1. buyer duh di 22:30an li bajarê turîstîk ê fransayê niceyê pêk hat. zilameke 31 salî yê bi eslê xwe tunusî û welatiyê fransayê bi qamyonekê bi leza 90 km/s da nav qerebalixa di pîrozbahiya roja neteweyîde. ji bo ku zêdetir kes bimirin heta karî berê xwe dide cihên qerebalix. di encamêde 12 jê zarok 85 kes dimirin û 50 kes jî birîndar dibin. |
|
15.07.2016 17:28 |
azadixwaz
|
2. êrîşa dide nîşandan ku êdî terorîstên her kesî(welatî) hene, terorî jî pêşî lê girtin zehmete.. ku em bibêjin bira heqê kî çibe bidin wan.. heqê misilmana( îşîd/el kaîde..) çiye? dewa çidikin? xaya wan cîhade û dixwazin Îslamê li cîhanê bikin hakim û di vê rêyêde bên kuştin herin cinetê.. filan û bêvan Herwiha meriv lê dinihêre hemû kes bisekinin rewş aram bibe jî dîsa misilman nasekinin.. ger misilman bibêjin Îslama rastî kuştin têde tune.. divê li hemberî wan derên, misilman piştgirî nedin van rêxistinên cîhadî, ev îslama rastîye ne rastîye nizanim lê van kesên wiha dînê mihemed birêve dibin neyarên îslamê bixwene, ewê bidestê xwe vî dînî biqedînin.. xwedê bê rehmê, cardin nelet li qatilên niheq bê.. |
|
15.07.2016 21:22 |
shorbevan
|
3. sêyemîn êrîşa daîşê ye li hemberî fransayê. hinek dibêjin fransa jî di dil de dixwaze tiştên wisa çêbin da ku bikare rola xwe ya di rojhilata navîn de, zêde bike. lê ev teorî zêde ne aqilane ye. ev çend roj bûn fransa ketibû alarmê lê dîsa jî nekarîn pêşî lê bigirin. |
|
15.07.2016 22:28 ~22:30 |
simurg56
|
4. êrîşa ku mixabin keçek kurd jî jiyana xwe wenda kiriye. |
|
21.07.2016 22:27 |
simurg56
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |