1. serkeftîtirîn koma ku di van salên dawî de bi muzîka xwe ya henûn û xweş-rock zêde, bi sê albuman jî navdar nebûye mixabin. bila nivîskarên tirşikê kampanyaya piştgiriya vê komê li dar bixin, ez ê qutiya tutina xwe bifiroşim û piştgiriyê bidimê. soz, soza mêrên berê. |
|
19.08.2013 04:20 |
terkexem
|
2. heya nûha sê albûm derxistine.şirintêRe koma ne li ber dilê min.solîstê wê birêz gökçe baş bi kurdî nizane.lê ev yek awayê sewt û fonetîkê de xweşiktir dike stranan. caran hin kêmasiyê piçûk di hûnerê de dibe avantaj.(bnr:devoka ciwan haco a torî ku hertim tîpa a yê bikartine ) |
|
19.08.2013 11:53 |
tivirloismail
|
3. endamê wê komê Serhat temel niha vekilê şaredarê Batmanê ye |
|
19.08.2013 14:21 |
babayaro
|
4. koma dile min... |
|
28.09.2013 22:05 |
hozanagirîn
|
5. "sê kûçikê birçî" |
|
28.09.2013 22:46 |
newenda
|
6. yek ji komên serkeftî ên rockê ye. û yek ji endamê komê serhat temel di heman demê de, cîgirê şaredarê batmAnê yê berê nejdet atalay bû. |
|
29.09.2013 03:25 |
seydayê_peyvan
|
7. koma ku nizane xwe bide nasîn. |
|
16.10.2013 17:13 |
gernasnenas
|
8. navê wê koma muzîkê ye ku demekê bi gotinên xwe yên wekî: |
|
16.10.2013 20:26 |
eznelomeezleme
|
9. bi min dixwazin hinek undergrand bişuxulin lê zehf amator dixwuyên ev ne baş e. çewt neyê fêhm kirin: Mûzîka dikin gelek hêja û serketî ye.. |
|
16.10.2013 23:27 |
rexnegirêtagirtî
|
10. niha muzîka kurdî ya herî baş evin. li muzîka rock derdixin. mixabin li kesî ve grubê nasnakê. solîstê wa gokçe baş kurdî dizanê. disa mixabin gel ê me pey quna şahê bedo diçin.bila qurbana we grubê bibin. . serkeftin ji wan re. çiya bê stran na be. |
|
13.11.2013 21:49 |
rêzan
|
11. koma ku bi strana "meşa şevê" ya ku tê de gotin tune ne, aramiyê dide mirov. |
|
13.11.2013 21:57 |
simurg56
|
12. (bnr: li Êlihê konsera siya şevê) |
|
30.04.2014 16:52 |
xwelî li ser
|
13. (bnr: li amedê konsera siya şevê) |
|
30.04.2014 16:57 |
xwelî li ser
|
14. koma ku li ber çavên min reş bûye. lewra ji rûyê wan hesabeke min ê 8 salî yê youtube-ê hate girtin. hesabê min xwediyê 2 hezar aboneyan bû nêzî 100 vîdyo tê hebû. heke ku min vîdyoyeke wan an jî straneke wan li hesabê xwe zêde kiriba min ê bigota 'bila canê wan sax be!' lê na! raperîn xanim çûye strana wan ê bi navê "derew e" stiriye min jî dîmenên konserê ya raperîn li hesabê xwe bar kiriye û lê weşandiye. Siya şevê jî nizanim ji bo çi bi henceta "binpêkirina telîfê" giliya min kirine û bûne sedema asêbûna hesabê min. heyran heke ku derdeke we bi raperîn re hebe herin pê re biaxivin ma çima serê min diêşînin.heke binpêkirineke telîfê hebe yê ku ked û taba we binpêkirî ne ez im heyrana siya we û şeva we. heyfa min nayê li wê heyfê, heyfa min tê li wê heyfê ku heman vîdyo ji aliyê bi dehan kesan ve li youtube-ê hatiye barkirin Û niha jî di weşanê de ne, lê çima ez?! |
|
22.06.2014 00:34 |
oxir
|
15. mûzîkjenên ku hesabê min ê youtubeê jî ji ber wan, rastî hişyariyek hat. min vîdyoyan jê birin û çareser bû. |
|
22.06.2014 11:56 |
simurg56
|
16. oxir, bêje oxir be ji hesabê xwe re :D |
|
22.06.2014 16:27 |
gernasnenas
|
17. koma ku di youtubê de çima min 2 vîdeoyê wan lê bar kiri ye hişyariyê, wek hevalên din ji min re jî şandiye gokçe selîm beg. albûmên xwe belaş didin guhdarvanan, dixin lînkên înternetê û belav dikin, dibêjin çavên me ne li peraye, lê belê ev hişyarkirina rakirina vîdeoyên wan qet neket serê min! |
|
22.06.2014 19:09 |
giyanstêr
|
18. NE BûNE SEBEB KU HESABÊ Min ê yotubeê bê girtin, lewra hesabekê min ê çalak ê youtubeê nîne.. min niha li ser youtubeê navê siya şevê da ber ger û geşt û seyranê, ji xeynî du an sê hesaban hemÛ vîdeoyên li ser youtubeê yên kanala siya şevê bûn.. yanî bi qasê dixweye dixwazin bi xwe stranên xwe ji kanala xwe li ser youtubeê parve bikin, ne bi destê kanalinên din.. û ev jî daxwazeke têra xwe rewa ye.. |
|
22.06.2014 22:33 |
endazer
|
19. koma ku ez herî pir jê hez dikim e. Muzîka wan min ji min dibe. |
|
25.10.2014 01:43 |
berxweda
|
20. koma di paytexta dilê min de cî girtiye ye.. |
|
31.01.2015 00:02 |
berxweda
|
21. (bnr: siya şevê/43164">siya şevê/43164) |
|
31.01.2015 03:39 |
oxir
|
22. koma xwediyê vê muzîka delal in. |
|
02.02.2015 23:15 |
berxweda
|
23. Nemazê nivê şevê li gel çend şûşe bîra ez bi saetan guhdarî dikim. Komeke li pey tiştên nû ye. Tarza wan Rock e. Solîstê Komê gökçe ye ji Riha ye. Rojekî min pê re çay vexwar gazina ji miletê dikir û digot "milet dibêje gerek hûn radîkal bêjin. ê yaw ka ji Strana 'werin law' radîkaltir stran heye ". Mixabin saziyên Kurdan di organîzasyona de li şûna van camêran gazî Halit Bilgiç û yên wek wî dikin. Gelek stranên wan ên xweş hene . Strana wî ya "dilketî" 2 meh e zîla telephona min e . |
|
02.03.2015 03:46 |
mistefa
|
24. dengê solîstê vê komê ne zêde xweş e ya rastî dengekî xurt nîn e lê bes dîsa jî bi awayekî serketî dikare ji binê vî barî rabe.. |
|
13.09.2015 23:26 |
ferhenga şikestî
|
25. koma li qoserê konser dabû. konser bi şev bû û bayê bakurr ê germa havînê dihat. kesên hatibûn guhdar bikin belkî sed kes tune bû. |
|
14.09.2015 00:21 |
berxweda
|
26. Koma êdî ez zanim ez bûme kêşê wan. Erê law 'divê werî' berî ez ji xwe herim. |
|
06.12.2015 01:17 |
berxweda
|
27. Here lînkê |
|
06.12.2015 02:25 ~02:26 |
mahîr amed
|
28. Koma ku di stranek xwe de dibêje " lê tu xeyal î , divê tu werî... " |
|
06.12.2015 15:25 |
biaqila malê
|
29. Gotinên strana siya şevê a dilketî : |
|
14.04.2017 22:56 ~23:46 |
bûtîmar
|
31. koma ku ji min ra du guha deyndar e * |
|
08.09.2017 11:38 |
bûtîmar
|
36. duh ne pêr şevê li Amedê bi organîzasyona amîdart'ê li eywana performansê ya gopalê derketin ser dikê. |
|
30.04.2018 18:58 ~19:00 |
xendekî
|
37. albûmek nû bi navê 'li pey siya xwe' belav kirine. Mala wan ava. Bi vê albûmê, albûma nû ya ciwan haco li pey siya xwe hiştin. |
|
26.06.2018 02:58 |
nestêle
|
38. (bnr: siya şevê - li pey siya xwe) |
|
07.07.2018 12:57 |
xendekî
|
40. tu tune yî, ez tune me lê! |
|
06.08.2018 19:50 |
xwelî li ser
|
43. (bnr: tu xem nekşine) |
|
08.05.2020 15:25 |
bûtîmar
|
45. koma sereke, xwediyê cihekî cihê, xweser, serkeftî, serkeftin ji wan re |
|
25.08.2020 00:36 |
afa
|
46. Van rojên minê depresîf û xembar de li gel vê strana xwe derdan li min zêde dikin: |
|
21.06.2021 20:22 |
rizgarm
|
47. Koma ku cara yekem 2018an de çûme konserta wan. Du albûmên wan ên pêşîn miezzem in. Di vê şeva sar a Wanê de hey li strana (bnr: divê werî) guhdar dikim. |
|
05.01.2022 01:21 |
dewbir
|
48. Bi rastî dema ku min cara ewilî guhê xwe daye ez gelek hestîyar bûm û hêzên ecêp min da bûrî. |
|
05.01.2022 11:40 |
aşvan
|
49. Koma rocka kurdî ye ku min herî zêde li vê dawiyê guhdarî kiriye. Taybetmendiya wan a herî balkêş ew e ku di stranên xwe de murx a taybet a Mezopotamya û Kurdistanê bi kar tînin. Rock bi mijarên wekî serhildan, hêrs, protesto re mijûl dibe, lê ev kom ne wisa ye. Di mijar û newa ên xwe de herî zêde kevneşopiyên kurdan bi kar anîne û tînin. |
|
27.06.2023 17:01 |
horhorik
|
50. berî bi qasî mehekî bû, li amedê konser dan. cara ewil min li vir performansa wan ya zindî, temaşe kir. bi rastî ji texmîna min gelek serkeftîtir bûn. endamên ku li enstrumanan dixistin gelek jêhatî bûn, gokçe selîm jî gelek xweş digot. jixwe hema bêje min hemû stranên komê dizanî, lê belê bi saya konserê li hesta hinekan hesîyam. divîyabû berevajî bûya * |
|
14.09.2023 21:50 |
simurg56
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |