Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
diranê bîst saliyê - tirşik
diranê bîst saliyê
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. diranên dema meriv bîst salî dibe diavêjin/tên



04.10.2016 22:54 | shorbevan

2. diranên ku êşeke ewqas dijwar ewqas dijwar didin, heçku ew aliyê devê mirov wê jê bibe û wê xwîn tê re biavêje. ev yê min yê sêyê derdikeve. hindik ma bibim 23 hê jî ev dinan derdikeve. van roja yek nîvî derketiye nîvî hewl dide pidûyê bidirîne derkeve, ji ber wê mirim mirim, tu nikarî xweş razî.



05.10.2016 12:29 | xendekî

3. ji ber navê wê mirov qey dibê tenê kesên 20 salî de derdikeve, lê ne wisaye. min xwe 20 salî a xwe de derxist lê yên 33 salî de derxistin jî dizanim. wekî din êşa wê pir giran e. bi rastî mirov ji jiyanê sar dike.



06.10.2016 12:26 | nazim tolhildan

4. Diranên ku hingî dibêjin diêşe ji tirsa wan min ta girtiye. Doh tam min qala diranê bîst salî dikir ku lê hay bûm diranê minê bîst salî jî teqiyaye hêdî hêdî derdikeve. Ne ji ber êşê ji tirsa îhtîmala êşê ez ê bimrim.



06.10.2016 12:37 | biaqila malê

5. diranên wekî her diranê min dema hatin ez pê ne êşiyam lê ji meraqê an sebra min nedihat min zimanê xwe lê dixist, wan gezdikir, di xewde jî rihetiyê nadim wan.. * niha ber bi xwarêde şînbûne, xwarbûne, diranên min yê din jî xwarkirine, her hebek li alîkî çûye, hebkî li hebkî nanihêre wekî derenceyê.. xwedê li wan xistiye *



06.10.2016 19:58 ~20:00 | shorbevan

6. êşa mirinê. ev salek e,carê nêm digirt û kengî wiha dibû li gewriyên min jî dixist û ew jî diwerimiya. asoxî piştî xwarina augmentin bid 1000 mg 10 filmtablet a berî operasyonê, hefteyeke berê bijîşk ew kişand. lê nizanim ji ber çi ye, dîsa nêm girt û do ew êş dîsa gewriyên min werimand. mîrato! Veqetandina randevuya dewletê mûcîze ye, min jî dev jê berda û şev çûm dermanxaneya nobedar û ew antibiyotîka berî kişandinê min vexwaribû, jê xwest lê wî dermanfiroşê qeşeng bi xemginiyeke profesyonel got antîbîyotîk bêrçete nayê kirrîn. min got, bila û çûm acîla navenda bijîşkîyê. bijîşka diranan tunebû, çûm cem cerahê giştî ya nobedar û min xwest. tu yê bibêjî qet augmentin nebihîstiibû. her wiha, dîsa çûm dermanxaneyê û min derman ji wî xortê çavreş histend. niha... min hîn du heb heb ji pakêta dermanê vexwar û helbet bandora wê jî hema hema hîn tune ye lê hêvîdarim sibê dê êvarî bandora wê li cihê diranan/piduyên min keve.

li vir ez spasiya xwe ji apranax jî dikim, xwedê ji te razî be.
lê tê bibêjî qey mewdeya bandora wê jî her diçe kêm dibe. :(

êdî bes e.
:(



18.06.2019 17:30 ~17:53 | biruya hayao miyazaki

7. tiştek neletî ye. salek bû belayê serê min. lê ez jê xilasbûm şikir.*



19.06.2019 13:14 | xelîl

8. dido heb wek camêra derketin heya min jî ji wan nebû. lê yeke li xwarê derdikevê mala min xira kir. serê min çavê min argûşk binargûşk hestiyê hinarkên min tev diêşiyan. arveles bikêr nedihat êdî.

hema bêje derketiye lê di bin goşt de ye. goşt jî qelişî ye hinekî. çûm acîlê gote divê bê hilkirin.. derman dane min. di deh roja de êşa xwe danî. niha çi pirsgirêk tine. bi silametî ji bin goşt derkevê dibe ku hil kim. û xwedê ji paradontax razî be. ji bo pidûyên dirana heqeten jî baş e . mala wa ava . * (bnr: entryên ku reklama dihewînin)



02.12.2020 17:25 | xwelî li ser

9. Diranê ku dibêjin êşa wa pir giran e.
Lê ez jî 20 saliya xwe ji zû de derbas bûme, min tu êş hîs nekir.

edît: li gorî peyama jêr xuya ye yê min jî hê derneketiye (¬_¬ )



03.05.2021 13:08 ~15:38 | merwano

10. Diranê kûrsîya, ên herî paş, li talîya devê mirova de derdikeve.
Ji ber ko hestîyê argûşkên netewa me gelekî teng e pir caran derketina wan î ji bin goşt gelekî xedar e û pir bi êş e. Gava meriv di vê pêvajoyê derbas dibe, germahîya laş zêde dibe, argûhşk diwerimin û êşa dirana davêji serî.

nîşe:
Ziravê min ji êşa wê diqete ji ber ko min rewşa xwişka xwe û xaltîkê xwe dîtîye. Lê ev diran di nav mala me de piştî 25-30 salîya meriv şîn dibe. Axir, hîn kêmasî 4-5 salên min î ko ez bikarim bexemî û bi aramî biqedînim heye.



03.05.2021 14:16 ~14:19 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» diranê bîst saliyê
» bîstan

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî