Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
di tuwaletê de - tirşik
di tuwaletê de
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kitêba herî qels ya rênas jiyan. rênas jiyan di nivîs û hevpeyvînên xwe de hingî xweş qala têgiha "tuwalet"ê dike û ji ber van nivîsan min ew kitêb xwend, lê tişta ku ez li hêviyê bûm rênas ji pozê min der anî. rênas bi rastî di teorîkê de xurt e lê ji xêra xwedê re di pratikê de jî xurt bûya. kitêb şano ye. ne naveroka wê saxlem bû ne jî teknîka wê. di paşgotinê de gotineke weke ku ev kitêb teriya xwe bi yên dinyayê re diqusîne kiribûn.



24.08.2013 21:54 ~2021.05.20 18:10 | înano lo

2. pirtûka rênas jîyan e. şano ye. ji du dîkan û ji çar karakteran pêk tê: xwekuj, fikirdar, bixwexweşanî û girîvan.



29.09.2013 14:49 | takyudin

3. Weşanxane: Belkî

Cure: Şano, ji du dikan

Rûpel: 110

Karakter: Xwekuj, Fikirdar, Bixwexweşanî, Girîvan



Ev şanoya Rênas Jiyan'î ji du dikan pêk tê û sahne ji çar kabîneyên tuwaletê pêk tê. Ez dixwazim bi çend hevokan behsa wê bikim.



Ev pirtûk bi mijara xwe û bi navê xwe pirr balkêş û ecêb e. Çar kesên ku kul û derd û eşqa xwe ji tuwaletê re vedibêjin.



Nivîskarî dest pê kiriye û ji rêzê ve karakterên xwe dide axaftin, dema yek diaxive û derd û kul û eşqa xwe vedibêje dûvre yê din, dûvre yê din, wilê didome. Lewre serê mirov dibe çar labîrentên ji hev cuda û di her yek labîrentî de çar bûyer û çîrokên ji hev cuda û çar jiyan û êşên ji hev cuda çêdibe. Xwekuj behsa xizanî û zengîniyê, Girîvan behsa eşq û evîn û êşa dil, Fikirdar behsa jiyan û desthilatdarî û fîlozofiyê, Bixwexweşanî jî behsa zewq û şehwet û kuştin û têkçûnê dike.



Fikirdar tuwaletan weke weşanxaneyên xwe bi gotina wî gûxaneyên xwe dibîne û biryarê dide ku ew ê ji bo rastiyan ji mirovan re bêje ew ê tuwaletan bike pirtûk û kaxiza xwe û ew ê li ser tuwaletan fikrên xwe vebêje. Ji ber ku civak, a niha ne amade ye ku wî qebûl bike û ew ê jî wan rastiyan bi rêya herî azad bêyî ku nav û nîşanekî li dû xwe bihêle li ser rûpelên tuwaletê binivîse. Û li ser yekî wiha dinivîse: "Divê ne ji ber em koleyê serbestiyê ne em wê bixwazin; divê ji ber em evîndarê wê serbestiyê ne em wê bixwazin."



Girîvana ku mêrê wê yê rojnameger ê ku ji aliyê Bixwexweşaniyê zilamê dewletê ve bi êşkenceyê hatî kuştin ji bo delalê ber dilê xwe, canê xwe çavê xwe ziwa kir ji hêstiran. Ma wê çi nekira ji bo ku mêrê xwe paşve neyne.



Bixwexweşanî, ew ê ji bo niyandin û kuştinê çêbûyî, ew ê ku bi êşkenceyê delalê ber dilê Girîvanê anî ber mirinê, her awayê êşkenceyê bikar anî, lê ew neaxivî, dawiyê ew anî ber dîwêr û serê wî çend caram li dîwêr da, cara dawîn mêrê Girîvanê fêm kir ku xilasî nîn e wî jî bi hemû hêza xwe bi hêza Bixwexweşanî re kir yek û serê xwe li dîwarê êşkencexaneyê da û serê wî pelixî, mejiyê wî rijiya ser destê Bixwexweşanî.



Xwekujo! Yê ku ji Rîhana xwişk gelekî hez dikir, dil nedihêlişt dilê wê bişkîne, lê ji ber ku hevalên wî bi nezanî Rîhan girtin, bi kîsikê ku kiribûn sera de fetisandibûn û paşîvek ji Xwekujo re ji birayê Rîhanê re anîbûn. Ma Xwekuj ji ku dizanî, ma wî xwestibû çêbibe, were ser vê dinyayê û vê jiyanê bijî? Birayê Rîhanê bûbû mêrê Rîhanê û dema Xwekuj rastî fêmkirî Rîhan di nav lepên wan de li kerexa çemê Dîjleyê fetisiyî rabû herdu hevalên xwe kuşt û di tuwaleta ku çîroka xwe tê de nivîsî xwe kuşt.



Çîroka xizanî û malwêraniyê, çîroka ramanê, çîroka hezkirinê û çîroka dewletê hemû di vê şanoyê de ye. Rênas Jiyan bi sazkirina hevokan, bi peyv û gotinên xwe berhemeke biberketî û nemir afirandiye.



Xwekuj-1:

"… Ez xwe weke piştî çûna tuwaletê pîsiyê ku ketibe bin neynûkên dirêj ……"



Girîvan-2:

"… tu qewad neman û bi şertê dîtina te min xwe bi wan re neda bazarkirin."



Bixwexweşanî-3:

"Bimêje, nermika guhê min, …"



Fikirdar-4:

"Li ber stranên têlên polayî yên sinirên te yên rakişiyayî gurên manco dansên yamyaman dikin."



17.09.2014 19:40 | xendekî

4. pirtûka nivîskarê serketî û berketî ya Rênas jiyanî ye ku bi lewneya şanoyê hatiye nivîsîn. di derheqê pirtûkê de agahiyên têra xwe baş li jor hatiye nivîsîn lewma ne hewce ye cardî dubare bikim û sergêjiyeke beredayî bikim.

her çend şano be jî bi ya min nikare li ser dîkê bê lîstin lewra tu yê nikaribî lîstikvanekî wêrek peyda bikî bo ku vê şanoyê bilîze*

zimanê rênas jiyanî jixwe ne hewceyî pesndayînê ye wek hemû pirtûkên wî yên din ên ku bi hevokên gelek xweş hatine nivîsîn, ev jî wisa xweş hatiye hunandin.



17.09.2014 20:26 | ferhenga şikestî

5. şanoya ku min îro li aznavur sahneyê temaşe kir. lîstik tenê ji devê lehengê bi navê "xwekuj" tê vegotin. lîstikvaniya alan ciwan gelek serkeftî bû liv û tevgerên wî wek derb li meriv bixin diçûn û dihatin. li gor sîroveyên jorê qaşo ev berhema rênas jiyan wek şano nikare bê leystîn! ez ji teoriya şanoyê fêm nakim lê dikarim wek temaşevanek ku gelek şanoyên kurdî temaşe kirî ye bibêjim hew dibû. di tuwaletê de ji hêla şermola performans hatî amadekirin.



28.05.2016 22:21 | xewnname

6. (bnr: şanoya di tuwaletê de)



28.05.2016 22:23 | xewnname

7. Min şanoya vê kitêbê ji vir 5 6 meh berê felan temaşe kiribû li kadikoyê û min gelek ecibandibû..

Min berê gotibû ev wek şano nabe, ez aniha jî dibêjim hemî kitêb wek şano nabe, di kitêbê de çar karekter hene lê di listîka wê de çar karekter tunebû ango Texta vê pirtûkê rasterast li ser şanoyê nehatiye guncavkirin, li ser wê lîstine, kirpandine.. welhasil dîsa dubare bikim gelek xweş bû lê temamî pirtûkê nebûbû şano



29.05.2016 00:26 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tuwaletên derve yên petrolan

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî