Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
sepana radyoya tirşikê - tirşik
sepana radyoya tirşikê
(4) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. Sepana radyoya tirşikê ye ku îro dest pê kirî ye.. destxweş xendekî û sîmûrg56, mergehezo nançû û hevalên din.



Ji bo destpêkê bi kêrhatî ye. Serkeftin



Ji vê lînkê hun dikarin barî androîdê bikin Here lînkê



09.04.2016 07:14 ~2016.04.11 01:52 | gumgumok

2. li ser logoya sepana radyoya tirşikê de çima du dev heye? li ser logoya tirşikê a resen de jixwe devekî heye hewceyî devekî duyemin nîne, ew xweş nebûye. ji xeynî vê li gor min ti pirsgirêk tuneye, destxweş!



09.04.2016 13:37 | remlavêj

3. hê sepaneke tirşikê tune ye lê sepana radyoya tirşikê heye. xwedê aqil bide we law.



09.04.2016 22:00 | kurê xelkê

4. Em çima nikarin syran bar bikim xwedê nehiştino?



09.04.2016 22:18 | gernasnenas

5. Sepana pir sade. Lawo ma çima weke li ser malperê mirov nikare çeşna stranan hilbijêre?

Weke din destê we sax be. Em hêvîdarin sepanên wisa pir zêde bibin bi saxiya serê we.



09.04.2016 22:31 | azadixwaz

6. Ez zaf kef xwas bum. Simurg56 bîjî



09.04.2016 22:44 | kurdinaryus

7. bi destê mêrgehezo nançû hatiye çêkirin.

ev sepan şert bû, ji ber ku di telefonan de radyoya tirşikê nikariya were guhdarkirin. lê tirşik bixwe di telefonan de dikare were bikaranîn.

îşelleh wê di pêşerojê de mêrgehezi taybetiyên din yên radyoyê jî, li sepanê zêde bike.

li vir min behsê kiribû ku nivîskarên ku herî kêm 1000 peyam nivîsadine, dikarin stranan bar bikin. radyoya tirşikê/72736



nivîskarên din dikarin daxwaza barkirina stranan, ji vir bikin: (bnr: pêşniyarên stranan ji bo playlîsta radyoya tirşikê)



10.04.2016 14:32 | simurg56

8. Sepana ku bi rastî jî şert bû. Wextekî simurg56 gotibû ka em sepaneke basît çêbikin ji bo radyoya tirşikê lê ji ber ku wî wextî ez hîn di bernamesaziya androidê de bi pêş neketibûm min nekaribû çêbikim. Nêzî 10 roj berê me dest bi xebata sepanê kir û sepan niha di marketê de li ber destên we ye. Me çend rojan di telefonên cuda de test kir. Tiştekî balkêş dixwazim bêjim. Di telefona nivîskarekî hêja* de her carê problem derdiket êdî min kir ku qet problem dernekeve. Piştî ku min qet problem nehîşt me fahm kir ku di telefona birêz nivîskar de bernameyek nedihîşt ku sepan di paşxaneyê de bixebite. Yanî ewqas kontrol min ji bo tiştekî bêçareserî xist sepanê. Lê dîsa jî bi xêra wî nivîskarî sepan wê qet probleman dernexe. Ji xeynî rewşekê! Ew problem jî ne ji ber sepanê ye. We dî carinan tirşik naxebite. Ji ber çi ewqas pir caran naxebite nizanim lê wexta malpera tirşikê naxebite sepan jî naxebite. Yanî wexta malper nexebite sepan nikare stranan ji malperê bikişîne.

Herî dawî: argeş nivîsbarî dixebite û wê her ji bo kurd û kurdistanê bixebite.





Lêzêdekirin: niha sepan hinekî sade ye. Ji bo ku bê problem em sepanê biqedînin divê em hêdî hêdî taybetmendiyan lê zêde bikin. Taybetmendiyên di rê de:

1. Weke malperê wê mijarên di derheqê stran û stranbêj de li jêr cihê xwe bigire.

2. Wê taybetmendiya hilbijartina cure û zimanê stranan lê zêde bibe.

Niha evqas hatin bîra min.



11.04.2016 01:38 ~01:52 | mergehez

9. sepana pir kêrî min hatî û gelek kêfa min anî. xebateke bi rastî kêrhatî ye. gelek sipas ji bo argeş nivîsbarî.



12.04.2016 11:40 | azadixwaz

10. Sepana ku carna ji ber xwe ve disekine. Û axlebe stranên simurg56 lêdide.




normal e ku sepan xira bibe . dema ez li muzîkên simurg56 guhdarî dikin serê min têşihe û ez jî xira dibim (:




Li ser malperê tirşikê, vebijêrk bona cureyên muzîkê hene. Dive di sepanê de jî ew teybetî hebe.



17.05.2016 00:39 ~00:40 | gumgumok

11. radyoya tirşikê/89998



17.05.2016 18:42 | simurg56

12. Sepana ku ez îro bi saya lîstika lihevanînêjê hay bûme. Gelek kêfa min jê hat seet xweş * Û stranên simurg56 jî gelkî xweş in *



09.07.2016 14:52 | biaqila malê

13. Sepana min nikarîbû bi hêsanî bigirta. Diviyabû min bigota bi zorê bisekinîne an jî min telefon bigirta. Ji ber wê min wê rakir. Telefon HTC m8 e.



09.07.2016 14:57 | berxweda

14. Bi hewldana mêrgehezo dîsa dixebite. Ji google playê dikare were daxistin.



29.04.2017 11:13 | simurg56

15. versiyona wê ya 1.1 hat weşandin. mirov dikare ji google playê daxîne an jî rojane bike.
Guhertin:
Êdî dema mirov telefonî hinekan bike, radyo disekine. Berê radyo hertim lê dida.
Dema mirov ji sepanek din muzîkekê veke radyo disekine.
Dema notification(danezan,bildirim) tê, dengê radyoyê kêm dibe, piştî ku muzîka notificationê qediya dengê radyoyê dibe wek berê.
Berê tîpên kurdî û yên tirkî nedihat nasîn, êdî normal tê nivîsandin.
Sîstema lêdana muzîka hate guhertin.
Xuyaniya notificationê hat guhertin.

Hûn dikarin ji vê lînkê bigihên sepanê: Here lînkê



29.04.2017 23:18 | mergehez

16. bi rojanekirina nû, kêmasiyek gelek girîng hatiye temamkirin. di ber xerberdana di telefonê de, nesekinîna radyoyê..
min niha rojanekirinê kir û taybetiyan ceriband;

1- di lêdanê de problem derneket
2- di xuyaniya tîpan de problem tunebû
3- min radyoyê vekir û paşê telefonî min kirin, radyo sekinî. gelek baş bû. lê piştî ku min axaftina xwe qedand, radyoyê dewam nekir. min pêl "lêbide" kir û nû dewam kir
4 min radyoyê vekir û bi whatsappê peyam şandin min, di dengê radyoyê de guherîn çênebû.

têbinî; samsung galaxy note 3



29.04.2017 23:30 | simurg56

18. sepana radyoya tirşikê/98971
versiyona wê ya 1.2 hat weşandin. mirov dikare ji google playê daxîne an jî rojane bike.

piştî daxwazan hin guhertinên din hatin kirin. Tevahî nuhbûn:
- êdî dema mirov telefonî hinekan bike, radyo disekine, piştî axaftina telefonê qediya, radyo didome.
- dema mirov ji sepanek din muzîkekê veke radyo disekine.
- dema peyamek tê, dengê radyoyê kêm dibe, piştî ku dengê peyamê qediya dengê radyoyê dibe wek berê. (ev ji bo hemû notificationan ne li kar e. android tenê dibêje dengê peyamekê hat)
- berê tîpên kurdî û yên tirkî nedihatin nasîn, êdî normal tên nivîsandin.
- sîstema lêdana muzîkan hate guhertin.
- xuyaniya notificationê(danezan, bildirim) hate guhertin.

Hûn dikarin ji vê lînkê bigihên sepanê: Here lînkê



30.04.2017 04:22 | mergehez

19. Sepana ku ez ji ber kêmaqilîya telefona xwe nikarim peya bikim e.

idî bila guhdarvan pêş min va jî yek stran guhdar bikin..

-telefona min nokia lumia ye.



30.04.2017 09:15 | bûtîmar

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» sepana radyoya tirşikê
» radyoya waşokanî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tv komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî