Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 28 peyam
derz - tirşik
derz
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. valahiya piçûk a di navbera du heb malzemeyên avahiyan de ye. wekî mînak: fayans (ferfûr) malzemeya rûgirtinê ya serşokan e. dema ku hosta dû heb seramîkan li rex hev datîne, di navbera wan de nîv cm valahî dihêle. ji wê valahiyê re dibêjin derz. jixwe bi tirkî jî peyva “derz” tê bikaranîn.



21.09.2016 15:18 | nazim tolhildan

2. divê peyvek esil-kurdî be. ji derizînê peyda bûye.

carina şûna derizînê, derz ketin jî tê gotin.



- piştî erdhejê, derz ketine dîwarên odeya min jî, loma bi şevan ditirisim.



21.09.2016 21:02 | simurg56

3. terk, tîşên beriya xerabûnê/pelaştinê li dîwaranan, caman, û li meriv dikebin di rizînin, dibe eleqeya wî bi peyva rizîbûnê hebe yanî ji dirizîne



21.09.2016 22:09 | shorbevan

4. fayansên qehweyî û derzên spî dibe kombînasyoneke baş.



bo ku derz sîmetrîk were çêkirin û seramîk di rêzê de edilandî be, melzemaya navê wê "arti" tê bikaranîn.



bo tijîkirina derzê jî zêdetir melzemeyê sipî hebe jî yên rengo rengo jî hene.



mînak : meriv dikare dûwarên mitfaqê fayansên kesk û sor ve, derza navberê jî zer çê bike.



piştî tijîkirina derzê singerekî va derz rinde rind tê temisandin û paqîj kirin.



22.09.2016 01:08 | bûtîmar

5. peyva ku ez zen nakim têkilîya wê rizînê re hebe ye.

Ji ber ku rizîn bûyereke kîmyayî ye

derizîn jî fîzîkî ye



22.09.2016 01:38 ~01:41 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rûviyê zirav [1]
Lebata di navbera ûr û rûviyê stûr de dimîne Ji sê beşan pêk tê (v...
nilipek [2]
stranbêjeke tirk e. Berê bêtir stranên xelkê digot ev demeke stranên x...
gotinên pêşiyan [1]
mala pîrê gora pîrê Tiştê çû nede dû Gîhayê hewşê tal e...
botantimes.com [2]
malpera nûçeyan e. Here lînkê xwerû kurdî ye. ...
gotinên pêşiyan [1]
Heçîyê nekir xeberê mezinan, lê tên şaxê bizinan. Çavê li derî, xwelî...
belki ev jî bala te bikişînin
» derz

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî