Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund - tirşik
bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li gund
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ez dizekî felaket bûm * tu rez û bexçe ji xezeba min xelas nebûne. belê ew bîranîna klasîk hatiye serê min jî, tîşortê min jî ketiye ber gulancekî(milê darê) û qelişîye... xweyê bexçe daye dû min jî... Ez jî ji malê diziyê jehr bûme û vereşîme...



me ji heriyê jin û mêran çêdikir û me xaniyên biçûk lêdikir...



em diçûn masiya ne mar ne jî kevjal ji me xelas dibûn... *







23.04.2016 23:10 | ceso

2. bîranînên ku herî xwedê min daye hetanî niha dema difikirim tev wekî fîlm di pêş çavê minde wekî dîlana delîlo digrin derbas dibin diçin tên.., di zaroktiya xwede min tiştê nekiribe û nêyên bîra min tunene tiştên di peyama jorde hatiye gotin dibê qey tiştê min kiriye nivîsandiye lê tiştê ku min kir û tên bîra min ev ne tiştin li berê. xesarok, belakur, çêrok .. *



23.04.2016 23:17 | shorbevan

3. Biranînên ku dê hertim cihekî wan ê pir taybet hebe di hişê me de. (Tabî bîranînên xweş )*

Ez bawer im diziya herî meşrû diziya zebeşan e. Li gorî min ji diziya pirtûkan jî meşrûtir e. Di biçûkatiya xwe de ez û ji çend hevalên min yek, berê me hertim bi dora gund bû. Tabî li kîjan hêlê bîstan heba berê me li wir bû* carinan em dihatin zevtkirin, carinan me bi zebeşan zikê xwe diêşand, carinan ez vîjikî dibûn* carinan jî em nedihiştin mirada xwe û em sêwî sêwî vedegeriyan gund lê ne malê em vedigeriyan kuçeyên gund.

Wexta ku pisqilêtên me çêbûn: sibe heta êvarî meskena me riya gund bû. Ji ber ku riya herî sererast riya ku diçû riya îpekê bû, me rojê 100 tûr diavêtin li ser wê riyê. Êdî siwareyeke me hebû. Em dikaribûn bi rehetî biçûna diziya zebeşan*



23.04.2016 23:25 | mergehez

4. yekî ji wan ev: rojek zeveş firoş hat gundê me zeveşê xwe têra xwe firot.. dema ku here ez û sê heb hevala em çûn dervayê gund li ser riya wî me xwe veşart me got bira were emê wî li talanê bixin sedema ku em çûn pêşîyê me xwe veşart dema ji nav gund derdiket ne dihiştin kes pey erebeya wan bike be werhasil ji gund derketin hatin haya wan ji bavê felekê tune ez ketim zikê romorqê û zeveş li ser zeveş ji erebeyê diavêjim erdê welleh navê xwedêye hebûn bist heb zeveş min avêt erdê tev şikiyan.. mêrik di eynêde min dît min xwe avêt û reviyam min riya nava daristanê kire gavekî ez wekî çivîk bûm ka mêrik min di qefêle edî werhasil mêrik zeveşên pelaştî li ser rê hişt û çû em jî di pey wîda li zeveşa fetilîn.. niha tê bîramin heyfa min li hewqas zeveştê(: ka bibêjin kafir kurê kafira tuyê hewqas zeveş bixwî tu tevî diavêjî *



24.04.2016 00:02 | shorbevan

5. yek jî ev behsa zeveş û cewrik bû. her hebek deh mesele li ser wan hene * kurê apê min cewrikekî hanî bû pir xweşik bû ez diçûm balê min jê hez dikir.. rojek kurê apê min 5-6 sal ji min mestire got meriv gohê cewrika jê dike dijwar dibin filan û bêvan jiminre got ezê poşet û cilêt kî jitere weynim gohê cevrikê jêke bira bi teve jî jiminra jî bazarek xweş hat, min qebûl kir min gohê wî jêkir ew roj. dengê wî cewrikî di erşê xwedada derket.. niha ûjdanê. xwe dikşînim ezabê werhasil ezê xwe efû nekim.. bira di nava mede bimîne heywan sever pê nehisin



24.04.2016 00:17 | shorbevan

6. Xwezî min jî karîbûya di bin vê mijarê de hinek tiştan binîvîsanda lê ji ber ku ev komara le'netî gund ê me(marînûs) sotin û li gel gundê me bîranînên me jî sotin. Her çi bît nihe ne dora girînêye, ezê di têkîlîya vê mijarê tiştekê dî bêjim Mala me mêrsînê di taxa kurd'elî de ye. Ev tax jî yek ji taxên kurdên mêrsînêye. Hevalên min yên zaroktîyê jî hîzanî, tetwanî, geverî û mûşî bûn. Me jî hûlûk, xox, yeni dünya didizî, me jî pê axê tiştêt ecêp çêdikir. Lê ji van ecêptir ew Bu ku ji ber ku gundên me hemî hatibu sotin me gelek meraq dikir ka gund cihek kusa yê. Ji ber hindê em bi peyatî nêzîkî 20 km dimeşîyan û diçibûn gundêt mêrsîn ê herek me li gel xwe nanê tenûr ê, jajî û kade, kadesûrk dianî da ku em bişên geştê biken. Axkî piştî rêveçûyînek dûr û dirêj em HE dimeşîyan û dimeşîyan lê ji bilî zevî û bostanan tiştek berçav nedidît me xweşku pez, bizin ne didît. gund jî ji ber tirs û şerma gundîyên tirka jî me newêrîya xwe nêzî Gunda biken. Me jî dûr vê lê dinêrî û xwezî ya xwe bi zarokên gûndîya dianî. Ax dînya ax çi rojên biêş bûn...



24.04.2016 00:20 ~00:26 | azad30

7. yek jiwan jî ev ; mala apê min zeveşa danîbûn tabî ne ji xwera jiminre * dora wî wekî seta çînê dorê bi dirî û sênc.. hevalên min jî ez pêşkêşê wanim ew newêrin û çiqas diçûn dihatin qefaltin yê min dema yek di minda derketa min ne digot dirî nedigot têl.. min hingî li fîlmên jackie chan û cüneyt arkın temaşe kiribû min dora metre û nîv dikaribû xwe bilind bikim geh xwe dı ser sêncade geh di binîde direviyam xweyê zeveşa li nav erdê bûya min nedidît.. lê çûvû gohê wan zeveşên wan ez diçim di çinim.. rojek kurê apê minî heram (û birayê min î heram min û xwuşka wî bihevra şîr xwariye) min qefalt hevalekî wî pêra bû wî bi min girt birayê min yê heram kêrikeka min ya jêre dibêjin kelebek bizorê jimin sitend û li ber çavê min bi kevira ketiyê kire wekî birek * û min jî dê û xwuşkê wan kire perekî û min got bira we di kefa lepê xwe gave ev ji wera bimîne.. kêrika minî birek dan min ez digrîm û çavsor bûme difikirim dibêjim ez çibikim ez çûm embara mala wî kesê bi min girtibû min çavê xwe digerand daku xesarekî bikim min dî wa werdeka wan li wire min kêrê da sitya nebirî min bi desta kaşkir ne qetiya werhasil min wê bir û çûm gazî hevalakir me wê tena pirçê xwar.. * û ez cardin çûm nava bostan lê vê carê ne jibû xwarina zeveşa ez çûm min lemikên wan ji hil qetan da ber tavê başe amojina min min dît nehişte ez lemên wan rakim.., an min wan jî di bir ber talanê * niha kesê min dibînin dibêjin ew tubûy niha bûyî ker/dijberîya xwe a berê(bêdeng, feqîr..) helbet ez jî ji xwe dipirsim ew ez bûm? belê ez bûm zarok bûm *



24.04.2016 00:56 | shorbevan

8. (bnr: gund)*



24.04.2016 01:07 | biruya hayao miyazaki

9. Eve jî gundê me Bu . marînûs/colemêrg Here lînkê



24.04.2016 01:15 ~08:34 | azad30

10. (bnr: 404 not found)



24.04.2016 14:12 | xwelî li ser

11. Bîranînên ku li cem min qet tune ne .



24.04.2016 15:12 | biaqila malê

12. mijareke ku roj bi roj ji bo nîfşên nû maneya wê namîne ye. dibe ku îro gelek bîranîn bên nivîsin, lê çend salan şûn de divê mijareke alternatif weke bîranînên zaroktiya nivîskarên tirşikê li bajaran were vekirin. ji ber ku êdî piraniya zarokên kurdan li bajaran mezin dibin.



25.04.2016 11:36 | nazim tolhildan

13. em çûn diziyé séva. xwediyé séva em girtin. go hun gede kî ne. min navé apé xwe da.



25.04.2016 13:26 | serdem herdem

14. Ji sibeha korr me dest pê dikir , heta êvara reş dilîstin. Di nav lîstikê de me xwe winda dikir. Di hengama lîstikê de Me jibîr dikir mîz bikin. Dema ku yekî mîz dikir dihate bîra me û herkesî jî mîz dikir (:



25.04.2016 14:46 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên zarokatiyê
» nivîskarên ku divê ecemî bimana
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî
» gundikê melî

Kategoriyên mijarê:: jiyan zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî