1. Temaşekirina ku her temaşe dikim ji klîşeyan kena dimirim e. |
|
26.04.2016 11:29 ~11:34 |
gulêê
|
2. çalakiyeke beredayî ye. lê bila kes xwe nexapîne, em hemû her tim temaşe dikin. hin fîlm hene ku min dehan caran temaşe kiriye. bi taybetî fîlmen kemal sunal û İlyas salman. wekî din dema ku fîlmên Cüneyt arkın, kartal tibet, ediz hun, kadir inanır, ferdi Tayfur û hwd. temaşe dikim, ji ber bê mantiq bûna diyalog û senaryoyên wan fîlman bêhemdî xwe pê dikenim. her çiqas hin sehneyên fîlman trajîk be jî, nikarim xwe bigirim û dikenim. |
|
27.04.2016 15:15 |
nazim tolhildan
|
3. fîlmên ku di nav wande yên bi kalîte jî hene tên temaşekirin lê meriv dehbare bike meriv dikare bibêje nexweşin, pirahiya wan jibû zarokanin.. dema meriv nû temaşe dike xweşin lê gava meriv deh cara jî temaşe dike dîsa xweşin lê ev jê dernakeve ku serketîne mînak hinek fîlmên cüneyt arkın min berê temaşe dikir min xwe hinda dikir.. niha ji kena dimrim jibû bikenim temaşe dikim * |
|
27.04.2016 17:04 |
shorbevan
|
4. ji bo min temaşekirina fîlmên şaban e. li fîlmên din yên yeşîlçamê hez nakim. helbet min jî di wextê xwe de li gelek fîlmên yeşîlçamê temaşekirine, îro tenê yên şaban xwe dikarin li min bidin temaşekirin. jixwe replîkên piraniya fîlmên wî ji ber dizanim. di jiyana rojane de jî carina bi kar tînim. ger mirovê li hemberî min vê yekê fêhm bike, em dizanin ku em her du jî heyranên şaban in û em dikevin sohbeta replîkan. |
|
27.04.2016 19:57 |
simurg56
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |