1. li başûrê kurdistanê navê bajar û parêzgehekî ye.. di serdema gotiyan de bajar ava bûye.. û heta niha ji aliyên gelek qewmiyetên wekê moxol û aşûr û tirkmen û ereban ve ji bo cewhera wê ya neftê hatiye vegirtin û dagîrkirin.. di dema seddam de bajar ket ber helmeta terîbê yanî proje û prosesa erebkirdinê û bi ser navê vê helmetê gelek kurdên li kerkûkê ji mal û milkên xwe hatin derxistin û dûr xistin û li şûna wan eşîrên ereban li ser mal û milk û zeviyên kurdan hatin bicihkirin.. sedam bi vê projeyê xwest ku nasname û demografiya şarê kerkûkê ya kurdî û kurdistanî berev erebbûnê ve biguherîne.. piştî ku rejîma beas rûxiya seddam di çala gû de hate girtin û darizandin û daleqandin di sala 2003an de di qanûna esasî ya iraqê de statûya vî bajarî û çend deverên din ên kurdistanî lê derî herêma kurdistanê mayîn bi xem û hêviya madeya 140ê ve hate hiştin.. soran ji vî bajarî re dibêjin kîrkuk jî.. bîrê neftên yên li devera babgurgur yên bi ser vî bajarî ve gelekî meşhûr in.. |
|
19.08.2013 03:01 |
endazer
|
2. xwudê şahid e ku ez hej şerrî nakim. çimkî riya herî xirab ya çareserkirina arîşeyekî ye şerr. lê sîstema dewletê wekê din tu rê li ber me neheliştiye. pêşniyaza ku li ber me danîne ji bo xêr û berjewendiya wan e ku dixwazin kurdan ji kerkûk û deverên din ên kurdistanê derxînin. ev yek nemûmkin e. li ser vê riyê û ji bo vê dozê em tu tiştî ji xwe texsîr nakin û tu carî ji ya xwe nayên xwarê. eger fermana me hemûyan derkeve jî. çimkÎ ez ditirsim ku rojekî kurd werin ser gorra min tif bikinê û bêjin min ''ka te çima kerkûk firote dijmin'' (bnr: mele mistefa barzanî) |
|
19.08.2013 03:08 |
endazer
|
3. 'beh heta kurdek bimawa kerkÛk şarÊ kurdistan e. kerkÛk xakÊ pirozÎ kurda ya.' |
|
23.09.2013 11:59 |
cinorek
|
4. dilê Kurdistanê ye! (by the way, bo çî min natwanim tîpî 'k' girdek binûsim kaka?) |
|
23.09.2013 21:39 |
yurî gagarîn
|
5. weke hemû peyvên din, ev peyv jî tirşikê de nikare bi tîpên girdek were nivîsandin. ji ber ku sîstem hemû herfan otomatîk dike hûrdek. ev yek ji bo hemû ferhengên înteraktîf bûye standartek. |
|
23.09.2013 21:44 |
simurg56
|
6. bajarê ku hîn jî kurd hewl didin bikin beşek ji kurdistanê û dixwazim madeya 140 ji destûra îraqê were cih ta ku rapirsîn çêbibe û têkeve kurdistanê. |
|
02.01.2014 19:24 |
dijber
|
7. gor hilbijartina davîn partiyÊn kurdan 8 kursÎ (temamÎ 12 kursÎ) li kerkÛkÊ girtine. ew serkeftineka mezÎn e. |
|
19.05.2014 19:02 |
kaşanî
|
8. bajarê ku di hilbijartinên dawiyê de baş xuyabû ku Kerkûk kurdistanî ye. |
|
19.05.2014 22:17 |
berxweda
|
9. dilê kurdistanê ye û wê her wek dilê kurdistanê bimîne.. |
|
12.06.2014 15:19 |
endazer
|
10. sÎpan hemo: kerkûk qudsa kurdistanÊ ye |
|
12.06.2014 20:27 |
xendekî
|
11. êdî bajareke kurdistanê ye. ti kes nikare ji kurdan bistÎne. xwedêyo guhê xwe bide dengê kurdan! |
|
12.06.2014 20:30 |
oxir
|
12. gurçika kurdistanê ye jî. |
|
12.06.2014 21:21 |
simurg56
|
13. bajarê ku ne ji bo petrola wê be pênc pere nake. |
|
14.06.2014 11:03 |
kardoxî
|
14. di hilbijartina iraqê ya giştî (30 nîsan 2014) de ji bo Kerkukê 12 parlementer hatin hilbijartin. 2 tirkmen, 2 ereb 8 kurd hatin hilbijartin. Kerkuk kurd e.xilas |
|
14.06.2014 14:08 |
diljan
|
15. bajarê ku kurda ber bi yekitî ve dibe. |
|
14.06.2014 14:46 |
ciwanpiroz
|
16. Brîna Kurdistanê... |
|
14.06.2014 17:09 |
cirano
|
18. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de; |
|
16.06.2014 02:43 |
endazer
|
19. li gorÎ dengûbehsên ji twitter û ajansên başûrê kurdistanê, li jêr çavdêriya ynkê de 5000 milîsên şîe Û 500 pasdarên artêşa îranê li bajêr bicih bûne û li nava bajêr tevî çek û cebilxaneyeke giran show of strength yanÎ rêûrisma nîşandana hêza xwe li dar xistine. |
|
22.06.2014 22:05 ~2022.01.13 13:14 |
endazer
|
20. (bnr: esaîbî ehlî heq) |
|
24.06.2014 18:33 |
endazer
|
21. Here lînkê |
|
24.06.2014 18:36 ~2017.04.14 00:00 |
endazer
|
22. di destê kurda de ye. mezeke |
|
25.06.2014 17:11 |
diljan
|
23. Bajarê ku wê ji bo wî dê pir xwîn bê rijandin. Mixabin çiqas pêşbînekî ne xweş be jî rastiyek e. Lîstikên pîs ên selefî û şiîyan ji bo vî bajarî hene. Hovên wek tirk û farisan jî ji bîr nekin. |
|
25.06.2014 23:25 |
ceso
|
24. di çarçoveya madeya 140. a destûra îraqê, parlemena îraqa federal biryar daye ku mal Û milkên ku di serdema seddam de ji kurd û tirkmenan hatibûne standin û li nav erebên ji derve hatine kerkûkê hatibûne belavkirin, li xweyiyên wan ên eslî bên vegerandin, li gorî nûçeyan nêzikê 900 hezar donim erd dikeve ber vê madeyê û ji vî erdê sedî 90 ya kurdan û sedî 10ê mayî Jî ya tirkmena ye.. |
|
26.06.2014 13:20 |
endazer
|
26. bAJARÊ KU ÎRO SEROKÊ KURDISTANÊ mESÛD BARZANÎ ÇUYÊ YE..mESÛD BaRZANÎ DI SERDANA XWE YA ÎRO YA JI BO KERKÛKÊ DE GOTIYE KU EW AMADE YE WEKE PÊŞMERGEYEKÎ ÇEKÊ HILGIRÊ Û LI REX PÊŞMERGEYA ŞER BIKÊ.... |
|
26.06.2014 15:51 |
nan û av
|
27. kurdên başûrê kurdistanê ji ber vî bajarî cara ewil ji hev ketibûn û bi hev ketibûn.. seddam soza otonomiya kurdistanê dabû mele mistefa barzanî û ji bo statûya kerkûkê jî gotibû, nîvî wê di destê otonomiya kurdistanê de be û nîvî wê di destê dewleta îraqê de be, mele mistefa ev yek qebûl nekiribû û gotibû eger ez kerkûkê bidim siba ditirsim ku kurd bên tif bikin tirba min bêjin ka te çima kerkûk firot.. axirê dema ku mele mistefa teklîfa seddam qebûl nake, seddam sala 75ê piştî peymana cezayîrê, dîsa kurdan tê xezebê. kurd li başûrê kurdistanê şikestineke trajîk dixwin, mele mistefa barzanî nexweş dikeve û li amerîkayê di nexweşxaneyekî de emrê xwudê dike, pdk parçe dbe û di serkirdayetiya celal talabanÎ de ynk ava dibe. |
|
26.06.2014 16:54 ~2022.01.13 13:15 |
endazer
|
28. bajarê ku dîsa kurdbûna xwe îspat kiriye ye * |
|
02.02.2015 23:21 ~2016.10.21 16:19 |
berxweda
|
29. bajarê daîşê êrîşî wê kiriye û ji ber wê jî gellek pêşmerge, hêzên ewlehiyê şehîd ketine. |
|
21.10.2016 23:03 ~23:05 |
berxweda
|
30. li gorî vê rewşê daîş êrîş biriye ser xetên kurdan û gellek gund bi dest xistiye. |
|
22.10.2016 00:15 |
berxweda
|
31. bajarê ku rewş aram bûye û nexşeya jor jî hatiye rast kirin. |
|
22.10.2016 16:25 |
berxweda
|
32. kesekî giramî nedaye lê belê, hefta' çû, di medya' civakî ya tirka' de kerkûk ketibû rojevê. ji ber ku kurdî li wê derê dê bibe zimanê fermî û ala' kurda' bê hilgirtin. nûçe: |
|
20.03.2017 18:35 |
biruya hayao miyazaki
|
33. Kerkûk bi her tiştê xwe le xarpêtê tere. Îro (28.04.2017) li kerkûk ala kurdistanê bi fermî hat bilind kirin. |
|
28.03.2017 14:37 |
elaziz izzetpasa camii
|
34. berê li kerkûkê ala kurdî hat bilind kirin û niha jî "Meclîsa Iraqê bilindkirina Alaya Kurdistanê ya li Kerkûkê red kir"iye. li rojhilata navîn tiştên gelekî balkêş diqewimin ku em nabînin. |
|
01.04.2017 21:17 ~21:24 |
biruya hayao miyazaki
|
35. xweziya min bi wan kesên ku wê gava ku bi rêûrismeke fermî alaya rengîn li ser dilê Kurdistanê dihat çikilandin û libakirin amade bûn. bawerim qebra Mele Mistefa wê rojê lê xweştir û firehtir bû. |
|
01.04.2017 22:05 |
endazer
|
36. bajarê ku bû bajarek kurdistanê û çû. êdî kes nikare îtîraz bike. |
|
01.04.2017 23:56 |
simurg56
|
38. kerekî bi navê nîhat li ser medyaya pkkê, dîsa bi argûmantên bêhnpêketî yên wekê neteweya demokratîk û biratiya gelan li dijî wê derketiye ku kerkûk bi kurdistanê ve bê girêdan. kereke din ê bi navê baqî jî ev nivîs li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye. xwudêjêraziyekî jî li jêr lînka ku baqî parve kiriye, nakokiya pkkê fehş kiriye û gotiye pkk dixwaze reqaya ku hema bêje temamê xelkê wê ereb e bi ''kuzey suriye''yê ve girê bide, lê dema mesele tê ser kerkûkê dibêje divê an bi îraqê ve girêdayî bimîne an jî divê xweser be. Here lînkê |
|
14.04.2017 00:08 ~2022.01.13 13:16 |
endazer
|
39. Bajara ku êdi di nav sînora iraqê de ye. |
|
16.10.2017 17:50 ~17:55 |
cûndûllah el-kurdî
|
40. bajarekî iraqê ye. êdî heta hetayê jî nakeve destê kurdan. ew derfeta mûcîzewî reviya. |
|
16.10.2017 19:53 |
simurg56
|
41. Bajara ku Kurd dîsa kurdayetiya xwe tê de eşkere kiriye. Ev sed sal e nebûn însan. Em îro ji kalikên Xwe re dijûnan dikin lê yeqîn nakim neviyên me xwedî vê hişmendiyê bin. Kurd her tiştî ji bîr kirin dê vê îxanet û bênamûsiyê jî ji bîr bikin. Em li hêviyê ne ew ên digotin " kerkuk dilê kurdistan e " , " ku êrîşî kerkukê bikin em ê bersiva wan bidin " wê kengî dakevin qada şer û gotinên xwe bînin cîh. |
|
16.10.2017 23:29 |
biaqila malê
|
42. bi xêr be, me nevîyên xwe re xezîneyeke zêrîn hîşt. |
|
17.10.2017 02:56 ~03:00 |
bûtîmar
|
43. encamên hilbijartinê lê xuya bû |
|
16.05.2018 01:42 |
mindal
|
44. Di bin wê rewşa xirab de jî kurdan ewqes rey hilgirtine. |
|
16.05.2018 08:30 |
cinorek
|
45. her kî bibe wesîle yê ku kerkûk ji destê peşmerga derkevi naleta şêtên lê bibare ! |
|
10.04.2020 19:27 |
shwinsherm
|
46. 13/10/2021 ba em nusîney min bo mêjû bêt hawrrêyan! kurd serkewtinî bidest hînaye le helbijardin le Kerkuk kurd yekem bûwe înca spas bo xuda û her çend e kurd legel yek baş nebûn yan her çon , min gelek rexnem le partî û sazî kurd heye lêreda/li vir bellam katek ême le jêr dagîrkarî bîn tenha şitekim divêt eweş yekbûn e dunê/duh ke 12/10/2021 100 pitir/zêdetir gencî kurd le Kerkukî dilî kurdan hatine desteser kirdin û bi şêweyekî hovane hêrişyan kirde ser kurd le demek ke kurd dilxoşî xoy ekird xelk bi alay KURDISTAN û bi giyanekî yekbûn ahengî ekird bellam supay/leşkerî îraqî dagîrkar destî kirde hêriş û teqe kirdin û çûne naw mallî xelk bo desteser kirdinyan bellam ême ebê bizanîn ke ne îraq ne Tirkiye ne Suriye ne îranîş qet nabin bi î ême , ewan hemû dirrinden/hov in eger bikewine giyanî kurd û êmeyan dagîr kirduwe û amancî serekî ewanîş eme ye ke yekbûn lenêwan/dinavbera kurdan nehêlin û kurd netiwanê welatî xoy nas bike û welatanî dagîrkar deyanewê/dixwazin kurd le Tirkiye û Suriye îran û îraq de ko biken û basî welatek neken be nawî Kurdistan bellam dixwazim dijminan bêgûman bikem ke ewan çend dijî ême bibin û ême bikujin û desteser biken ême ziyatir/zêdetir çawman ekirêtewe/vedibe ke ême tenha KURDISTANekman heye û bes ba bo mêjû bêt em nusîney min le dillewe hîway serkewtinî gelî kurd exwazim le gişt kurdistanî gewre/mezin bijî gelê kurd û bijî Kurdistanek azad û serbexo/serbixwe |
|
13.10.2021 22:55 ~23:10 |
hewlêriha
|
47. Bajarê ku dema tê behskirin ev axaftina û gotina mam celal tîne bîra min Heta kurdek mabê kerkûk şarî kurdistana ! |
|
14.10.2021 00:29 |
navîgiranmezelîwêran
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |