Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran - tirşik
bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran
(8) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. yên ku carina sînorên xeyala mirov didin zorê.

ji lalîkê vexwarina avê yek ji van e ku hatiye serê min ku sedema wê ew bû ku li malê tu firaxek kûrtir nemabû, eslê xwe de tu firax nemabû ji xeynî wê lalîkê.

hêkerûna bê hêk jî dîsa yek ji van e.



24.08.2013 00:08 | simurg56

2. curbecur in. yek jê ji ber germnebuna malê heta 11ê şevê li pirtukxanê şixwilîn e.



24.08.2013 12:48 | azadixwaz

3. bûyerên ku yek ji wan wisa ye ;

rojekê ji rojên beriya ezmuna stajekî, ez li malê tenê dimam û ji ber ku pir dişixuliyam min ne dixwest taştê amade bikim û bi wê wext wenda bikim . dîsa rojek wisa de, ez şiyar bûm û bi pisqilêta xwe derketim da biçim tost bistînim û bînim malê bi çayê vexwim. çûm min tost stand û hatim malê, min hew nêrî mifte ne ba min e. cem min ne telefona destan heye, ne jî dizanim hevalê min ê malê li kudera bajêr e. li hundir çay li ser êgir e û teqez hewce ye ez dersa xwe bişixulim. wisa bêçare hinek sekinîm û paşê min her tiştî da ber çavê xwe û çûm li aliyê din ê malê hewl da darkevim ser balkona xanî ê ku qeta 2emîn de ye. axîrê bi hewldanek ne dirêj, ez wek dizekî ketim mala xwe û min xwe ji vî belayî xelas kir. qaşo sîteya ku xaniyê me lê jî ji aliyê ewlekariyê 24 saetan tê guhdarî kirin û parastin, bawerke ew jî hê di xew de bûn ..



24.08.2013 13:15 | brusk56

4. Yek ji sebeba elametên qiyametê. Meriv malxwê malê be bela ye, meriv mêvanê malê be ezamet e. Ma çi bêjim xwedê kevaniyê nede wê malê.



24.08.2013 17:46 | înano lo

5. trafîka keçikan.



24.08.2013 21:25 | terkexem

6. malên ku bi qûnik û xweliya cixare xemilandî.



24.08.2013 23:59 | rojan

7. hêkeruna bêrûn jî îcada min bû. Erê law min bi avê pijandibû û gellek meşhûr jî bûbû. Tew hevalekî bi taybetî dixwest ku ez jê re hêke-avê bipijînim.

(bnr: çavê feqîriyê kor bibe)



06.04.2014 00:32 | ceso

8. rojeke tûp-gaz xilas bibû û min jî çaya li ser tifikê nîv-kelî mayî di firnê de çêkir.. tabî destikê çaydankê ligel ku min ji derve hêliştibÛ dîsa jî biçekî heliya û tama plasîkên heliyayî ji çayê dihat, lê ez dîsa jî ji ya xwe nehatim xwar û min çaya xwe vexwar, çimkî bêyî çayê taştê ne m,mkun e..



06.04.2014 01:09 | endazer

9. ji vir du sal berê li colemêrgê ez xwendekar bûm, du sal berê zivistanê hawa pirr sar bû mariv ji sermana diqerisî. ceyrana me qaçax bû lê ji ber ku sîgortaya ceyranê qels bû me nikaribû hemû ufoyên xwe pêxin..

neyse rojekê ez ketim di nava nivînan û di xew de çûm bi qederekê nîv saet paşê pê hesiyam ku di paxila min de yek heye û li min lefiyaye, mi go qey -ji tunebûniyê- xewn e lê min çavên xwe vekir ku semîh ketiye hembêza min. tavilê rabûm û mi got oxlim bênamûs çi îşê te heye li vir? go yaw pirr sar e ma çi bûye? mi go ez qebul nakim here nav nivînên sedat û pê re rakeve, got ma oxlim bîn jê tê naçim, min dît ku ji sarmayê diricife, mi go neyse rakeve tişt pê nayê lê biqail be*



28.02.2015 15:22 | ferhenga şikestî

10. Di dema xwendinê de ji ber ku em feqîr bûn kîrayên avahîya, bikaranîna av û ceyranê, xwarin vexwarin welhasil her tişt giran bu loma me jî ji bo ku em îktîsad bikin me nanê xwe bixwe çêdikir yanî makîneyek hebu û me av, ar, rûn, xo,şekir, hevîrtirşk dikir hûndirê mekînê bi vî awayî me nanê xwe çêdikir. Mehê nêzîkî 200 tl me Kar dikir û me xwe ji zehmetîya nanstedinê jî dûr dikir. Tu her hebî arçelik*



04.06.2016 15:00 ~15:01 | azad30

11. Hevalekî me serê sibeh seat 6an de radibû dersê wî jî seat 9an de dest pê dikir lê ew her tim dereng dima ji zanîngeh ê. Dûrbûna zanîngehê jî panzdeh deqe bû, ev bûyera ecêp kesek fêhm nedikir.



04.06.2016 21:38 | dizek

12. hevalekî min ê malê hebû, jiyana wî nav du maseyan da derbas dibû; maseya oda wî û maseya sinifa wî.

merivekî wisa sosyal bû, di odeya xwe da fitness dikir *
heyata xwe da 250 kitab xandibû lê navê yekî bile nedihate bîra wî ;)
rojekî hat got idî ez naxazim kes mêvana bîne malê. Mêvanên we tên, hun ara xwe da dikenin, muzîkan guhdar dikin.. Ez wê rewşê acis dibim.
tiştekî kenandinê hebe werin min ra bikenin * *
me dêna xwe day ku hêş nabe, me qebûl kir. Çar mehên dawiyê kesî mêvanekî xwedê neanî malê.
û diyaloga me ya ji hev ra jî kêm bû zaten.
rojekî min behsa rewşa kurmanca kir, bi hêrse hêr gote min da hun ancax xever didin. de werin em çar pênc hev li hev top bin herine nava çarsiyê biqêrin bêjin ulaan em kurd in kî mêr e bira were vira.
* *
ez keniyam mi go kuro aqilê te evqas e?
Li vî bajarê tirkan welleh sed merivê yê me rişte rişteyî bikin. Him ku kes qarşê me nebe jî çi gerek heye em tiştekî wisa bikin? çi faydeya wî yê me ra çêbe?
go lêê aha hun evqas mêr in *

Kîngê ew geda û kirinên wî yê iha tênê bîra min, destên min nava xwînê da bin bile kenê min tê *

tu her hebî leonidas
lo ser facebookê Paşnava xwe lêkiribû leonidas û dîsa di hindirê parantezê da leonidas *

Merivekî zehv orjînal bû yaw *

evqas xeyb bes e. Xwedê û leonidas min efû bikin. Amîn *

Û bnr: îmtihana kurdan bi tîpên ö û ü yê re/99955



13.09.2017 13:42 ~13:45 | bûtîmar

13. Buyerên ku mirov bixwaze biqastîka bike jî wê nekaribe bike. Rojekî li malê hevalekî ketibû serşokê da serê xwe bişo. Ez û hevalê din jî razabûn. Carek me dî qarînî ji serşokê tê. Em rabûn çûn ber derî, vî ehmeqî bê ka çawa kiribe, milê derî şikandiye û di hundir de asê maye. Me kir û nekir ji derva de jî derî venebû. Min carekî da hama nedît, hevalê min yê din raşte utiya min û li nava derî xist. Belê derî vebû lê nîv saet bê axaftin me li hev nihêrt. Tabî min heqê wê utiyê ji qûna wî derxist paşê.


Zivistanê ji ber ku me heqê gaza xwezayî nikaribû bidaya gaza me birîn. Em di hundir de dikin biqufilin. Mego ka em çi bikin çi bikin, hevala ji min ra go tu beşa elektrîkê dixwînî ka cêyranê ji me re qaçax bike em ji xwe ra soba cêyranê bikar bînin. Ê ez jî wê demê herê dixwînim lê zêde jê fêm nakim. De neyse mego temam ezê çêkim. Me çû ji ba qapicî pense, tornavîda anî û bi şev dema herkes raza ez ketim ser panoyê. Wele min qablo mabloyê saetê guherand û bi awayekî saeta me sekinî. Ji kêfa mehekî me ne sobe ne jî tifika cêyranê venemirand. Meh derbas bû, fatura me ji hergav kêmtir hatibû lê cîranê me daketibû ba rêveberê apartê û bar bara wî bû. Digo di jiyana min de fatureyek awha ji min re nehatiye û ne mimkune ewqas cêyranê xerc bikim. Werhasil tiştê hûn fêm bikin, min cêyrana me avêtibû ser saeta wî cîranê me û me ji kîsî wî mehekê xwe germ kiribû*



21.01.2022 01:53 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyerên ecêb
» ecêbmayînên farqîniyan
» yên ji me çêtir
» malên bi kuwet

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî