1. carina çîrokek dirêj e belkî carinan jî tenê rasthatinek e. |
|
22.10.2016 09:46 ~09:46 |
simurg56
|
2. di lîstika murat batgi zimandirêj de mijarek li ser navan hebû di wir de çend nav digotin. dema ku tirşik nav ji min xwest ew nav hatin bîra min di nav wan de yê herî li min dihat ev bû. mi jî bila xwelî li ser bê * û bû * |
|
22.10.2016 17:34 ~17:35 |
xwelî li ser
|
4. navê gundê min e xendek; çîrokeka wê ya dirêj nîn e; lê berê û niha jî mirovên mezin bi navê gundê xwe an jî navê cihê jê hatî dihat binavkirin; ya min jî wilê çêbû; bû xendekî. |
|
23.10.2016 11:27 |
xendekî
|
5. rojekî li ser mailê simurg56 ji min re peyamek şand û got min malperek bi navê tirsik.net vekiriye û tê de ji bo te hesabek bi navê ''endazer'' vekiriye, şîfreya te jî ev e! ;) |
|
15.11.2016 01:09 |
endazer
|
6. li hêta temene xwe ê bîstûçar an diçume ber golikan nava gûl û gîhayên serhêdê de. rojên herî xweş jîyana xwe dê golikvanbum.bo vê yeke ev nav min hilbijart. |
|
07.12.2019 01:33 |
golikvan
|
8. Mêrxas im(li gor xwe) û serhedî me |
|
08.12.2019 00:28 ~00:28 |
mêrxasê serhedê
|
9. tişta ku min ji bo min tu sebeba wê tune, ji ber ku navê min bixwe ceso ye. (bnr: emojiya rûtirş) |
|
08.12.2019 22:56 |
ceso
|
10. Ji ber ku navê xwe pirr hez dikim min navê xwe yê tirşikê jî kir navê xwe.* |
|
08.12.2019 23:11 |
xelîl
|
11. li vir ferhengeke înteraktîf e loma navê min ferheng e. |
|
14.12.2019 16:30 ~16:33 |
ferhenga şikestî
|
12. dema li tirşikê qeyd bûm, wekî dînan min fîlmografiya hayao miyazaki ji ber dikir. min qala wî çiqas hevpeyvîn û nûçe hebin, dixwend. û dilê min ketibû birûyên wî. |
|
14.12.2019 16:47 ~16:48 |
biruya hayao miyazaki
|
13. sal 2013, meha Nîsanê, min lawikek nas kir ku û aşiq bûm. |
|
14.12.2019 17:25 |
gulêê
|
14. xendek navê gundê min e, zarotîya min e, bîra min e, hişê min e, ji ber wê xendekî me |
|
15.12.2019 00:10 |
xendekî
|
15. ez jî serhedî me, lê dixwazim navê xwe biguherînim eger bikaribim. |
|
15.12.2019 19:55 |
serhednişîn
|
16. çi çîrokek navê minî dirêj tune ye. berî bi tirşikê bihesim dema min biryar da ku êdî ezê li ser înternetê bi kurdî binivîsim, fikra hilbijartina navek kurdî ket bîra min. herçî navê têde tîpa 'j' hebe, ji min re xweş dihat. min navê 'tîrêj' bihîstibû. lê bawerim di bin bandora kanûna paşnava de mabûm, ji loma divê min paşnavek jî hilbijarta. ji zanîn û fêrbûnê hez dikim. ji loma paşnavê 'zana' ji min re gûncaw bû. |
|
25.02.2021 13:02 |
tîrêj zana 21
|
17. navê min yên rastî ne merwan e, lê ger min bikarîba navê xwe danîba teqez ez ê kiriba Merwan * |
|
26.02.2021 01:45 |
merwano
|
18. "Pîroz" ji ber ko bawerim jiyan tiştekî gelekî pîroz û bi qedire bi hebûna min re. |
|
26.02.2021 11:39 |
pîroz
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |
|
seyda perinçek [1] |