1. rojekî zelamekî ku êdî ji qûdum ketî tê malê. zarok,nevî,nevî çirk tevde ew hiştine çûne. ew pîra jina xwe tenê mane.helbet mesele ne eve, ka bisekinin. |
|
18.08.2013 20:36 |
tivirloismail
|
2. dibêjin rojekî êvara îniyê melayek li mala xwe destnimêj digire û xwe kar dike ji bo here mizgeftê û li pêşiya cimaetê nimêj bike.. axirê yê zane ji xwe zane yê nizane jî nizanim çi ye berê li gundan li mizgeftan êvara îniyê berî nimêja eşayê melayê mizgeftê wez û nesîhet didan cimaetê.. mela weza xwe dide û nimêja xwe dike û tê malê jina wî jê dipirse dibêj mela xwudê nimêja te qebûl bike ka bêje îro mijara wez û sohbeta te li ser çi bû te çi pend û şÎret li cimaeta xwe kirin.. mela jî dibêje willehî xatûn ya ku xwudê dizane çima ji te veşêrim mijara me ya îşev li gorî qeyd û miqamên dînî û di daîreya helal û meşrû de nêzikbûn û pevşabûna jin û mêrên misilman bû.. û serde jî dibêje heçiyê li gorî van qeyd û miqaman pev şabibe li gorî dînê mihemed wekê ku gawirek kuştibe li ba xwudê dikeve xêrê.. axirê dibe şev seyda û jina xwe dikevin di nav nivînan de dilê jinikê diçe ewkê tiberik yê seydê ji seyda re dibêje mêro tu dibêjî em jî gawirekî nekujin.. wek ku bavûkalan gotiye seyda jî dibêje wille hurmet ji te re xweş be ji min re bîst û şeş e û radibe jinikê dinermijîne.. biskek ser re derbas dibe û jinin têr nebûye dîsa dengê xwe li seyda dike û dibêje mêro ka em gawirekî din jî nekujin.. seyda jî bi ser mêraniya xwe ve nabe û nabêje na û nirç radibe dîsa bi qasê hêz û qeweta xwe dilê jinikê bicih dike.. axirê jinik dîsa têr nabe û bela xwe ji seydê venake dîsa destê xwe li pişta dide û dibêje seyda ka em gawirekî din jî di rêya xwudê û di daîreya helal û meşrû de nekujin.. seydayê ji hal ketî hema cihde ji nav nivînan radibe û dike ku cilên xwe li xwe bike jinik şaş dimîne dibêje seyda te xêr e vê nîvê şevê tê çi bikî, bi kû ve herî.. seyda dibêje bi xwudê hurmet ez bi serê xwe nikarim ji heqê van gawiran de derkevim ez ê herim hawara xwe bigihînim ometa mihemed bila bên arî min bikin.. |
|
19.08.2013 00:05 |
endazer
|
3. Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê, çavê wî bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim rûniştî ne û bi hev re ken û henekan dikin. |
|
10.11.2013 02:22 |
mamoste marûf
|
4. melekî kor bendekî ara malaxû u mizgeftê grêdide u hemasa wî bendî digre diçe mizgeftê... rokê jînek cînarewi bende mela kaşî malaxu dike u jinêk bend dora navaxu dualine xu rûttezî dike ..mela tê ser jinikêra derbazdube... rok du roj hema îsa berdevam dike, kingê dilê jinikê duxaze bende mela kaşi malaxu dike u dilex rehet dike mela paşkê dişine mizgeftê... rokê rojan mêrê jinikê durumê him dûbe u bende mele kaşi malaxu dike mela bendexu dişopine disa diçe mala jinikê u here karêxu bike... mêrê jinikê bend dora navax dualine xu ruttezi dike.. mela axti xo diginê zane ida çê derketiye pêş wi, mele nijînaxu qet xeranake xirre mêrikda digre pifdikê dibije: |
|
19.11.2013 23:35 |
sîyabend
|
5. meseleyên yek ji wan eve : |
|
25.12.2015 11:48 ~12:43 |
shorbevan
|
6. meseleyek jî eve : mişk ji destê pîsîkê ax û eman dikin.. civînek li dardixin dibêjin emê çewa bikin çewa nekin.. mişkekî jî dibêje emê zengilekî çêbikin têxin sityê pisîkê dema pisîk were emê pê bihisin penêr û derê xwe bi rihetî bînin bixwin tev dibêjin welle ev fikrek başe, çêdikin amade dikin dîsa ew mişkê aqil daye wan dibêje lê belê ez mera dibînim bi alî pisîkêda diçe, zingil dixe sitûyê pisîkê * |
|
07.01.2016 13:34 |
shorbevan
|
8. ji golikêre dibêjin emê bocîka te jê bikin tu ji kesî re nebêjî, golik jî dibêje herê ez nebêjim, wê nebejin ka bocîka te * |
|
11.01.2016 21:57 |
shorbevan
|
9. Rojek çend mirov bi erebê çûne cihekî, di rê de ne. Li ser tiştên rojane dipeyivin. Ku ez ne şaş bim diçin hawarîye. Kerek tê pêşiya wan û li ser rê naçe. Van xelkê di erebê de ne dikin nakin ker li ser rê ranabe. |
|
29.10.2019 20:04 |
apê mihyedîn
|
10. rojekî jinikek pîr î heftê heştê salî ji kurên xwe re gotiye "ille bille hun ê min zewicênin" û da'wa mêra kiriye. gotine "heyra tu yê piştî vî 'emrê xwe çi ji mêra bike?! tu pîr bûyî" na, pîrê dîsa ji ya xwe nayê xwar. dibêjin "temam. em ê qebûl bikin lê bi şertekî. dibejin he ji te re va bîst gwîza, heke te heta şeveqê va bi diranê xwe şikand em ê te bidin mêra." pîrê heta şeveqê gwîza dide ber diranê xwe, dev û diranê wê di nav xwînê de dimêne, diranê mayî jî diweşin. bi kotekê gwîzek dişkîne. şeveqê kurê wî tê dibêje "ka pîrê te çend heb şikenand?" pîrê, dev û lêv di nav xwîne de diran nemaye nikare biştexile dibêje " min yek şikenand ma gwîzde heb." |
|
06.01.2020 13:44 ~13:44 |
xwelî li ser
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |