1. xewnên ku piranî tên jibîrkirin ji ber ku bêwate ne. lê min xewna xwe ya duh ji bîr nekir; |
|
08.01.2017 15:44 |
simurg56
|
2. pêşî (bnr: îja xeyn çi ye) |
|
08.01.2017 16:30 |
kocer.rojhelati
|
3. Xewna min a hefteyeke beriya niha. |
|
12.01.2017 12:32 |
ferhenga şikestî
|
4. berî çend roja min dît: ez hevaleke xwe û kayyumê batmanê, me li kuçeyên batmanê digeriya û ne niqaş dikir li ser rewşa batmanê. |
|
12.01.2017 20:22 |
xwelî li ser
|
5. Ecêb e an nîne nizanim lê min du roj ewil di xewna xwe de dît ez ketibûme girtîgehê û hindir de zehv cixare dihate kişandin. ez ji bêhna cixareyê acis dibûm. |
|
12.01.2017 21:57 |
bûtîmar
|
6. min jî di xew de dît ku ez çûme hîvê lê wekî ku digotin nîn bû, oksîjen hebû, av hebû, dar hebûn lêbelê ecêba xwedê "lojmanên toki"yê jî hebûn (emojiya mirûztehlkirinê) |
|
13.01.2017 11:42 ~11:55 |
ceso
|
7. berî destpêka dibistanê gelek caran min tiştên weke xar û gokan didîtin ku herdem dizîvirîn, dimeşîn û dibihûrîn. geh biçûk dibûn geh mezin dibûn û ser bi min ve dihatin. ew e ku pêl min nedikirin. di pola 8mîn de min meyzand ku analîtîk geometrî , geometrî û hawîdora mın a di wan xewnên min de ditijibihine hevdû. îda ecêb kêfa min ji matemetîk û geometire hat. hêjî ez ji mat û geo hez dikim. * |
|
13.01.2017 18:22 ~18:27 |
gumgumok
|
8. ez kengî bitirsim yan jî aciz bibim di xew de metroyekê dibînim. ez li metroyê siwar dibim û ew metro di tuneleke tarî de winda dibe bitirs şiyar dibim. |
|
13.01.2017 18:56 |
gêjê
|
9. pêr min du xewn li ser hev du dîtin. a ewil ev bû: ez di nav cihê xwe de radikevim, dema şivaqê ye. çarşefên doşek û lihêfa min spî ne. keseke pisîkeke nû-welidî anîye. çavlixew zorê piştên çavên xwe vedikim. pisîk qasî mista min e û cihê xwe xweş dike li ber destê min û pişt, çima, dev tiliyê min dike. tu naêşe lê kêfa min ji devkirina wê nayê. hewl didim lê ez nikarim destê xwe xilas bikim û heman demê xew giraniya xwe dide min... di xewna xwe ya duyem de jî min kevokeke bask-şikestî dît. heyfa min lê tê. lê xuya ye, ez dizanim ku ew baş dibe. baskê wê ya çepê şewitî ye. |
|
05.01.2018 20:47 ~20:48 |
biruya hayao miyazaki
|
10. Min rêya aveke pingehayî ya mişarekê vekir daku jê biherikê û do caran destê miriyeke nas maç dikir. Xewneke zehf watedar e zehf. |
|
05.01.2018 22:17 |
gumgumok
|
11. Berî aniha çend mehan min xewnek pir ecêb didît ku nihaka tê bîra min. |
|
01.08.2021 21:25 ~21:27 |
pîroz
|
12. telefona min şikestîbû min jî go "temam ev qas xewn temam e". paşê min dît ku telefona min ê delal yekparî bû. oxweş. |
|
20.02.2022 18:01 |
heval.js
|
13. şevê dî min di xewnê de ciwan haco dît. şofêrtî dikir di navbera amed û mêrdînê de. pereya min têrî nekir û min got ser min zêde nîne. gotê: mesele nîna xwîşka min rûna, kêfa xwe binêra. û di rê de stranên xwe yên herî xweş lîland ji me re. xewna min a herî xweş û ecêb.* |
|
20.02.2022 21:22 |
ezcan
|
14. yên min bi taybetî ecêb nîn in lê ecêbîyek wissa tev e ku berî razanê çi hişê min de bibe ew dikeve xewnên min. |
|
09.05.2022 16:42 |
blabla
|
15. Li nêzî gundê me(gundê deştê ye), li nav erdê me min pezkovîyek birîndar dît, min ew girt û min ew bi xwe re |
|
10.05.2022 16:24 |
xabûrî
|
16. Ez bûbûm endezyarê nivîsbariyê û diçûm şîrketekî gelekî mezin. Digihim ber şîrketê û dikevime. Diçim li ser kasa xwe û rûdinim. Û li ser laptopa min logoya tirşikê hebû û ez matmayî mam min got çi? Û piştre dirabûm û derdora xwe dinêrim û yekî por dirêj dîtim wî jî min dît. Berçavkekî xweşik û cilên karîzmatîk xwe kiribû. Hêdi hêdî dihat cem min û got tu ne Horhorîk î? Min got belê tu kî yî? Û wî digot hahaha ez simurg56. Min got çiiiiii????? Herwiha diçûm ser masa xwe û kodên tirşikê dinêrim û ez çi dibînim: tirşik li ser Wordpress vê hatiye avakirin. Min ji simurg dipirsî lê dewama vê nayê bîra min mixabin. |
|
13.12.2023 17:31 ~17:33 |
horhorik
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |