Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(40) (3) (15)
di mijarê de bigere

1. weke ji nicka wî jî tê fêm kirin, ji sêrtê ye .



09.06.2013 15:19 | brusk56

3. silav héja



23.06.2013 20:37 | xewn

4. camêr wekê çakûyên swêdê ye.. bi kêrî her tiştî tê û bi her karekî ve radibe.. meqes, kêr, badek, mûçinik, birrek, tevşo.. yanî bijîşkî, malpersazî, moderatorî, wergerî, nivîskarî nizanim çi û ne çi.. axirê ji bo her neteweyekî bindest lazim e.. *



24.06.2013 23:19 | endazer

5. he he, rebenê xwedê weke tirk dibêjin "nav ronê xwe de dipije" lê ji ber ku tunebûnê de her tişt ji qîmeta xwe ya rastîn qîmettir e, ev camêr jî ji bûna xwe zêdetir dixuye.



jêrenot: kurdiya "nav ronê xwe de dipije" çi ye? hadê tirşikvano vê jî rave bikin: versiyona kurdî ya gotinên pêşiyên tirkan



24.06.2013 23:23 | simurg56

6. Seyda ez ne li dijî nêrîn û ramana te me, lê divê em hay ji xwe û zimên jî hebin. Divê armanca her kurdîhezî zimanekî pak be



24.06.2013 23:28 | xewn

8. bijîşk e û pisporiya cerrahiya giştî dike.



29.06.2013 23:27 | simurg56

9. mirovekî payebilind û pîroz e, ji ber ku dîlana di hînkerê de rû bi rû dîtiye.



25.07.2013 15:04 | bazirgan

10. Xwedê jê razî be ku ez jê zahf tişt fêr bûm.

Ew her tiştê me ye.



25.07.2013 15:37 | fizikzan

11. birayê me ye *



25.07.2013 15:44 | brusk56

12. dixwaze tirşikê bike ferhenga termên bijîşkî..

dewla serê wî êdî her kurd wê bikaribe bi hêsanî prospektûsa dermanên dê û dapîrên xwe jê re bixwîne û rave bike û bêje ev dermanê tê bixwî/dixwî dermanê filan nexweşiyê ye û bi kêrî filan tiştî tê..

li gorî min divê van nivîsên xwe yên li ser termînolojiya bijîşkiyê li pirtûkekî an li ferhengekî de kom bike û çap bike.. gotin diçe û tirşik tê xwarin lê ferheg heta ku sezarek rêya xwe pê nexe her daîm dimîne..



23.09.2013 21:20 | endazer

13. Camêrekî nefsbiçûk û kubar e! li stenbolê di salên xwe yên xwendekariyê, bi kurdî û ingilîzî wergêrî dikir. çend kar û barên din di ber re kiriye îjar xwedê dizane.



23.09.2013 21:29 | yurî gagarîn

14. nivîskarê tirşikê yê bersiva pirsa min nade.



14.10.2013 18:26 | azadixwaz

15. şivanê me ye *

admîn û nivîskarê ku hez ji axaftina pûç û vala nakê ye. camêr e.



20.10.2013 10:09 | saladin

16. kesekî ku kes nizane kî ye lê navê wî li herderê ku bi kurdî rra têkildar e tê dîtin *



20.10.2013 11:11 | kendal

17. nivîskar Û damezrînêrê ferhengê ye. nêzî 2.000 peyamên wî he ye.



20.10.2013 12:17 | seranser

18. Nivîskarê ez nizanimji ber çi ev e çend heftiye wêneyê profîla xwe kiriye mehmet metîner.. Gelo ma gellek hej wî dikê?

edît: min dîsa li profîla wî nêrî û ez hîn bûm ku ji ber her dema em mehmet metîner bibînin dijûnan li metîner bikin E. ezbenî ne hewceye.. Ji XWE em bibînin jî nebînin jî ferq nakê.. Ker her ker E. Bi dîtin û nedîtina wî keritiya metîner ji ser narabê..



18.01.2014 22:14 | nan û av

19. Nivîskarê ku di van rojên teng û asê de hima gihîştiye hawara me û me ji bêmijariyê rizgar kiriye.



27.01.2014 22:06 | ceso

20. Nivîskarê ku ez jê tika û rica dikim ku avatara xwe ya mehmet metîner bila rake. Vî wêneyî ji me re bextreşî anî lawo. Ez çav bi wêne dikevim û hima bi carekî ji jiyanê sar dibim û naxwazim ti tiştek binivîsim.



27.01.2014 23:24 | ceso

21. qaşo adminê tirşikê ye. lê hêj nizane fikrên xwe bêsixêf bîne ziman. ha em bêjin ev jî biwêjek e??

(bnr:/26154)

li vir ocalan gûyek mezin xwariye. gûyek ku ji bejna wî mezitir e

li vir ocalan, behsa lawazkirina talabanî û barzanî dike û dîsa gûyek mezin dixwe

ocalan vê belê de resmen behsa xiyaneta hemberî kurdistana başûr dike û dîsa gûyek ji xwe mezintir dixwe.



14.02.2014 12:13 | cemedî

22. nivîskarê ku pemayama xwe ya (bnr:/26154) de li gorî xwe derheqa videoyên Öcalan de şîroveyan kirîye ye. peyvên sixêf yên devê wî derketine, wateya şîroveyên wî di bin sîya xwe de perçiqandîye. ji ber ku peyvên sixêf, peyvên pûç in. gotinên mirov giranbiha û biqîmet nake. tu rast bêjî jî, neheq dibî. li ser de, ew kesê ku şirove der barê wî de ye, mirovekî wek Öcalan ji bo mîlyonan hêja be, divê tu du qat zîz bî.



14.02.2014 13:53 | nazim tolhildan

23. hem ji dêrê û hem ji mizgeftê bûye..

gû xwarin biwêjeke ku ji bo kesên tiştên nerast dibêje û bi qûna xwe diştexile tê gotin.. wek;

- min hûn azad kirin, min hûn ji destê qewadên feodal yên dewletê xilas kirin..

- te gûyê kerê xwar..



14.02.2014 23:36 | endazer

24. nivîskarê ku peyvên ku ji bo ocalan bi kar anîne, ne ji yên ocalan girantir in.

her çiqas li hemberî xeletiyên ocalan, destkeftiyên ku bi saya wî û bi taybetî jî bi saya şehîdan hatine standin gellek baş bizanim jî, û bizanim ku ger ev kedên vê rêxistinê tunebûya qene belkî wê tirşik bixwe jî tunebûya jî, nikarim gotinên ocalan ya ji bo serokên din yên gelê kurd gotine, qebûl bikim.

weke min di binê mijara navborî de jî kiriye [06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê], min heta ku ev nifir ji devê ocalan bihîstin, min parastina ocalan kir.

lê di vîdyoyên 5-6ê de ocalan li hemberî dijminê kurdan rasterast nifiran li barzanî û talabanî kiriye.

niha barzanî an jî talabanî rabe bi heman gotinan bersiv bide ocalan, ma wê kurdên bakur bikarin van gotinan bipejirînin. %100 na, wê behsa xiyaneta wan bikin.



kedên pkkê û vê tevgerê ji bo kurdên bakur pîroz in. bdp û şehîdên gerîla û siyasetmedar û destkeftinên bakur ji bo me kurdan pîroz in. lê pdk û ynk jî ewqas pîroz in û rêzgirtinê heq dikin.

ji aliyê din ve biwêja "gû xwarin" ne dijûnek giran e. em dikarin bêjin ku weke "halt etmek" a tirkan e.

yanî dijûna min kirî qene dijûna giran bûya...



15.02.2014 10:32 | simurg56

25. nivîskarê ku di rexneya xwe de bi zimanekî sade û normal rexne kiriye.. ku hûn ji min bipirsin kêm jî gotiye..



15.02.2014 13:27 | ferhenga şikestî

26. simurg56 bi kelama xwe bÛye Îfadeya me gellek kesan. rast gotiye, xweş gotiye.



15.02.2014 13:56 | cinorek

27. (bnr: ÖzrÜ kabahatİnden beter)

(BNR:simurg56/26233)



15.02.2014 18:09 | nazim tolhildan

28. di dÎroka interneta kurd, ji wÎ mezintir tuneye *



03.03.2014 19:19 | hun çawane heval:)))))))

29. nivîskareke pordirêj e..

min digo qey niha nîvê pora wî weriyaye lê bi qasê ku ji peyama wî ya nimre mazlumozdogan/32324 dixweye yekî pordirêj e..



24.03.2014 20:10 | endazer

30. tirşikvanê ku pora wî heta milên wî dirêj e *



24.03.2014 20:11 | simurg56

31. nivîskarê ku meraq dikim gelo guhar di guhê wî de heye an na *

(bnr: mêrên kurd ên pordirêj)



24.03.2014 20:28 | oxir

32. nivîskarê ku herçiqas ev deh sal bin pora wî dirêj be jî li guhê wî guhar, li pora wî toqe tune.



24.03.2014 20:31 | simurg56

33. nivîskare kî xwedîyê keçikek şêrîn û delal e, Xwedê jê re bihîle.



24.03.2014 21:05 | gelawej

34. nivîskarê ku bi dîtina xwe û bi keça xwe hatiye rojevê ye.

min ji xwel keça te û porê te û guhar û toqeya te ye arkaaş ! * *



24.03.2014 21:31 | brusk56

35. yaw ka li vir binêre nikarim peyam bişînim ji te re



02.04.2014 20:42 | xerîb

36. (bnr:kevjal/35057)

di zarokatiya xwe de fermana kevjalan rakiriye.



15.04.2014 20:41 | oxir

37. wer xwîya dike ku 4 saet radikeve, 2 dahn nan dixwe û 3 car jî dere tewzînê. jê pêy ve wer li ser komputerê di malpera me yê delal tirşikê de ye.

xwedê sebrê bidê..



21.04.2014 22:26 | rûbar payîz

38. camÊrekî ji botaye.qÛ Ji tax xerza be jê şêrîntir tûnnene..



23.04.2014 00:00 | hemokrates

39. (bnr: recep tayyip erdoğan)



19.05.2014 18:08 | darthvader

40. serbazê tirşikê ye. *



20.05.2014 12:19 | dil-tesne

41. di warê analojiyê de ji devlet bahçelÎ jî jêhatîtir e..



yê ku hej kevçîkirina xwarina tirşikê nake endazer e

yê ku hej tirşikandina di ferhenga tirşikê de dike endazer e



nexwe ligel hemû sûc û guneh û qibhet û qisûr û xeletiyên xwe pkk jî û akp jî meşrû ye, ji ber ku bêalternatîf in, ji lewma xelk hej herdu hêz û hizban jî dike, ji lewma baweriya xelkê bi wan tê..



ew çi muqayese, û ew çi muhakeme ye xwudêoo çawa min xwend ez ji herdu çavê xwe kor bûm.. *



23.05.2014 05:33 | endazer

42. nivîskarê ku ez çiqasî nivîsên wî dibînim bi meraq û kêfxweşî dixwînim e. ez gellekî dihezdim vên û jîritiya wî



23.05.2014 14:43 | renas

43. nivîskareke tirşikê ye.

hinek naxwazin û nikarin fêhm bikin lê bawer dike ku mirovên ku bi dil û can dixebitin lê xeletiyan jî dikin, ji wan mirovan çêtir in ku her tim tiştên rast dibêjin lê tu tiştekî nakin.

peyama ku mijara gotinê ye; binêre: /40004

(bnr: akp)

(bnr: pkk)



her wiha ji aliyê wan kesan ve hatiye rexnekirin ku di peyamên xwe yên berê de diyar kirine ku dilê wan bi akpê dişewîte (îtîrafên tirşikvanan/31277)

ez dipirsim; "çima dişewite"

- ji ber ku her çiqas akpê partîyek faşîst e jî, qet nebe destê xwe dirêjî kurdan kiriye û ji alternatîfên xwe yên gawir (mhp û chp) baştir e. ji ber vê yekê ye ku tişta ku bêalternatîf e, ji bo mirovên ku wê hilbijartinek bikin, meşrû ne.



23.05.2014 18:59 | simurg56

44. biçekÎ dî em bi ser de herin ditirsim ji asta sempatîzaniyê bigihije asta mîlîtaniyê.. û her sibeh tirşikê bi strana bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me veke.. *



nivîskar û ceo û xwediyê tirşikê ye, nizanim ajansa anadoluyê ji bo hevpeyvînê xwe gihandê an na? *



23.05.2014 19:37 | endazer

45. nivîskarê li pey "rastiyên xwe" ye. dibe ku weke hineke oportunîst bê navkirin lê qet ne mîlîtan.



23.05.2014 20:31 | azadixwaz

46. nivîskarê ku heisenberg di breaking badê de çi be, ew jî di tirşikê de ew e.



27.05.2014 11:03 | nazim tolhildan

47. kurdekî jîr e ku ji kompîturgeriyê heta wergêriyê û bijîşkiyê gelek tişt jê tên lê dema operasyona pnomotoraksê ne li ba min bû *



14.06.2014 11:13 | kardoxî

48. nivîskarê tirşikê ku navê wî yê rastîn bi rastî jî meraq dikim bila bi peyameke taybet navê xwe ji min re birêke û ez jî daxwaza hevaltiyê li ser feysbûkê birêkim hem em fît bibin:-)

notttt: eger neşîne bila giyan û rih û canê wî saxbe (lê ez ê rencîde bibim ew jî tiştekî cuda ye) :-)



14.06.2014 22:19 | ferhenga şikestî

49. nivîskarê ku bi vê peyamana xwe mantiqa reşşikdayînê ya hin nivîskarên tirşikê/44241 ez ji kenan kuştime*



03.07.2014 11:18 | ferhenga şikestî

51. li gor îstatîstîkan yê herî ecêbmayî ye bi gotineke din ecêbmayîyo ye.



15.08.2014 23:29 | ceso

52. nivîskarê ku min bi xeletî reşşşikek daye. bila heqê xwe helal bike *



13.10.2014 22:49 | brusk56

53. nivîskarê ku xwediyê van herdû hevokan e ;



di sernivîsa "di îslamiyetê de cariyetî"yê de gotiye ; "heye. lê îslamiyetê rakiriye. loma eslê xwe de tune"



di heman sernivîsê de, di peyamek din de jî, piştî gelek mînakên ayetan dide wisa dibêje ; "li gorî vê ayetê ji xwe standina koleyan bixwe, ji aliyê quran û îslamê ve nayê pêşniyarkirin û weke timahiya ji bo malê dinyayê tê dîtin."



yanê him dibêje, îslamiyetê cariyetî rakiriye û him dibêje pêşniyar nake. çawa dibe gelo..

neyse ..



06.11.2014 00:56 | brusk56

54. nivîskarê ku bi ecêbmayî têkoşîna wî ya şêrîn dişopînim û xwe bi xwe dibêjim welleh hezar car helal be jê re, pispor-bijîşk e û ez jî di nexweşxaneyê de dixebitim û baş dizanim karê wan çendîn zor û zehmet e por li serê wan namîne lê ev camêr tevî ku bi karekî lenetkirî re mijûl e dîsa jî dikare bi tirşikê re eleqedar be.. sîstema nû ya tirşikê jî ew bixwe çêkiriye, çêdike..

ez ji vir bang li endezyarê me yê şêrîn mazlumozdogan dikim ku divê destê xwe bike binê kevirê û alikariya wî bike*



12.11.2014 22:31 | ferhenga şikestî

55. nivîskarê ku pir Û pir dixwazim alîkariyê bi wî re bikim. lê ji ber ku ez hê zÊde tiştî nizanim dibÊjim dÊ tu alkariya min nebe. heta niha ez c û c#ê elimîme. ger bi tiştÊn ku ez heta aniha elîmîme ez bikaribim alikariyekê bikim, ezê bi dil Û can xwe bidim tirşikê*



12.11.2014 23:10 | mergehez

56. patronê tirşikê ye.



14.11.2014 12:09 | nazim tolhildan

58. Homa guneh nenuso, la homayê tirşikî yo.



bi Pereyê reklamokên beredayî zî, emserr xo rê qazanêk tirşik çêkerdo, boy zimistan *



25.11.2014 22:33 | endazyar

59. nivîskarê herî jêhatî yê tirşikê ye *



biner: https://www.tirsik.net/niviskar.php?trskvn=16&m=deruni



28.11.2014 02:09 | berxweda

60. yê ku ji ber pirsgirêkeka sîstema tirşikê nikarim jê re peyamên taybet bişînim.

''pirtûkên ku weşanxaneya ronahî ji bo nivîskarên tirşikê bexşandibûn, di pirtûkdanka min de efinkî bûn. stop. eve serê salê tê, kampanyayekî çêke bêje serê salê binê salê xwudê pirtûkekî bide nivîskarê vê malê. stop. min jî ji vî barê giran xilas bike. stop. têm çavê brusk. stop. ''



12.12.2014 23:03 | uciezkvidyêvp

61. ji ber bi qeweta "sî murg"ê tirşikê pêş dixe, divê xelata dîzayneran bistîne. li ba min. *



13.12.2014 14:08 | biruya hayao miyazaki

62. du gurçikên xwe jî bifiroşe dîsa dikare bijî, xelk û elem xwedî du gurçik in lê camêr xwediyê heft gurçikan e, maşalla xwedê ji serê civata me kêm neke *



08.01.2015 00:03 | ferhenga şikestî

63. li kîjan axa xwudê parî'k nan xwaribe hatiye di tirşikê de mijar aniye ser û not dayiyê.. ez dibêjim em di nav xwe de nîşaneka fexrî ya gormetiyê bidinê, û eger rojekî rêya min bi eyntabê ket serb xatirê wî tenê mabe ez ê herim metanetê û porsiyonek beyran bixwim.. *




64. nivîskarê ku ger bi vî awayî bidome wê tirşikê ji ekşî baştir bike.

yaw her roj her roj taybetiyek nû lê zêde dike û heqqet sîstem jî gelek xweşik kir hêdî hêdî.



mirov dikare profîla yekî veke û perê ku ji wergera peyvên îngîlîzî qezanc kiriye bibîne. piştî min vê taybetiyê dît min got pes !

helal be jê re ..



ha di vê navberê de ji wergerê 8.19 tl kar kiriye *



08.03.2015 01:50 | brusk56

65. min çavên wî xwaroo! bi şeref bi rojanekirina nû ya pargela tirşikê, ferhengê tekuztir û super kiriye



30.03.2015 21:18 | ferhenga şikestî

66. eferim jê re eferim.



31.03.2015 13:25 | serhednişîn

67. nivîskarê bi vê peyamê heqê me daye me ye * Here lînkê



05.04.2015 13:41 | berxweda

68. bi rastî jî neyarên wî yên veşartî û nepenî hene,hin entryên vî feqîrê xwudê hene ku reşşik girtine, mariv ecêbmayî dibe*

nur yerlitaş/57407

acun ılıcalı/55348

alaya benînê/53679

bollywood/52659

sîstema nû ya tirşikê/49759

xelatên 1. rojbûna tirşikê/38712



05.04.2015 13:52 | ferhenga şikestî

69. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe, ez ji kena kuştime * ez ji amedê hez dikim qirêj nakim/64125



05.04.2015 22:14 ~22:15 | brusk56

70. ez ken ken ken ken



05.04.2015 22:19 | ferhenga şikestî

71. xwezî rengê xwe yê politîk wusa ayanî eşkere neke.merî ji tirşikê sar dibe.disa xwodê teala jê razî bibe karek mezîn bo zimanê kurdî dike.



10.04.2015 22:53 | cinorek

72. weke herkesî xwediyênêrînek siyasî/olî û hwd. ne

carina difikire ku behsa tiştên wisa neke lê ev jî neheqî ye. heyran ma heqê min jî tune ku bikevim gûftûgoyan? hûn ê bêjin dikare bi navek din binivîse. erê hat bîra min jî, lê tiştek wisa wê di nava çend rojan de derkeve holê. û ma çi hewce ye?

ya girîng, edalet e. di rêveberiyê de bêalîgirî ye.

jixwe hema bêje hemû nivîskarên ku dikevin nîqaşên germ, rêvebir in. nexwe divê kes tiştek nenivîse?



10.04.2015 22:58 | simurg56

73. nivîskarê rewşê şaş fahm kiriye ye (/65135)

di vir de parlementer ji bo "ilkel milliyetçi"yan ne girîng e. elo dibe celo dibe ferq nake. di vir de xwestek girîng e. ew kesê "ilkel milliyetçi" wê daxwaza kurdî û kurdistanê bike (kî dibe bila bibe..). wê sonda tirkan ya nijadperest nexwîne, wê her doza kurdî û kurdistanê bike. di vir de tişte simurg56 şaş fahm kiriye jî ev e. partî wê tucarî piştgiriyê nede vî/vê kesî/ê. heke bidê wê felsefeya apo ya salan biavêje sergoyê kî ne hedê wê ye tiştekî werr bike. wekî din wê "pêvajoya turkiyelileşmeyê" xera bibe û wê heta pêvajoya çareseriyê ya tirkiyeyê, a sûriyeyê û a somaliyê jî xera bibe.



Wê çaxê wê ji bo çi piştgiriyê bidin "ilkel milliyetçi"yan? ma ne mhp jî "ilkel milliyetçi" ne? wê çawa alikariya kesên wek "mhp"yiyan bikin?



11.04.2015 17:01 | berxweda

74. ji aliyê aşkerakirin û neaşkerakirina fikran xwe de, mafdar e. heqê kesê tune ku bêje xwezî te wisa nekira û fikrê xwe aşkera nekira. û hun ji min bipirsin di tirşikê de yê herî maqûl difikir e ew bixwe ye. Fikr û fikar yek ji hêmanên serekê yên vê malperê ne. ji ber ku azadiya îfadeyê; azadiya jêneveger e divê çi fikra wî hebe bila bi lêv bike.

(bnr: em hemû simurg56 in)

(bnr: ji qedexekirina îfadeyê re, na!)

(bnr: fikir îfade azadî!)



11.04.2015 23:46 | ceso

75. nivîskarê ku di vê peyama xwe de ; /65135 bi hevoka "ku ez him ji aliyê dînî him jî aliyê siyasî ve muxalifê hdpê me..." xwestiye çi bêje gelek meraq dikim.



çawa alê dînî dibe muxalîfê hdpê ? qey hdp dînek afirandiye û ku ew jî jê bawer nake ? hdpê çi li baweriya wî kiriye ? qedexe felan aniye li ser ola wî ?



ji ber ku hdp hestên dînî yên gel bikarnayne û li ser van nirxan tu kesî naxapîne, gelek kes diçin reyên xwe didin partiyên dijminan. mesela akpê li kurdistanê piranî ji ber van hessasiyetan rey distîne. gel bi xwe azadiya olî fêm nekiriye lewma partiyên ku ola îslamê derdixin pêş nanek baş ji îslamê dixwin.



û di heman hevokê de gotiye ez aliyê siyasî de jî muxalîfê hdpê me. yaw ev modaya mûxalîfbûna hdp ji ku derket. beriya hilbijartinê gelek xêrnexwaz, bi her awayî, hinek di bin kirasê îslamê hinek di bin kirasê netewperestiyê dixwazin hdpê zeyif bikin. lê xûya ye ev êdî bûye moda. ez reya xwe didime hdpê lê eslê xwe de mûxalîf im felan.



yê wek we re enks bes e wele * hûn hdpê heq nakin *



12.04.2015 22:56 | brusk56

76. dema behsa muxalîfbûna dînî ya li hember hdpê dike, behsa gotinên tewşo mewşo yên hdpê ya di derbarê dînê gelê xwe dike.

niha ji paşerojê gelek gelek baştir e lê dîsa jî di binehişa hdpê de dijberî an jî nefretek li dijî îslamê heye, eynî mîna ya chpê. bila kes kesî nexapîne. ez nabêjim bila hdp dînê bi kar bîne, divê rêxistina rizgarbûna ya gelê kurd laîk be lê divê ji bo baweriyên gelê xwe jî ne kor be. şerê li dijî şêx û meleyên hevkarên dewletê jî dîsa têkoşîn ferz e lê ya ku ez behsê dikim ne ev e.



di warê siyasî de jî li gotinên mîna yên hatîp dîcle binêrin bes e.



12.04.2015 23:17 | simurg56

77. (bnr: birakujî)*



12.04.2015 23:44 | ferhenga şikestî

78. (bnr: sempatîzanên pkkê yên şermok)



14.04.2015 23:23 | endazer

79. Ne sempatizan e ne jî şermok e. rasterast alîgir e.



15.04.2015 15:20 | simurg56

80. welatparêz e, zimanparêz e, rêzparêz e



15.04.2015 17:02 | mele ehmedê nalbendî

81. bi helwesta xwe ez pê şanaz im ku hembajariyê min e.. ji Sêrtê simurg56 re silav. belê ez ê rexneyekî lê bikim. 56 li gorî pergala trafîkê ya tirkiyê nîşana Sêrtê ye lê dii nava me de tu nîşaneya vê hejmarê tune. Sêrt ango sê-erd destpêka vejîna me ye û pileqaya wê ya dilê me de 01 e *



15.04.2015 17:30 | hêja hûner

82. mêrxas mêrjîr e, û xwedîyê platforma me ya tirşikê ye.



lê belê ge-gane peyamdankê xwe kontrol nake. ez bawer dikim kesek ji wî peyam disekîne. *



16.04.2015 00:58 | endazyar

83. nivîskarê ku ketime bextê wî û jê rîca dikim ku ew wêneya ku tu car nikarim lê binihêrim bila biguherîne..

lewra awirên wî şehîdî dil û kezzeb bi min de nehêliştin..



21.04.2015 20:46 | ferhenga şikestî

84. ji bo hin tiştan her roj bîne bîra xwe, wêneyeke hucam sorçî ji xwe re kiribû avatar, lê wekî hinekan aciz kiriye bila avatara nû ya şehîdek din musa herdem an jî bi navê xwe yên din Mûsa Qennas û kelaşên kerên cehnimê be.



21.04.2015 21:00 | simurg56

85. (bnr: tu jî cîye xwe bêje oxlim:)



08.05.2015 22:22 ~22:24 | shorbevan

86. Dibe ku rêvebir e Tirşik ê be , çimkî dema ku ez bûm endam, e-peyam a agahdarî bi navê wi de ji min re hat şandin.



09.05.2015 00:26 | ycup

87. piştî aloziya vê taliyê ya di tirşijê de dtirsim ew jî wekê ssgyê xweyê eksisozlukê dev ji her tiştî berde û mala xwe bar bike here amerîkayê, lê di vî halî de tirşikê bifiroşe bawer nakim heqê bilêta wî jî derkeve, mala bavê feqîrî û bêdewletbûnê bişewite..



09.05.2015 00:52 | endazer

88. nivîskarê bi xwe gotiye rasterast alîgir e. simurg56/65859



gelo çima li vir xwe di vir de dixwaze tiştina wek bêalî bibêje? tu ji xwe alîgir e, ma ji xeynî vê fikra te pêve dikarîbû tişt bihata gotin? /69435

xwezî te behsa birakujiyê jî nekiriba. tê tam li ser gotinên xwe bûya. ji ber ku pkk nabêje birakujî ye..



26.05.2015 23:22 | berxweda

89. erê alîgir e lê dikare pkkê jî rexne bike. û hewl dide bêyî pêşdarazî li bûyeran binêre.

lê li gorî hinekan, ger tu alîgirê rêxistinekî an jî partiyekî bî, divê tu her tiştê wê biparêzî û her tim reşkirina dijberên xwe bikî. êêê, ma te aliyê xwe nebijartiye?

mirov bi rastî ecêbmayî dibe, herkes hewl dide kurdên din xayîn îlan bike û heta ji dest bê ji xwe dûr bixe. paşê tên û behsa birakujiyê dikin. aha bingeha birakujiyê jixwe ev fikr bixwe ye.



26.05.2015 23:58 | simurg56

90. alîgiriya wî ya li ser pkk ji hêla hinek nivîskaran ve xelet tê dîtin. Ez jî vê fikra wan xelet dibînim. ma mêrik reveberê malperê ye qey ne robot e îca fikrê xwe jî nebeje welle wekî we jî nabe lo. peyama te jê biriye? Na. Mijara te jê biriye? Na. Îca mesele çî ye? Ez piştgirî didim vê beyana simurg56/69453 wî.



Ecêba giran e ez pirî caran endazer jî mafdar dibînim û fikrên berxweda jî di hin ciyan de mafdar dibînim hetta carna shorbevan jî mafdar dibînim* bawer kin cih û warê min tune.



27.05.2015 00:21 | ceso

91. nivîskarê alîgir e, lê rêvebirê bêalî ye. min di cihekî din de ev nivîsî ye * biner: tirsik.net/69455



28.05.2015 22:02 | berxweda

92. simurg56 û brusk56 dava çi dikin yaw. ew li ser navê wî tiştekî dinivîse û yê din li ser navê din çend tiştan dinivîse. bes e yaw *



29.05.2015 16:40 | ciwanqoser

93. her ku diçe vê ferhengê dewlementir û geştir dike, xwudêjêrazî..



29.05.2015 20:43 | ferhenga şikestî

94. wextekî fîlmén kurdî di wergerand. min jî çend fîlm xwestibum, lé qet ne hatin. *



21.06.2015 21:17 ~21:22 | analy7er

95. nivîskarê kêfa min li endazer hanîye

nivîskarê xuyaye ku ji heqê endazer dertê, kesê ku endazer jî gazina jêdike

(bnr: herbijî simurg56)

jêbirina peyaman/75845



16.09.2015 22:27 | shorbevan

96. (bnr: axayê gundê vala) *



16.09.2015 22:33 | endazer

97. kifş e ku ji min gelek eciz bûye êdî bersiva peyama min jî nade *

ez zêde zêde wî eciz dikim lê heyra her tişt ji bo ferhenga te ye û bo biçûkêt kurmanca ye, tê bêjî qey çıqara min heye...



17.09.2015 22:49 ~22:50 | ferhenga şikestî

98. li jêr mijara pêşmergeyên rojavayê kurdistanê, bnra vê; /76131 peyama xwe daye, di wê peyama xwe de ji devê ''şervaneke biyanî yê ypgê'' ji bo pêşmergeyan dibêje; "ew leşkerên bi peretî ne û ji bo berjewendiyên malbata barzanî kar dikin. ji ber ku bi peretî şer dikin, ji şengalê reviyan. jinên di nav wan de tenê ji bo şovê ye. lê ypg ne wisa ye.." û hwd.



gelo ew jî li ser wê fikr û baweriya wî kerê biyanî ye?



17.09.2015 23:43 | endazer

99. ne li ser îdiayên biyaniyên weke "pêşmerge leşkerên bi peretî ne" bêguman.tenê xwestibû nêrîna şervanek di hundirê ypgê de, ragihîne



ha, lê belê ew bixwe jî encax bi şerta ku dibin banê pyd'ê de şer bikin, piştgirî dide hatina pêşmergeyan. weke pêşmegeyên din yên ku piştgiriyek mezin dabûn berxwedana kobanê.



18.09.2015 07:11 | simurg56

100. mêrik dixebite wele. piştî 2.7.5ê, helal û xweş be. û agahiyek nû:

peyamên ku lînk dana vê mijarê 162 heb in.

weahhh. hun çi kirine! mêrik mîn xizir û îlyas çûye û hatiye. wey gidî! *



01.11.2015 00:52 ~00:54 | biruya hayao miyazaki

101. bi qewlê gedeyên bajêr ê amedê, tam ağir abê ye..

law ma meriv ewqas jî cidî nabe yav, dema jê re hin caran peyaman dişînim, ji bo ku bêhna evî camêrî fireh bikim baş xirab hezar esprî dikim lê tiq tune ye, ne dikene ne digirî

patron secret secret*



10.11.2015 23:40 | ferhenga şikestî

102. yê ku dema dikeve tirşikê heçko emeliyatê de be cîdî ye, ji min re jî wek dîwêr e *

lê di jiyana xwe ya rastîn de gelek komîk û şêrîn e *



10.11.2015 23:57 | brusk56

103. Niviskarê di tirşikê de îş dimeşîne.

Qey em ê carekê di jiyana rastîn de jî hev bibînin * bila were civîna tirşikvanên mêrdînê jî *



11.11.2015 01:06 | berxweda

104. bi vê entrya xwe çewtiya ferhenga şikestî/79549 wî ez şaş û perapeş kirime:(

lê axirî patronê me ye, stûyê me li ber xezaba pênûsa wî wek tayê porê keçikeke spehî zirav e

lewma ölde ölelim vur de vuralım reis*



11.11.2015 18:38 ~18:55 | ferhenga şikestî

105. admîn û xwediyê tirşikê ye ku bi rastî meraq dikim;

-dikare peymanên taybet yên tirşikvanan ji hev re şandine, bixwîne?

-dikare kê çeppik an reşşik daye bibîne?

-dikare kî kê dişopîne bibinê

û bi kurt û kurmancî dikare tiştên veşartî yên em nikarin bibînin, bibîne?



14.11.2015 15:57 | ferhenga şikestî

106. admîn e. lê aniha ferqa moderator û admînan tune.

ji bo ceribandina radyoya tirşik, wextekê mêrgehezo nançû jî admîniyê kir û jixwe kodên tirşikê jî komple ba wî hene (ji bo çêkirina sepana androîdê). yanî ew jî şahîd e.

welhasil, li tirşikê admîn jî tê de tu kes nikare agahiyên taybet yên nivîskaran bibîne.



lê tabî ger bixwazim dikarim di danegeha tirşikê de peyamên taybet yên nivîskaran bibînim û hîn bibim ka kê ji kê re nivîsandiye. ev rastî, ji bo hemû malperan wisa ye. kesê ku bikare xwe bigihîne danegeha malperekê, dikare her tiştî bizane.



lê welleh heta niha min tiştên wisa nekirine (bnr: willeh billeh tilleh) *



14.11.2015 16:41 | simurg56

107. Niviskarê bi vê peyamê min bişirandiye * ya/ê ku reşik daye xatirxwestina xutbeyê lê tê gerîn/80087 Xwedê wî jî bişirîne *



15.11.2015 18:54 | berxweda

108. bila ji kerema xwe re bikeve tirşikê

mesele pirr pirr girîng e min jê re peyam şande divê zuzuka bixwîne û bersiva min bide!!!



11.12.2015 14:10 | ferhenga şikestî

109. kesê bilez lê tê gerîn xêrbe înş..



11.12.2015 15:03 | shorbevan

110. di vê entrya xwe de tsubasa/13332 behs kiriye ku ji ber temaşenekirina kartonfîlma tsubasayÊ, sohbeta wî ya ligel heval û hogirên wî tim nîvco mayiye, bila xem neke, min ji bo vî camêrî lînka hemî beşên tsubasayê peyda kirin û bo wî di vê entrya xwe de tsubasa/83147 lînka hanê pêve kire..

bila xem neke û neke li min li min*



04.01.2016 21:12 | ferhenga şikestî

111. avakar, damezînêr û çêkerê tirşikê ye, kodên vê malperê jî ew bixwe çêkiriye...

yanî ne ez im, ev camêr e.

ji ber nûçeya tirşikê ya vê pêlê min bi diha'yê re kiribû, gelek kes dibên qey min çêkirye peyam falan jî gelek hatin lê ne ez im hevalno ev camêr e..



06.01.2016 12:05 | ferhenga şikestî

112. tirsik.net/83604 nivîskarê ez balê dikşînim ser vê zagona wî;

ger li gorî qanûnan her nivîskar bikare di binê her mijarî de binivîse, divê neyê astengkirin. yanî divê ne mîna qanûnên dewleta tirkan be.




113. Hevalek xîrêtkêşe ger seyda seîdê kûrdî sax bûya ji ber ew xizmetên ku ji bo geşedena kûrdî kirîye da herdu çavên wî maçî ket. Spas birayê delal ji bo xizmetê te...



21.02.2016 00:07 | azad30

114. bi qasê sepandina formata tirşikê armancên tirşikê jî ji xwe re dike derd û bo parastina wê jî tedbîran distîne. armanca hemû beşên tirşikê, nivîskarên wê, beşên wê û hwd. ew e ku armancên tirşikê pêk bînin. sabotaja vê yekê belkî ne binpêkirina formatê be lê tiştek ji vê jî xerabtir e.

jixwe ne ji ber binpêkirina formatê, ji ber sabotekirina ferhengê shorbevan asteng kiriye.



21.02.2016 18:48 | simurg56

115. nivîskarê wî û shorbevan ji hev fehmkirine bira serê shorbevan bi benik û potikan girê nede.. lê çi feydeye shorbevan bibêje çi jî gotinên wî pere nakin ji vê seetê pêde, nivîskarê divê neyê xapandin berbay tirşikvanên bi serê wîde dixweynin nekebe shorbevan vê carê wî dide xatirê aram.. û bira li çeteyên xwe xweyî derê û helbet li xwe jî, bira xwe neke maşik ji wanre an shorbevanê dilovan ewê ji sîstema dilovanîyê derê maskeyê xwe bixîne bi zimanê wan ewê çend gotin ji hevra bîbêjin, ..., nivîskarê shorbevan dixwaze vî tiştî bi serê wî bixe ma ji xwe kî dibêje çi bi serîde diçe...; meriv li berîya shorbevan natiye tirşikê dinihêre ji berêde tirşikvan bûzin û ji xwe li mehnîyane bi wan nabe va sê çar roj shorbevan asteng kirîye kes li tirşikê germ nebûye ji xeynî xendekîyê hêja ew jî timî germe li tirşikê ji xwe.. û endazer nivîskarê tirşikê yê herî hêjaye roja çû tirşik xerab bû kî sar dibe bira bibe werhasil mijar belav bû shorbevan erîşên wan cardin qebûl nake ji nihade dibêje..




116. mîna ji xew rabûye, piştî bêdengiyek dirêj, dest li klavyeyê avêtiye û tirşikê dixemlîne. îlham dide meriv jî, her bijî.* *



10.03.2016 22:57 | biruya hayao miyazaki

117. Nizanim ev gotina min a çenda ye hebhinarka min: mêrxas e.



11.03.2016 05:54 | endazyar

119. (bnr: ha gidî simurg)



29.03.2016 01:21 | ceso

120. sîmurgê divê xelatekî bide nifşa dawî ya ku nivşa pêşî di dûmanêde hiştiye .. ji kerema xwere bira pirtûk mirtûk nînbin *



29.03.2016 01:50 | shorbevan

121. ez dibînim ku li vir de kesên xwe bi ideolojiya kemalist xemilandine û xwe tirşikvanên spi dibînin , hene .dibêjin ku hûnê kesên ji serî de lı vir bûne re muameleke cûda bikin û hûn ji me re dîyarî bişînin .

ez jî dibêjim

an

ji me hemûkaran

an jî

ne ji yekî/ê mera

dawiya gotinên xwe bi strana delaltirin û xweşiktirin keçan stranbêj nez dînim. sakın sakın sakın haa



29.03.2016 02:08 | xeteraqirêj

122. simurgê56yê divê heft teşt nanê tendûrê ji xeteraqirêjre bike diyarî *





hişyarî: seranser henek, min xelata xwe çend hefte berê bi astengkirinê stend * spas sîmurg56



29.03.2016 02:21 | shorbevan

123. Nivîskarê kû peyamên wî weke maqaleyan têr in û bi zimanekî herikbar, delal, zelal û şêrîn hatine nivîsîn. Mirovekî xîretkêş, jîr , welatparêz, kurd û kurdîhez e.



Li dijî tarîtîya şevê tîrêjên sibehê di tûrikê (dilê) xwedê dihewîne.



Ji hemû xendek û qunçalên kurdîstanê bêhtir xêr û xizmet kirîye û dike û wê bike(îşallah)



Heke mîr celadet û cegerxwîn sax banê, wê çavên wî maç kiribana.



Her çiqa, pora wî wekê ya min xweşik newê jî, dîse nexirab e (:



Û li gorî radyoya tirşikê , nivîskarê ku muzîka wî bona min ji îşkencê xirabtir e. Kengî straneke nexweş derkevê , dinêrim navê simurg56 heye. Gelo vebijêrka ''bêsimurg56'' nîne gelo *



Edît: di sepana radyoya tirşikê de ti vebijêrk jî nînin ku em stranan an jî simurg56 derbas bikin *



xwidê jê razî be



09.05.2016 23:38 ~2016.05.12 00:21 | gumgumok

124. simurg56/89572



tirşikvanên ku kesên naxwazin stranên wî guhdar bikin, dikarin di beşa radyoyê de li navê tirşikvanek din bikin û tebê li stranên wan guhdar bikin *



12.05.2016 00:04 | simurg56

125. Pêşengê tirşîkvana ye ku doh di rêya êlih ê de qeza kirîye lê xwedê xilas kirîye ji bilî hesara maddî tiştek pê nehatîye elhamdûllîllah, herhal sedeqayek hebu ku dayîka wî daye serê wî. Xwedê alîkar be înşallah.



13.06.2016 21:19 | azad30

126. simurg56yê ew jî hamberiya shorbevan dike dibêje ez namrim.. xweyê tirşika bêxweyî ka bibêjin jêre tu dewa Îmana ezrail dikî tuyê bizorê herî qetla xwe bikî sitûyê Ezraîl ez zanim tu sûcdarî Rojiyê li serê te xistiye wekî serxweşa erebeyê

diajoyî ger tu nikaribî rojî negre birêmin.. ya rastî ez ber wî û nivîskara nediketim ez ber zarokên wî biketima... henek li alikî Mêrik ji Mirinê filitiye ez hê li pey heneka me.. lê Xwedê wî xelaskiriye ji destê Ezraîl carek din Ewê hinek din haya wî jê hebe û jibû gohdarkirina stranên erebesk jî ewê tobekî bike..







derbasî be.. çepik di berda geriyane



13.06.2016 23:32 ~23:33 | shorbevan

127. hay ji xwe hebe keko. agahiya ku azad30 da mere, bi hevoka xwe ya ewil dilê min anî devê min. ji xeynî zarên te, hîn em tirşikvan, dê zorê bidin hiş û mejî û sebra te. *



14.06.2016 01:02 | biruya hayao miyazaki

128. Bûye qurbanê pergala tirşikê, gava dî piştî xwendina peyama wî ya li jêr mijara bezoar min xwest çepikekî bidimê lê bi xeletî destê min li bişkoja reşikê ket, min xwest bi çepikekî xeletiya xwe telafî bikim lê pergala tirşikê bi tirane ji min re dibêje te ji xwe deng daye vê peyamê, tu li pey çi yî??

bi kêfxweşî û bi heyranî û bi mereq peyamên wî yên tematîk yên li ser bijîşkiyê dixwînim, êdî gelek nexweşiyên xwe li malê bi xwe derman dikim. belkî sibero klînîkekî vekim, belkî navê simurg56 lê bikim ;)



28.07.2016 12:55 | endazer

129. Hemî nivîsên wî dixwînim nexasim li ser tenduristiyê lê carinan gelek dirêj dinivîse û bêhna merê dişikîne loma ez carinan nîvco dihêlim nivîsê, diherim bêhnvedaneke cixarê û têm dewam dikim, haa çepikên xwe yên xurt qet jê texsîr nakim*



28.07.2016 14:09 | ferhenga şikestî

130. di vê (bnr:steakhouse/95572) peyama wî de gelek şaşiyên rêziman û rastnivîsê hene. mirov dibêje qey peyama xwe çawa nivîsiye wisa şandiye bêyî ku çavekî lê bigerîne ka kêmasî û şaşî tê de hene an na. û kurmanciya wî jÎ biçekî tehma wergêrên ji tirkî jê tê. wekê ku ne di nav malê de, lê paşê ji pirtûk û kursên zimên hînî kurmancî bibe.



20.11.2016 20:30 ~20:31 | endazer

131. hirr nezanê divê bê astengkirin *


(bnr: anayasayı tanımıyorum)
(bnr: sizinki hukuk da bizimki guguk mu?)



20.11.2016 21:21 | bernadim

132. (bnr: xwidê wî ji serê me kêm nekê).



19.04.2017 02:14 | gumgumok

133. nivîskarê ku van rojan pêjna wî nayê, an jî li peyamên xwa nameyzêne.



12.02.2018 17:30 | gulêê

134. (bnr: superhero)



05.08.2018 17:43 | mirovekirind

135. hejmara peyamên wî 10.000'î derbas bûye. ev çi performanse ya rebbî*



30.11.2019 17:07 | nazim tolhildan

136. Şêr e şêr *



30.11.2019 17:31 | ferhenga şikestî

137. Dest û keda wî sax be û hebûna wî li tirşikê mayînde be.



30.11.2019 21:03 | xelîl

140. Xewnên nexweş divê bi tu awayî neyê gotin xwezî hevala me jî qet parve nekira wî xewnereşkê. Xwedê vî hevalî ji me dûr neke her sax bibe her jîr bibe înşelah



30.11.2019 23:05 | azad30

141. Yezdanê dilovan kêmaniya wî nede. Camêrekî ku destê xwe diavêje kîjan karê haqqê wê dide û dibe baştirîn sepînerê wê karê. Helal be ...



30.11.2019 23:10 | darînê daryo

142. (bnr: formata tirşikê)
(bnr: emojiya rûtirş)



01.12.2019 01:15 | ceso

143. heqîqeten ez dibêjim qey qedr û qîmeta vî camêrî dê çend sal şûnde bê fêmkirin.
li ser tibê her çi bête hêşê we dike ku li vir bi zarê me binivîse. ez dibêjim qey bi kurdî ji xeynî tirşikÊ di tu platformeke dî de (pirtûk û kovar jî têde) li ser tibê ewqas pÊnas û agahî û zanîn tune ye.
ji bo simurg pêngaveke piçûk ji bo kurdistana pÊşerojê pêngaveke mezin...*



04.12.2019 09:50 ~09:53 | ferhenga şikestî

144. Camêrê ku gotinên wî ji bo gelek kesan derbasdar e



17.01.2020 01:42 | tîrêj zana 21

145. mirovek karên berketî kirye. taybetî bo tirşik radyo spasîya wî dikim.



02.03.2020 00:04 | hespêsor

146. Bijîşkê ku hayê wê ji binê erdê heye. (bnr: vîrûsa koronayê/117788">vîrûsa koronayê/117788) di vê peyama xwe de gotiye dê hefta bê an ya din dê dewlet bêje korona hatiye tirkiyê jî ,bera jî awha bu piştî 2 hefta îroj wezîrê tendirûstiyê li xwe mikur hat.

(bnr: Îstîxbarata tirşikê)



11.03.2020 17:30 | tîrêj zana 21

147. Nivîskar, moderator û damezrînerê tirşikêye . Dema têketinê li tirşikê dike giraniya wî hest dibe. Ji nivîsên virt û vala hez nake û tehamula wî ji sixêfan re jî tune ye. (bnr: rûbar). Ji pesindana wî jî hez nake lê birastî jî heq dike. Ji çend moderatorên bi erka xwe radibe ye. Doh di çalakiyê de nexwiyabû an ez navê wî yê tiwîtirê nizanim.



02.05.2020 16:08 | tîrêj zana 21

148. Ez gidara simurg56 ye me ku ji min re bêje 'tu êdî ne çomez î'



02.05.2020 17:29 | vîta

149. Serokê tirşikê ye.
Wan rojên dawî Ji moderatorên (rêvebirên) tirşikê hêrs bûye û giştkî veder kirine.
+++
(bnr: bila endazer disa bibe moderator)



18.10.2020 19:12 | cinorek

151. bawer dikim bi tails an jî whoix dikeve tirşikê.



16.07.2021 23:14 | heval.js

152. li gor nerînên min ajanê îranê ye.



17.07.2021 17:56 | shwinsherm

153. rêveberekê ku demek dirêj ne li ser malperê ye.



27.04.2023 18:28 | horhorik

154. reveberê ku 5 meh in ne li malperê ye. Ez difikirim ku ew bêzar û westiyayî ye.lê malper bi rastî hewceyê wî ye.



24.06.2023 21:26 | horhorik

155. her roja ku ew nayê malperê çomezekî din ji tirşikê vedigere...



08.09.2023 22:12 ~22:12 | ciwanzêr

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56 the architect

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî