Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
kaxeza gurî ye kes ne dixwîne û ne guhê xwe didiye - tirşik
kaxeza gurî ye kes ne dixwîne û ne guhê xwe didiye
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ''dibêjin carekê gurgek li semta rûvîyekê hat û rûvî ageh ji xwe nebî! Hind dît difna wî ma bi ya gurî ve! Gurî kenî û got: Bi xudê to xweş firavînî, ev e du roj in min xwarin tam nekirî. Rûvî got: - Ho bi cers û bê pakî wek pûte pê nekit - lê vegerand dê were min bixwe loooo! Min ji vê zoqaratê qurtal bike. Ez ne hêja me bû jîyanê û ez bo kê dikim û wê bibit çî! De were, were min bixwe, da ez tena bibim; bila her se bi dûv qûna hewe ve bin! Hûn carekê xwarinekê bi tenahî nexûn. Gurî ho ji xwe şerm kir, got te çî ye Xudêkujtîyo? Rûvî got: hezar cara Xudê min bikujit û jiyê min nemînit û ew karê ez bi dûv ketim! Ka were min bixwe bila bi xêra te bit da ez tena bibim, vê çend qencîyê to li min bike, were min bixwe! Gurî got: Baş e ma to nabêjî te çî ye? Rûvî got: Eve, sê meh in ez bi rêka Stenbûl ve li ba Sultên guftûgo me bi hev ra kir, min gotê; to sultanî û xelîfeyî ne bes yê mirovanî! Belkî her welê yê heywana jî. Wijdan qebûl nakit hinde neyartî û dubendî û berberî, xwînrêtin li ser axa te bêt kirin û te li Stembûl xwe li pişt heft dergeha da veşartîye, ne xwînxwer bit nagehêt te! Bo çî gurî wê neyarê pezî bit û se dijminê gurî bit, yanî miletê te hemî bi hevra neyar bin, sê pişkên wê bi zordarîyê û newekhevîyê ye! Çima to edaletê li nav wan da nakî û qûtê teva misoger nakî? Heta tev wekî bira pêkve bijîn, bê lêdan û ceng û sotin û kujtin û talankirin. Li şûna wî qasî ku her yek bigerhit da keysê xwe ji hevalê xwe bînit da derbekê lê bidit, ya tiştekê jê biçelqînit, bo çî to we nakî vêkra êk bin û bira û avakirinê bigerhin? Heta xweşî û tenahî li hemî rex û rûyê welêt belav bibit û hindek hindeka biparêzin! Ma to ji Xudê natirsî? Tê sibê bimrî û to berpirsîyarê vî miletî, bersiva te li ba Xudayê te wî çî bibit? To çima we nakî, gurî jî bibit parêzkerê mihê li şûna dijminahîya wê bikit? Eger gurî pişt rast bit ji êmê xwe wê çima hinde çavbirsî bit? Heta eger keysê wî jê bêt wê hezar miha li ser êk bikujit û bi xwe jî êkê xilas nakit! Êk mirov wê hezar du hezar pez bêxit li gova xwe da û çend sa wê lê bikit nobedar bi çar parîyên nanî bi xwe carekê hestîyek bi çar tilya ji derê mala wî dur nakevit! Wê guşt xwar û hestîyên rût avêt li ber sa! Û gurî li çolê bila êşka bikit zikê xwe! Gava ji ji neçarî û bivê-nevê bêt li dora mala belkî merarekê yan tiştekê bibînit debara xwe pê bikit. Hemîya pêkve - mirov û se - wê ketin li dûv: Hey gurî ye û hey hey gurî ye... Wernê nehêlin qurtal bibit. Heke ne çeleng û jîr û jêhatî bit wê bibit lêvokê sa. Pa ew jî ji ( tengîya xwe û ji kul û mereq û keser û derdên xwe çî tişta bikevit ber jê nabûrit. Se bit yan mirov bit yan pez bit. heta heke sê hezar pez jî bikevit li ber singê wî êkê bi sax nahêlit! Çunkî dizanit her jê bê behr e. Ev e, bo çî? Çunkî to wek heyva meha zivistanê li bin ewrê da nayê dîtin, te xwe li pişt heft dergeh û perda da asê kirîye û pişta xwe daye êl û miletê xwe û te ageh ji wan nîne ka halê wan çî ye û çawa dijîn û çawa bi hev ra derbas dikin? Eger Sultanê holê bit ez rûvîyek im. Ez nikarim sultanîyê li dinyayê hemîyê bikim, ne bês li ser misulmana bi tenê! Gurî got: Bi Xudê te gêre jê çêkir! Belê pa bersiva Sultanî çî bî? Rûvî got: Min li bera kir ka biryarek Sultanî deranî ku hêdî kes neyartîyê bi kesî ra nekit û qûtê her kesê bêt misoger kirin û tev wekî bira bin da bikarin welatê xwe ava bikin û biparêzin ji destê bîyanîya. Heywanên guştxwer her biznek bo deh kesa û mihek bo pazdek kesa û gîskek bo pênc, ev e, kaxezek jî min ji bawerîya anîye da ez vê fermana wî li nav heywana hemîya belav bikim. Û Sultan jî wê ji layê xwe ve vê fermanê li nav mirova da belav bikit. Gurî got: De Xudê ev e, pênc roj in min tiştek ne xwarîye! De ka rabe çarekê bike nîzîke ez ji birsa birnrim! Rûvî got: Wê he kerîyek pez here vê kaxezê bide şivên bêje "babo em du ne ka gîskekê bide mebila hûr bit ji sê roja ra. Belê kaxezê ne hêlî li ba wî! Heke to çûyî çêdibit hêj fermana Sultanî ji wan ra ne hatibit! belê xwe ne tirsînî û guhê xwe nedî sa êkser here li ba şivên. Gurî kaxez bir û çû qesta şivên kir! Çaxê şivên ho berê xwe dayê şiv şivek gurya wê ji wê ve têt û bê pakî! Nav li sa da: Wişt Qero û Hirço!.... û sa ji cih kurvekirin gurî û girtin û vegijgiandin. Gurî li xwe zivirî berê xwe da rûvî! Rûvî gotê: here qesta şivên bike guhê xwe nede sa. Kaxez bide şivên. Gurî got: Mala babê te wêran bibit; "kaxeza gurî ye, ne kes dixwînit û ne kes guhê xwe diditê!"

Vêca ev bî pê gotin çî gava mirovek bixwazit bi êş û derd û birînên xwe bidit dîyar kirin û kes pûtê pê nekit wê bê gotin "kaxeza gurî ye, ne kes dixwînit û ne kes guhê xwe diditê."



17.08.2013 12:58 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kaxeza gurî ye kes ne dixwîne û ne guhê xwe didiye
» gurî
» kesê/a ku nikare ramana xwe bîne ziman û dema mirov zêde zorê didê xwê dide
» guhêrbar
» xwedê qedîm neke

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî