Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bi tenê mayîna li malê - tirşik
bi tenê mayîna li malê
(5) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rewşa ku carinan xweş e carinan jî ne xweş e. ku mirov demeke dirêj di qerebalixiyê de mabe ev rewş jê re gelej xwek tê lê ku ev rewş domdar be hûn dizanin çawa ye*

îro hatim izmirê û niha di vê rewşê de me, niha xweş e lê dizanim ku sibe dê hêdî hêdî ne xwel bibe. qederekî dê wiha be(herî kêm du hefte) lewma bang li tirşikvanên ku li izmirê ne, dikim. bila werin bibin mêvanê min. ez ê ji wan re merge çêkim lê ku nexwazin dikarim tirşikê jî çêkim ku tirşikê jî nexwazin dikarim li gora dilê wan xwarinekê çêkim. tew ku vê jî nexwazin bila werin ew bixwe xwarina xwe çêke. bila hew min li vir çikîtenê nehêlin*



25.09.2016 01:45 | mergehez

2. bi kurtî wextek; carna bi dest nakebe, carna jî ji dest dernakebe



25.09.2016 17:52 | shorbevan

3. Rewşa nêzî du mehan bu ku têde bum lê vaye deh rojin jê derketîm. Weke li jor jî hatî gotin carna lê tê gerîn lê ez bi xwe ne miroveke tenêtîhez im.



25.09.2016 18:05 | azadixwaz

4. rewşa ku heya niha qet nehatiye serê min. carinan weke rojek an jî du rojan tenê mam, lê demeke dirêj qet tenê nemam. jixwe ji bo min cazîp jî nîne. ji ber ku hema rojekê di malê de tenê bimînim jî dilê min teng dibe û nizanim çi bikim.



29.09.2016 11:39 | nazim tolhildan

5. (bnr: tenêtî)



29.09.2016 15:10 | shorbevan

6. Rewşa ku li ba Kurdan zêde ne pêkan e.
Herdû xwehên min û 4 xwarziyê min li ser dilên min bûn, ne ku ji wan aciz bûm, lê ji ber ezmûna xwe min nedikarî bû bi wan re mijûl bibim. Welhasil piştî ew çûn derdor vala ma, hinekî serê min rehet bû...



10.08.2021 17:12 | merwano

7. rewşa min a daîm e.* tenê dijîm û serê min rihet e. dema sebra min nayê derdikevim derve hevalan dibînim û ji xwe re hinek digerim û vedigerim keleha xwe ya tenêtî ye.*

divê her însan serdemekê tenê bijî û tahma tenetiyê biceribîne. ev bû 4 sal e tenê serê xwe dijîm û qet gazindê min jê tune ye.



10.08.2021 20:33 | xelîl

8. Ez yekî bizdobelek im, ji ber vê dema dihewcê ku bi tenê li ber mal bimînim; xitimkê dadixim dûravîdyokê pêdixim û dengê vîdyoyê bilind dikim heta ji min tê...
Xaltîka min î piçûk jî wek min bû lê nihaka dikari bi tenê serê xwe li bajêrkê dûr bêheval dimîne. Xwedê biki ku rojkê ez jî bigihêm wê astê...



10.08.2021 21:41 | pîroz

9. navê fîlmekî bi deng û nav e. Chris Columbus bi navê Home Alone di sala 1990î de çêkirî ye



10.08.2021 23:07 | fermano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tenê me tenê
» mayîna bûta(büt)
» malê îbada naye xwarin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî