1. ya ku ez rojê 5-6 qedeh vedixwim, e. |
|
31.05.2013 09:56 |
simurg56
|
2. tişta ku li Nisêbîna Mêrdînê tîcareta wê yanê debara xwe pê dikin ango çaya kaçax |
|
11.07.2013 15:41 |
msirino
|
3. vexwarina sereke ya piştî avê li gelên rojhilatê ye. di semawerê de pir xweş çêdibe, mu dikare 10-12 qedehan li ser hev vexwe. |
|
11.07.2013 16:12 |
azadixwaz
|
4. ya ku baş û qenc û bikalîteya wê li srî lankayê tê hilberîn e.. çaya ku jê re çaya qaçax tê gotin di eslê xwe de ceylon tea yanî çaya seylan e û li seranserê cîhanê hema bêje baştirîn çaya bikalîte ev çay e.. yanî birano guh nedin derewên dewleta tirk û qewadên dewletê çaya ku li kurdistanê tê vexwarin zêrê zer ê bîstûçar eyar e ji ber ku bi dest hinekan nakeve neweyî û bêbextiyên wek xwîna berazan û nizanim çi û ne çi dixin stûyê vê çaya feqîr de.. |
|
12.07.2013 03:59 |
endazer
|
5. Dema mirov diçe mêvandariyê;-tu venexwî jî- tiştê ku bi zorê bi mirov didin vexwarinê. |
|
12.07.2013 15:10 |
gulan
|
6. (bnr: çay heraretê distîne) |
|
12.07.2013 15:20 |
simurg56
|
7. tista ku bê wê jîyan nameşe.xwezî niha hebuya u me vexwarya. |
|
12.07.2013 07:32 |
feqiyêteyran
|
8. (bnr: çay mazota şagirt e) |
|
12.07.2013 15:35 |
brusk56
|
9. vexwer û vexwarina neteweyî ya kurdan.. tabî ji çayê qesta min ne çaya rîzeyê ya bi kalîteya sî û sêyem e.. |
|
12.07.2013 15:36 |
endazer
|
10. vexwarina tirkan a netewi dew, ya kurdan çay e . |
|
12.07.2013 23:37 |
fuad hemedxan
|
11. malê çînê ye. |
|
19.08.2013 06:09 |
terkexem
|
12. qaçax be heyat e. |
|
19.08.2013 06:10 |
terkexem
|
13. vexwarina kurda yê fermî |
|
19.08.2013 09:56 |
newenda
|
14. Mesele heçî ku çaya qaçax be: |
|
19.08.2013 10:23 |
aryâspa
|
15. piştî goştê 'elokê, çayeke tarî, cixareke qaçax, pehhh! (gotina fermî a apê hecî Fexrî) !!! |
|
19.08.2013 15:49 |
mîrzal
|
16. sedema hebûna qehwexane û kafeyan e. |
|
19.08.2013 19:03 |
simurg56
|
17. ''Ji çaya zimanê çînî tê. Di zaravayê Çîna başûr de ew tay an tey dibêjin. Di sala 1657 an de peyva tee bi riya hollandî ketiye zimanên Ewropaya Rojava, di fransizî de bûye thé(tê), di îngilîzî de tea (tî). Lê Rûs peyva zaravayê çînî yê edebî, ça girtine û wek çay bi kar anîne. Peyva çay ji Rûsan di sedsala nozdehan de derbasî kurdî, tirkî û farisî bûye. Herwekî di erebî de dengê ç tune ye, wan jî vê peyvê wekî şay kirine zimanê xwe. '' |
|
06.09.2013 01:20 |
endazer
|
18. ya ku niha vedixwim.. ditirsim ku camêrnin derkevin û bêjin çay nayê vexwarin tê kişandin.. neyse xwudê jê razî be yê ku cara ewilîn fikra çayê pê re çêbûyî.. li gorî min baştirîn antîdepresan e.. gerçî hîç neketime depresyonê de lê ez dibêjim qey mirov bi penceşêrê jî bikeve piştÎ du sê îskan çay tu êş û elem pê re namîne.. yanî çay ne tenê heraretê distÎne, xeman jî direvîne, êşan jî sivik dike, birînan dikewîne.. |
|
07.10.2013 01:33 |
endazer
|
19. (bnr: çay nayê vexwarin tê kişandin) |
|
07.10.2013 02:02 |
saladin
|
20. çay wezîrê vexwarinane. padşahê vexwarinan jî qehwe ye ezbeni |
|
07.10.2013 14:25 |
seydayê_peyvan
|
22. Dema meriv îskanê lihevdixe ku nebû şîngeşînga kevcî, dema meriv vexwar ku şirrrîniyek ji lêvên meriv nece, pistî wexwarina cayê jî ku meriv wekî karkerekî ku li toptancilar sitesiya amedê du qemyon bulgur daxistibe û cayê wexwaribe nebêje oxxx westana wî nace. |
|
07.10.2013 22:52 |
dîno
|
23. çawa nehatiye nivîsandin nizanim. |
|
20.10.2013 21:27 |
simurg56
|
24. heman demê de mecburiyetek e jî. gelek mekanan de tekane tişta ku mirov dikare vexwe çay e û mirov neçar e ku çayê vexwe. |
|
29.01.2014 21:27 |
simurg56
|
25. ya ku li serhadê de bi sûreta qitkirina şekira sipî tê vexwarin e. |
|
26.03.2014 22:08 |
ervah.azad
|
26. a ku rojên dawî zêde nikarim vexwim. ax ax min qet neêjmartiye lê rojna bawerim min çil qedeh jî vedixwarin, ax ax ji wan rojan re. |
|
07.05.2014 20:37 |
azadixwaz
|
27. vexwerina ku "... dibêjin ku rojê ji ... qedehan zêdetir vexwarina wê ne baş e". hûn dikarin bi keyfa dilê xwe valahiyan tije bikin * |
|
07.05.2014 20:40 |
simurg56
|
28. (bnr: vexwarina sereke) |
|
07.05.2014 22:07 |
gerezbabuma minêporêtebialasta
|
30. a ku piştî fitarê pir xweş e. ji xwe mu semawerê de çêke û heta xilas bibe vexwe, keyfa weke wê tune. ya rast îdeala wê heta paşîvê vexwarin e. |
|
01.07.2014 22:21 |
azadixwaz
|
31. sofî dibêjin çay bîne dil şewitî : ) |
|
22.08.2017 18:58 |
bûtîmar
|
32. Dema ku mevan were mala te; tu ziyafet jî bidî ger tu çay nedî dibejîn : |
|
30.03.2019 19:35 |
monerica
|
33. Vexwarinekî pir navdar û xweş e.Cihê wê ba min mezin e.Bi taybetî gelê kurd pir hez dike û vedixwe.Dema sohbetên taybet da cihê wê tu tişt nagire.Hinek caran ji bo şahîyê hinek caran jî ji bo xemgînêyê tê vexwarin.Ez bawer dikim jîyana gelek kesan da cihê wê taybet e. |
|
13.12.2019 21:13 |
mêrxasê serhedê
|
34. min li trabzonê de jî vexwar, tu eleqe li çaya marketan tunebû. Di serî de tama vê hinek cûda tê lê piştre mirov dielime. û fam dike ku heta îro çayekî vexwarîye ne çay bûye |
|
13.12.2019 21:27 |
kajav
|
35. vexurika ku stran li serê tên çê kirin * |
|
13.06.2021 21:50 |
merwano
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |