1. aniha amed e. |
|
20.08.2013 19:18 |
simurg56
|
2. xweştirîn bajarê kurdistana bakur: wan |
|
20.08.2013 19:25 |
terkexem
|
3. bêguman cizîr e.. eger wan çend çêlekên ku nava rojê li ser rê û cadeyan derdikevin ger û seyranê jî bikaribe ji nav profÎl û navrûya xwe derxîne jê çêtir bajar nîn in.. ji nava çend bajarên kurdistanê çemê dîcleyê an bi qewlê cizîriyan şetê cizîrê diherike û dibore vêca bi serde jî bi qewlê meryemxanê şetê ku ava wê şerbet e..ji xwe ez behsa mem û zîn û melayê cizîrî û birca belek û mîr bedirxan û malbata bedirxaniyan û hawar û kurdistanê nakim..* |
|
20.08.2013 19:41 |
endazer
|
4. an amed e an jî wan e . ez bi xwe nikarim hilbijîrim. bi behra xwe, bi hewaya xwe wan bajarek gelek spehî ye . li aliyê din jî bi sûrhên xwe, bi çemê dîcleyê, bi pira deh derî û bi mizgeft û dêrên xwe yên kevnare, amed bajarek dîrokî û paytaxtek hêja ye. |
|
20.08.2013 21:14 |
brusk56
|
6. mêrdîn bajarekî ruhkevir e pismam. |
|
20.08.2013 23:30 |
terkexem
|
7. elîbonciya. |
|
20.08.2013 23:31 |
tivirloismail
|
8. erÊ walle jÎ elazÎz e. bajarÊ minÊ lowma nabejim, le wusa ye. emma welakÎn dive hebek din bi rengÊn kesk Û sÛr Û zer bimeşe. ez bawerim salen pÊş ne wÊ jÎ çekİn . |
|
23.09.2013 18:36 |
cinorek
|
9. dibe ku colemêrg be. lê belê şam şekir e, welat şêrîntir e, dêrsim li ser serê min e. |
|
28.11.2013 00:58 |
ozmoz
|
10. her çi qasî Amed bajarekî dîrokî be jî gelek pirsgirêkên Amedê henin bo nimûne bajar li gorî çînan rasterast dabeş bûye. cihên ultralux henin cihên mirov bi birçîtiyê dimirin zêde nin. bajarekî ew qasî dar, bax û baxçe jî nîn e. Kurdî nayê xeberdan. |
|
01.08.2018 01:00 |
jifêzagorda
|
11. bêguman tetwan e. yên bibêjin na tetwan nîn e, bila gûyê mişkê bixwin. * |
|
09.03.2020 10:26 |
xelîl
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |