Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bizinmişk - tirşik
bizinmişk
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gava dî li wîkîferhengê lê rast hatim, li kû beşa kurdistan û kurmancistanê nizanim, lê li derekî ji bo tîmseh dibêjin bizinmişk. heçî tîmseh e ne dişibe bizinê û ne jî bi ser mişkê ve diçe lê naveke gelek xweş e, ez ne xelet bim wîkîferhengê jî peyv ji ferhenga kamêran wergirtiye, ferhenga kamêran jî bipirranî bingeha xwe ji devera behdînan distîne.



01.07.2016 18:40 | endazer

2. ji Ferheng Kurdî - Kurdî, Kamêran Botî, w. do, r. 113 :



bizinmêj: (n. l. dz) giyandar candarek e, di kevin de wesa bawer dikirin ko şîrê bizinan ji guhanan dimêje û dixwe. bizinmişk.



bizinmişk (n. l. dz) giyandar candarek xişok û kovî ye.



r. 645



tîmsah (n. biyan) candar candarek hişkavî xişoke, hêkkere, devek mezin didanên tîj hene ji bo girtina nêçîrê.



---> em êdî dizanin ku -mişk jî -mêj-ê hatiye. wekheviya dengên j û ş, ji bo navên ajel û riwekan bikaranîna pêveka -k-yê, tiştên gelemper in. heger bizinmişk ji bo tîmsahan hatiba gotin, mêrxas wê di peyva "tîmsah"ê de nîşan bidaya. hema nebû, wê di madeya bizinmişkê de peyva tîmsah jî derbasbuya.



---> çima ji bo peyvên bizin-an "giyandar" û ji bo "tîmsah"ê jî candar gotiye, min negihişt. ji ber ku di van medeyan de peyv wekî hemwate hatiye rêdan.



candar (n. dar. nêr) giyandar. canewer. mirov, hesp, pez, kotir û hwd. candar in.

giyandar (n. dar. dz) candar. jiyandar. mirov giyandar e, hesp, kitik, kew, masî û hwd. giyandar in.



---> di be ku "giyandar"ek çîrokî be. ji ber ku mêrxas qala "bawerî"yê kiriye ne çavderiyê. heger tiştekî wiha hebe, rave divêt.



gelo:

(bnr: pan)



edît.



01.07.2016 19:06 ~19:22 | biruya hayao miyazaki

3. peyva ku di wîkîferhengê de rasta wê hatime lê ne ez ne yên li derdora min vê peyvê nebihîstine bes peyvekî xweşik e. wateya peyvê jî gelek baş hatiye ravekirin.



30.05.2021 18:40 ~18:41 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bizinmişk

Kategoriyên mijarê:: ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî