Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 41 peyam
destdirêjîya cinsî - tirşik
destdirêjîya cinsî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ango destdirêjiya cinsî/seksî. ya ku hema bêje her ro, her saet û kêlî diqewime. bêtir ji aliyê mêran ve li hemberî jin û zarokên ku nikarin xwe biparêzin pêk tê. kengî çavê xwe li nûçeyan bigerînim teqez du sê nûçe derheqê destdirêjiya zayendî de ne. gava dî min nûçeyek Here lînkê xwend, jinek xweyî zarok li batmanê di dawetan de stranan dibêje, piştî ku dawet diqede ji hevalekê xwe dixwaze ku wê bibe heta diyarbekir, hevalê wê di rê de doza bihevrebûnê lê dike, qebûl nake û ji erebeya wî peya dibe, li ser rê destê xwe li qemyonekî dihejîne, li qemyonê siwar dibe ajokarê qemyonê jî bi kêrê ditirsîne û bi zorê dikeve berê wê de.
piştî ku ji qemyonê peya dibe, diçe emniyetê û seba ajokarê qemyonê dike, ajokar jî di îfadeya xwe de dibêje, bi rizamendiya wê û di berdêla 25 tlyan de em bi hev şabûn, pişt re dema tif kir alaya tirk ya di erebê de ku ji hevalê min ê "şehîd" ji min re emanet maye, min jî bi xwe negirt du şeqam lêdan û ji erebê peya kir.
di encamê de dadger 28.5 sal cizayê hebsê li şifêr dibirre û diya wî tîne ser xweşiya wî



14.12.2016 18:10 | endazer

2. mijara ku em mêr, destê xwe kîjan alîyî va biavêjinê emê nekaribin xwe zelal bikin.
em xwe heft ava zemzemê va bişon jî têrê nake bawer dikim.
lewma ew fikrên di hişê min de bila dîsa di wir de bisekinin..



15.12.2016 01:59 | bûtîmar

3. Eyv û şermek girane jibo mirovahiyê û tiştek ko dilê meriv jê li hev dikebeye. Divê bi deh caran, bi sed caran, bi hezar caran û çiqas pêwistî pê hebe civak, mêr û cahil bên agahdarkirin û hişyarkirin. Jiber rewşek pir rezîle; Diya mirov heye xweya mirov heye, jin û zarokên mirov hene kesê ku îro rabeze hineka wê rojek hinek din jî rabezin jin û zarûyên mirov. Jiber vî awhayî hewcehî pê heye mirov bêdeng nemîne, meçe li Aydın aydın û Flash tv'yan temaşe meke * lazime mirov bibêje li her gund û bajerek kerxane hene hûn çima mirovên pak û paqij dilewitînin. Û mirov daxwaza xesandina van rabezînkara bike. Ko sedem olbin her çi dibe bila bibe mirov ravebike, mirov bi wan olan bawerî neyne.



15.12.2016 19:22 | xwedêda

4. piranî ji aliyê mêran ve tê kirin û du sebebên mezin ên vê tiştê hene: 1. ji xwe mêr ji aliyê bedenê û qewetê ve ji jinan hêztir û mezin in. 2. xelk pereştişê mêrbûnê ye. di her tiştê de heq dide mêran. qizulqurta pederşahiyê ye. li ser van du sebeban nêrîna dînê û şîroveyên xelkê jî dînin.



16.01.2018 19:09 | biruya hayao miyazaki

5. li gor ferhenga têgihên hiqûqê:

Her cure reftar û çalakîyên cinsî ku ji alîyê bikerî (tawandar ve, bêyî rizamendîya qurbanî pêk dihên). Mînak: Zîyandîtîyê destdirêjîya cinsî, dibe ku jin yan jî mêr be.
têgihên eleqedar: destdirêjî, acizkirina cinsî
beşa hiqûqî: hiqûqa sizayî
îng.: sexual assault, tr.: cinsel saldırı



29.12.2019 20:16 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» destdirêjîya cinsî

Kategoriyên mijarê:: hiquq hiquq hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî