Serokê PEN'a Kurd.

Şêxmûs Sefer Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd bû. Bêyî ku ji Serokatiya Komeleyê îstîfa bike, bêyî ku haya rêveberên komeleyê pê bixe bû Serokê PEN'a Kurd a Almanyayê (Ku ev komele bi xwe li Almnayê bi awayekî fermî komeleyek e, lê rêveberiyên xwe ji fermîbûnê wêdetir, di nav delegeyên xwe de hildibijêre. Di kongreya dawî de jî ji sedî zêdetir delegeyê nêzî 30 delegeyî lê amade bûn). Û bi hilbijartina Sefer re tayê bûbû zirav li vê derê qetiya.

Pêşî fikra min: Bi ya min haya rêveberên Komeleyê heba jî tuneba jî Sefer heta ji Serokatiya Komeleya Nivîskaran îstîfa nekira divê peywireke wisa negirta. Lewma ev tiştek etîk e.

Ger Sefer bibêje, "Ji nişke ve çêbû" jî dîsa bi ya min ne tiştek etîk e hem ji aliyê Sefer ve hem jî ji aliyê PEN’a Kurd ve... Çawa kesek serokê saziyek be bêyî jê veqete bê bibe serokê saziyek



din? Li kîjan pîvanên etîkê ev yek heye? Mînak Serokê rêxistineke BDP’ê here bibe Serokê rêxistineke KADEP’ê bêyî ku ji serokatiya xwe îstîfa bike…

Ez eşkere bibêjim; Şêxmûsê ku li ber çavên min dibiriqî, bi vê gavê re ev biriqîna wî temirî. PEN’a Kurd ku min wekî saziyeke kurd qîmet didayê jî bi vê hewldanê qîmeta wê li ber çavên min têk çû.



Û herhal rêveber û endamên komeleyê jî li ser Şêxmûs Sefer wisa fikirî ne ku bi hilbijartina Sefer re hinan ji rêveberiya komeleyê, hinan jî ji endamtiya komeleyê îstîfa kirin.



Rewşa Dawî

Niha ji ser Kongreya PEN'a Kurd re 3 meh derbas bûne. Di van 3 mehan de Şêxmûs Sefer ku dixwest rêberî li hev bicivîne, hem îstîfaya xwe bike hem jî kongreyek li dar bixe lê nekarî. Nekarî Rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd li hev bicivîne û biryara kongreyê ji bo komeleyê bigire. Çend caran bang li rêveber û endaman hatiye kirin lê encam nîn e.

Dîsa li gor agahiyên ku gihîştine ber destên min di vê demê de serokên komeleyê yên berê jî hatine ba hev lê dîsa encamek derneketiye.

Di dawiya dawî de heta niha xitimandinek çêbûye û ev xitimandin didome. Nivîskar Azad Zal di kovara Dîwar de ji bo vekirina vê xitimandinê wisa gotiye: "Tenê alternatîfek heye, ew jî ev e: Divê ku konferansa rewşenbîriyê li dar bikeve, hemû kesên ku xwe wekî nivîskar dibînin bêne vexwendin û bibin delegeyên konferansê. Bila konferans tenê li çareseriya yekîtiya nivîskaran bigere. Piştî wê kongreya nivîskaran li dar bikeve û kongre wekî îdareya nivîskariyê derveke pêşberî qada navneteweyî ewê gelek çêtir be." (4)

Bi ya min jî ev pêşniyarek baş e.

Lê îro dema em li meseleyê dinêrin helwdaneke wisa jî nîn e.

Bi kurtahî, niha komele hatiye ber girtinê. Ger komele bê girtin yekemîn komeleya ku li Bakur bi navê "kurd" bi awayekî fermî hatiye avakarin dê bê girtin. Ger bê girtin dê bibe yekemîn komeleya kurdan ku dewlet nagire lê ew bi xwe digirin. Û bi ya min ger komele bê girtin berpirsê vê yekê pêşî dê Şêxmûs Sefer be û pêre jî hin kesên piştgirî didan û di heman demê de bi siyasetmedaran re jî di têkilî de bûn.



Lê digel her tiştî jî, tiştê ez dibînim rêxistina kurdan, hin nivîskarên dilsoz dê nehêlin ev komele bê girtin. Her çiqas şûşeya dilê gelekan şikiyabe jî bi ya min dê hin dilsozên vî karî xwe bidin ber vê barê komeleyê.

A bixêr…"



***



28.08.2013 20:37 | newenda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelo rojê çend nivîsên ku agahî di wan de hene di tirşikê de tên nivîsîn
» komeleya lêkolînên kurdî
» nivîskarên ku divê bi şiva terr li wan were xistin
» kurdên bi tirkî ji hev hez dikin
» têbeste
» girtina ceylana qaçax

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi nuce niviskar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî