Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
yekîneya 731 - tirşik
yekîneya 731
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez berî her tiştî encamê bêjim: di vê projeyê de "bi qasê 250.000 jin, zarok û zilam di ceribandinên zanistî/îşkenceyan de hatine qetilkirin."



navenda qaşo karantîna û avdaniyê ya japoyayê ye. lê di eslê xwe de belkî di dîroka dinyayê de navenda herî mezin ya îşkenceyên nedîtî ye.

piştî ku haya min ji vê navendê çêbû, êdî hîroşîma û nagazakî qet ne xema min in. xwezî wê demê japonya komple bihata tunekirin da ku ev trajedî û rûreşiya mirovatiyê qet nehata zanîn.



vê navendê di şerê duyemîn yê cîhanê de, di navbera salên 1935-1945an de kar kiriye û li gorî texmînan 250.000 jin, zarok û zilam di ceribandinên zanistî/îşkenceyan de hatine qetilkirin.



navend li bakurê çîna îroyîn e, li mançuryayê. jixwe ev ceribandin û îşkence jî piranî li ser çînî, koreyî, rûsî û mongolan hatiye çêkirin û di bin rêveberiya genaralê bi navê shiro ishii de bû ye. bênamûs bênamûs hemû jiyana xwe ji bo ceribandina hilberandina çekên bîyolojîk û kîmyewî xerc kiriye. xwestiye bibe "bavê çekên bîyolojîk".

avahî ewqas mezin e û ewqas saxlem hatiye çêkirin ku piştî têkçûna şer, ji bo tunekirina delîlan, xwestine ji holê rakin lê nekarîne komple hilweşînin. loma hê jî hinek beşên wê li ser pîyan in. belkî ji ber yekê bû ku tu mirovek jê nefilitiye.



piştî xelasbûna şerê cîhanê û têkçûna japonyayê, ev navend tabî hatiye girtin. bi şerta ku neyên darizandin, rêvebirên wê hemû daneyên van ceribandinan dane amerîkayê û amerîkayê jî ew rizgar kirine. ji ber ku amerîkayê bawer kiriye ku daneyên van ceribandinan encax bi keda sedsalan bikare were bidestxistin. jixwe amerîkayê paşê van daneyan ji bo lêkolînên xwe yên şerê bîyolojîk bi kar aniye.

beşek ji rêvebiran ji aliyê rûsan ve hatine girtin û darizandin. jixwe agahiyên ku em îro pê dizanin jî piranî bi saya darizandina dadgehên rûsan in.



hinek ji wehşetên ku wan anîne serê mirovan;

1- vivisection

yanî bi saxî jêkirin. doktor û xebatkerên vê saziyê bi hezaran mirovan bi saxî jê kirine û li ser organên wan lêkolînan kiriye; zilaman, jinan û zarokan û heta zarokên di rehma diya xwe de. heta ku qurban bimirin, çavdêriya guherînên di laşî de kirine.

ji bo bibînin ka xwînîbûna mirova, wî/wê di çiqas wextî de dikuje û çawa dikuje, dest/lingên wan dîsa bi saxî jêkirina û lê temaşe kirine.

dent û piyên wan qerisandine û paşê yekcar germ kirine ku bibe gangren û paşê li ser van dest û piyên gangrenbûyî lêkolînan kirine.

carina dest û piyên wan bi derên din yên laşê wan ve dirûtîne.

ûrên wan jê derxistine û lûleya xwarinê bi roviyên wan ve girê dane.

beşek ji mejiyên wan jê kirine û mêze kirine ka wê çi bibe.



2- lêkolînên mîkrobîk/enfeksiyonan

bi derziyan gelek nexweşiyên mîkrobîk gihandine girtîyan. bi taybetî sîfîlîz, gonore, kolera, antrax, weba, tualaremî, tîfo, dîzanterî û hwd.

van nexweşiyan gihandine wan û heta mirina wan, li wan temaşe kirine. di astên cûrbecûr yên nexweşiyê de, wan dîsa bi saxî jêkirine û bandorên nexweşiyan ya li ser beden û organên wan lêkolîn kirine.

gelek caran nexweşiyên cinsî, bi riya tecawûzan derbasî girtiyan kirine. jixwe tecawûz tiştek ji rêzê bûye.

ji van mîkroan bombeyan çêkirine û bi balafiran belavî bajarên çînê kirine. ji 500.000 hezaran zêdetir sîvîlan bi vî awayî kuştine. avên bajêr, bi van mîkroban jehrî kirine ku nexweşî belavtir bibe.

zilamên genaral ishii, li zarokan şekir belav kirine ku tê de mîkrobên antraksê hebûye. bi vî awayî wan jehrî kiriye.



3- ceribandinên qerisandinê

beşên laşên girtiyan xistina nav ava cemidî û wan qerisandine û paşê bi lêdana daran cemeda li ser wan şikandine û paşê bi avên cûrbecûr germahiyê bandora li ser van dest û piyên qerisî temaşe kirine.



4- sîfîlîz, tecawûz û jêkirina zarokan

bi riya tecawûz û derziyan nexweşiya sîfîlîzê gihandine nexweşan. di astên cûrbecûr yên nexweşiyê de wan bi saxî jêkirine û çavdêrî kirine. carina jinan zaro hiştine û paşê zarok ji rehma derxistine û dîsa bi saxî jêkirine. dayik û zarokên wan yên 3-4 salî li gel hev jêkirine û lêkolînan kirine.



5- ceribandinên çekan

hema bêje her cûre çekan, li ser girtiyên sax ceribandine. weke mînak mirovan bi daran ve girê dane. yek 1 metre, ên 2-3-4-5 fîlan metre dûr, li darek ve girê dane û paşê li pêş wan bombeyan teqandine û bandora van bombeyan lêkolandine. yên mirî jixwe mirine. yên mayî dîsa bi saxî jêkirine û organên wan mêze kirine.

- di belgefîlmek ku min li jêr parve kiriye de, xebatkereke navendê dibêje "rojekê du girtî anîn, serokê wan 2 gule berda her du girtiyan. paşê ferman da ku ew her du girtî bi werin birin du odeyên emeliyatê. li wir wê bihatana jêkirin û lêkolîn. bi saxî. serokê wan got "nebe ku hûn bihêlin ew bimirin. heta ku we guleyan derxist, nehêlin bimirin." ji bo vê yekê li qewriyê wan kunek vedikirin ku girtî bênefes nemînin û zû nemirin." (yanî behsa trakeostomîyê dike)



6- ceribandinên birçî/bêav hiştinê

mirovan birçî û bêav hiştine û mêze kirine ka wê kengî û çawa bimirin



7- îşkence û ceribandinên din

- mirovan di odeyên pestoya bilind de asê kirine û dîsa mirinên wan temaşe kirine.

- wan şewitandine û bandorên şewatê lê kolandine.

- mirova bi cîhazên santrîfûjan ve girê dane û zivirandine heta mirinê.

- xwîna heywanan, ava behrê fîlan enjekteyê mirovan kirine.

- heta mirinê radyasyonê dane mirovan.

- çekên kîmyewî yên mîna gazan berdane mirovan.

- mirovan bi saxî binax kirine.

- bi dermanan çerm û goştê mirovan helandine û bi saxî wan danîne ber mêwiyên ku goşt dixwin.

- ji bilindahiyên cûr be cûr mirovan avêtine erdê û dîsa li ser wan lêkolînan kirine.





tenê girtiyek jî (zarokê jî tê de) ji vê navenda wehşetê rizgar nebûye. piştî têkçûn û teslîmbûna japonyayê, ev navend bi fermana genaralê wê hatiye rûxandin. piştî ku mîkrobîyolohjîstek leşkerî yê amerîkî diçe japonyayê û haya wî ji tiştên wisa çêdibe, bi wan re peymanek çêdike û bi şerta ku ew ê neyên darizandin hemû encamên lêkolînên wan ji wan distîne. bi navê amerîkayê.



rûsyayê kariye piştî şer 12 berpirsiyarên payebilind yên projeyê bigire û wan darizîne. jixwe ev agahiyên tên zanîn jî wisa derketine holê. lê tabî amerîkayê ev înkar kirine û gotiye hemû propagandayên komînîst in.

paşê rûsyayê jî navendek ji bo lêkolînên şerê bîyolojîk vekiriye û agahiyên ji yekîneya 731ê bi dest xistî, bi kar aniye.



amerîkayê berpirsiyarên van bûyeran serbest berdaye. heta berpirsiyarek bi navê masami kitakoka vegeriyaya japonyayê û bi alîkariya hikumetê, xebatên xwe domandiye heta 1956an.



her wiha çend navendên din jî yên wisa hebûne, mîna; unit 100, unit 1644



fîlmên di derbarê de;

(bnr: philosophy of a knife)

(bnr: men behind the sun) (rêzefîlm e)

(bnr: unit 731: nightmare in manchuria) [Here lînkê, Here lînkê,

] [di vê belgefîlmê de hinek xebatkarên projeyê jî diaxivin]

(bnr: kizu: the untold story of unit 731) (

)

belgefîlma zdf'yê:





gelek wêne û dokument hene di derbarê wehşetên li vir. ger psîkolojiya we ne saxlem be, lê nenêrin. mînak;

Here lînkê

Here lînkê

bicîkirina mirovan û di nava wan de teqandina bobeyan;

Here lînkê



xebatkerên navendê, navê maruta li girtiyan kirine. wateya wê di zimanî heremî de "qurmê darê" ye. yanî wan weke mirov nehesibandine. riyeke trênê li ber vê navendê derbas dibe ku tenê yek aliye. ji ber ku jixwe çûyîn heye lê veger tune.

girtiyek ku dihat vê derê, piranî di nava 6 heftiyan de dimiriya. lê hinek girtî hebûn ku ji bo çavdêriya encamên demdirêj dihatin parastin. tê bawerkirin ku hinek zarok li vê navendê hatin dinayayê, hinek mezin bûn û di ceribandinan de hatin kuştin.

ji ber xeletî û bêdîqatiya wan, ji leşker û sîvîlên japonan jî 16.000 kes mirine.



ji bo ku nexweşiyan li amerîkayê jî belav bikin, general balonan daye amedekirin. armanc ew e ku bi balon û balafiran nexweşiyê li parzemîna amerîkayê belav bikin. çend hezar balonan amade kirine û ber bi amerîkayê ve şandine. tenê 200 hebên wan gihiştine amerîkayê.



heta van salên dawîn jî japonyayê van tawanan înkar dikir û lêborînê nedixwest. lê berî çend saan hinek tiştan qebûl kiriye û lêborîn xwestiye. lê dana tazmînatê û parvekirina dna'yên qurbanan fîlan qebûl nekiriye.



ev dînatiya çend mirovan an jî rêxistinek bû. di projeyê de bi qasê 10-20 hezar kesan cî girtine û bûne şîrikê vê gunehê.



du roj in li ser vê mijarê lêkolînan dikim. min nekarî hemû çavkaniyan bi kar bînim. evqas agahî niha bes e.

dema mirovan van û kirinên naziyan difikire, belkî rojhilata navîn di dinyayê de cihê herî bêguneh be.



08.07.2016 11:53 | simurg56

2. Mijara ku di tirşîkê eve 2 sale herî zêde bala min kêşandîye û hêrsa min anîye. Min di îşkenceyên nazî yên elmanîyayê de kirinên ceribandinên 'zanistî' bihîstîbu îşkenceyên cur be cur xwendibû lê tu car zanîna min negehiştibu vê astê. Ya rastî min neşîya ez hemîşka bixwînim ji ber ku ji destpêkê ve me'dê min xirab Bu. lê înşallah ezê rojekê bi cesaretekê ve vê nivîsa ku tirşîkê de herî zêde bala min kêşandîye bixwînim.



Xwedê ji Birayê sîmurg56 razî bît ku me jî vê karesata nedîtî agahdar kirîye. Keda wî sax bît...



08.07.2016 12:46 | azad30

3. wehşîtiyên hê jî didomin lê belê bi hinek versiyonên din mînak; hemû dewlet û rêxistin,..û komel dema kesên hêsîr digrin li ser wan xwe perwerdedikin yanî kesên nikarin tûtikî ser jê bikin di vanade xwe hîndikin.. nelet liwan û heft bavê wan..



08.07.2016 15:30 | shorbevan

4. Ew çi rewşa wan salan e law. Li her derê fahşetiyek!



09.07.2016 14:48 | berxweda

5. ev çi wehşet e ya rebbî. di siya simurg56 da haya min jê çê bû lê xwezî min nexwenda û nizanibûya.



09.02.2017 13:10 | nazim tolhildan

6. piştî wehşetên ku li bejahiyên efrîqa û ewropa û asîayê hatine kirin ji xwedayê erdû esmanan re şikur dikim ku xwedê me li nava van tiredînên rojhilata navîn da! şerefa hovîtiyê jî heye law! evan hovên dûrî me navê wehşet û hovîtiyê jî xera kirin xwedê wekîl.



09.02.2017 21:29 | ceso

7. (bnr: ji dinyayê sar bûn) û ji japonên ku di wîtrînan de tê risimkirin. berî niha haya min ji vê tiştê tune bû, niha nîka min xeribiya min diçe. gelo haya hayao heye... xwedayo!



13.01.2018 21:11 ~21:19 | biruya hayao miyazaki

8. Way arkadaş min nekarî ez hemîşka bixwînim dilê ranekir ku ez vîdeo û wêneyan binêrim kesê dikirin û dizanin çawa dikir û tehemûl dikir vê karesatê re mirov dimîne heyr.:((



05.12.2019 22:00 | azad30

9. Min wextekî gernameyeke gerokekî xwendibû. Digo dema ez çûn Koreya başûr min digot qey îmana xelkê ji Koreya Bakûr diçe û hîç hej ji wan nakin lê min dît ku li başûr kes ji bakuriyan nefret nake berovajî vê yekê dilê wan bi bakuriyan dişewitiya lê tiştê ku bala min kişand xelkê Korêya Başûr hîç ji japonan hez nedikirin. Hama bêje hemî nefretê ji wan dikin. Tevî ku li Korêyê futbol ne rojeva xelkê de ye jî dema ku maça kore û japonyayê li dar dikeve li Korêyê jiyan wek ku qiyametê rabe disekine.
Ev meseleya yekîneya 731'î min wextekî xwendibû. Û di pirtûkeke haruki murakami de jî hindek behsa vê meselê tê kirin.
Eger Amerîka bombeya atomê neavetiya Japonyayê dê Japonya nesekiniya.



05.12.2019 23:12 | ferhenga şikestî

10. yek ji wehşitî û hovîtîyên sedsala bîstemîn a ku herî kêm tê zanîn û di bin siya hîroşîma û nagazakîû nazîyê de maye ye.



06.12.2019 10:11 | xelîl

11. Cihê ku bi tenê trênên yekalî çûye û vegerîn tune bûye. Û herwiha bûye sedema mirina 250 hezar çînî û rûsiyan.

Bi dawîbûna emperyalîzma japonyayê ev navend jî hatiye girtin lê dîsa jî tê gotin ku encamên lêkolînên vê navendê ji alîyê amerîkayiyan ve hatiye bidestxistin û bûye çavkaniya sereke ya pêşketinên lêşkerî û zanîstî yên Amerîkayê yên wê serdemê.



31.03.2020 03:00 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekîneya 731

Kategoriyên mijarê:: dirok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî