1. fîlmek ji cûreya tirsê ye. dema fîlmên tirsê ne li ser bingehên efsûnî û sersirûştî be, zêdetir jê hez dikim. dema diçin qata jêr û wê jinika dîl-girtî dibînin û zilam bi wan dihese û elektîkê li ser wan dibire, êdî avantaj ya zilamê kor e. ji ber ku ew jixwe kor e û hînî tarîyê bûye. sahneyên di vê taritiyê de dikariya dirêjtir û cûdatir be, lê gelek kut bû kurik jî bi hêsanî ji destê zilam xelas bûnê. lê belê di eslê xwe de, di wan sahneyan de li gorî ciwanan, zilam didît û lê ciwan kor bûn vê carê. min 83 pûan danê. |
|
01.01.2017 13:52 |
simurg56
|
2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
14.07.2020 18:40 |
simurg56
|
3. Kesên ku ji aksîyon û tirsê hez dikin teqezz divê temaşe bikin.Bi mîjar û lîstîkvanan ti carî naşibe fîlmek din.Min bi rastî ev cure (ji aliyê mîjarê ve) fîlm cara yekem e temaşe kir. |
|
17.07.2020 12:04 |
brzn
|
4. (bnr: don't breathe 2) |
|
12.12.2022 20:24 |
simurg56
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |