Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh - tirşik
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh
(10) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. gelek in..

pirraniya wan ji dîn û baweriyên berî îslamê mane.. dema kurdan dînê îslamê qebûl kirrîn ev baweriyên xwe yên pûç û betal û bêbingeh jî bi xwe re tevil îslamê kirrine û hê jî gelek ji wan wekê ku ev bawerî parçeyek ji ferz û ruknên îslamê bin baweriyê pê tînin.. wek nimûne: şev neynûk nayên jêkirin, qajik nayê cûtin, eger di şûşeya çayê ya yekî de du kevçî derkevin tê wê wateyê ku wê du jinan bîne filan..



17.08.2013 01:40 | endazer

2. di nav bawerîyên betal de ev jî henin: tiştek tîk werê misafir tên, tu binê firaqa mast paqij bikî di daweta te da berf dibare (bnr: oha)



17.08.2013 13:13 | bayesar

4. xurafeyên ku pêwist e demildest werin jibîrkirin, in.

bivê bila ji zerdeştiyê ma bin bivê bila bi îslamê re hatibin.

ji ber ku xurafe dijminê nûbûnê, pêşveçûn û azadiyê ye.



17.08.2013 19:59 | simurg56

5. mirov bikute heft anarşîstên memûrê dewletê, riya cinnetê vedibe



22.08.2013 10:49 | quto

6. heçiyê êvara înê bi jina xwe re bikeve navnivînan û nesekine Û nehsiyan bike wekê ku heft gawir kuştibin li cem Xwudê xêr jê re tê nivîsandin.. ne ez dibêjim seydayên heft-fitûw dibêjin: (mijara winda 2288/7584)



22.08.2013 12:08 | endazer

7. xwê. diya min dıgot. xwê serê heft tehmê ji bona wê fizulî nerjînin. di binyada vê xurafeyê de çi radize tu zanî birê min. na tu nizanî. wî çaxî ez ji te re bêjim. berê xwê xwarineke pir muhîm bûye jı bo xwê şer kiriye xelkê. hetta leşkerê romayê meaşê wan bi xwê dihate dayîn.



(bnr: te niya quzê diya formatê te kir wêran)



22.08.2013 20:11 | hun çawane heval:)))))))

9. avê li ser agir de nekin gunehê

qalikê pîvazê neşêwitînin per yên cinanin

li pê avê venxwein bila şeytan we de nemîzê

kî heft qizilbaşî bi kûjê diçe bihûşt e

mij zilma mîrova ne



27.08.2013 15:14 | newenda

11. rastkirina şimika vajî.



17.11.2013 16:30 | karmatî

12. dema nimêj biqedê tevandina pêşiya sicadê ji bo şeytên li ser nimêj nekê.(Bavo bihêlin bila şeytên ji nimêj bikê * )



17.11.2013 16:33 | karmatî

13. dema diyamin nên dixist çûm cem wî behna nanê gelek xweş bû, min got parîkê bistinim. diya min got ew nane nexwe min got cima got ew nanê yekemine dema tû wî bixwî mêrê te dimire(xwedê neke.)*



17.11.2013 22:10 | gelawej

14. xwdêgiravî kesê ku bişev benîşt bicû goştê miriyan dicû. tobe tobe, tiştên netişt di zaroktiyê de bûbûn bela serê me.



17.11.2013 22:44 | ceso

15. xurafeyên ku "ahmet kaya hê nemiriye lê xwe xef dike" jî dikare weke mînak bê dayîn.

wextekê min jî bawer dikir. hê heye an na nizanim



18.11.2013 01:52 | brusk56

16. ji bo mexsed û miradê/a mirhov bi cî were xwarina ketî û qemûşkên nanê tenûrê.



18.11.2013 11:03 | seydayê_peyvan

17. weke li jor hatiye nivîsin, rastkirî nehiştina sicadeyê yek ji van e. me jî qet sicadeyê wisa nedihişt, ji bo şeytan li ser wê mêj neke, me qunceke wê lê diquliband. şeytanê reben ji destê kurdan pir kişandiye.

yek ji eziyetên din yê li şeytên jî ev bû:

dihat gotin ku gava mirov bifikîne (fîk, fikandin, fût, fût dan. yanî bi lêvên xwe dengê gazîkirinê yê mûzîkal derxistin) şeytên tê wê derê. ji aliyê din ve dîsa dihat gotin ku dema mirov bêje bismillah, şeytan ji wê derê direve.

vêca me jî hema her digot fîk û her fîk û paşê me digot bismillah bismillah. bi vî awayê me şeytan diwestand û ji îşê wî dihişt *



18.11.2013 20:56 | simurg56

18. kesên nediqdiqe ne ji bavê xwe ye!



(bnr: diqdiqîn)

(bnr: ne ji bavê xwe bûn)



04.03.2014 05:02 | endazer

20. Ku du kesan bi hevre li ciyekî rîtin divê destên xwe vekin, gava destên wan giha hev wê diranê wan ji bîna gûyên wan wê xera bibe. Divê neghên hev.



04.03.2014 16:20 | hemdilaarda

21. Yên ji yek bavî bi hev re di lîstikeke du alî de bilîzin divê herdu ne yek aliyî bin an wê bavê wan bimire.



04.03.2014 16:22 | hemdilaarda

22. Ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. Yan na wê ucune bêne we (ucunê avê)(bnr: ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. yan na wê ucune bêne we (ucunê avê))Ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. Yan na wê ucune bêne we (ucunê avê)



04.03.2014 16:25 | hemdilaarda

23. li gor xurafeyekê divê em porên xwe yên weşiyayî têxin nav qulên dîwaran. ka ji bo çi ye ez jÎ nizanim..



04.03.2014 17:02 | mergehez

24. min xwe tiştek wisa nebihîstiye, lê li gorî giregirên me, berê li baranê re gotinê mîza xwedê ye.



16.03.2014 16:09 | nazim tolhildan


27. çaxê berê mezina nedihişt keçik qehwê vexwin. digotin heke hûn qehwê vexwin hûnê ji qîzbûna xwe bikevin, *

diya min piştî serşuştinê pirça xwe ya weşiyayî diavêt sobê û dişewitand, min digo yadê ve kîskê çopê ye; wê digo na, guneh e.*

dîsa ez zarok, dema îsk dihatin min, mezinan ji min dipirsî; te çi diziye? ez ne diz bîm lê ji tirsa îskên min bêhtir dibîn*



17.03.2014 19:00 | kevçiyê dil

28. ger tu fîrik lêxî cin û şeytan li derdora te ber hev dibin.



18.03.2014 00:08 | bayesar

29. ger ku tu pênç-kevir bilîzî di malê de bereket namîne....



18.03.2014 00:33 | ferhenga şikestî

30. dema ku mariv basteq di ser sobê de germ dike tehma wê pirr xweş dibe lê mezinên me bu pirranî nahêlîştin û digotin dema mariv basteqan di ser sobê de germ bike, bişewitîne reza mariv dişewite.. bi xwedê pê bawer jî bûn lê min bi salan basteqên xwe şewitand û xwar dîsa reza me hê jî li cihê xwe ye



18.03.2014 00:37 | ferhenga şikestî

33. di zarokatiyê de li gund ciranek me hebû ku me jê re amojinê pîne digot..kincên ku li ser wê de pîne gelek bûbûn..careke jê gotibûn sedema erdhêja çi ye.. gotibû li bin erdê mangeyek û mozek heye, dema ku moz pê mangê da ew çermê xwe dilerîzîne bo vê yekê erd dilerize...gotinên weha pir keniya me dianî..lê ew bi avayekî cidî digot û weha bawer dikir..



05.01.2015 19:20 | havka

35. dema ku em piçûk bûn mezinan wiha digotin "dema ku we marmarok dît, devê xwe bigrin, ger devê we vekirî be û marmarok diranên we bijmire, hemû diranên we yê bikevin".



26.01.2015 21:35 | nazim tolhildan

36. baweriya tu kesî bi mêjû û zîrekîya kesên din tune ye. her kes ditirse tiştê berê pê bawerkiriye bide ber lêpirsînê û newêre îhtîmala şaşbûnê ji tiştên berê bi wan bawer kiriye re deîne. bi vê mentiqê tenê dikare bibe murîd û kevneşop û nikare bi çavekî ku tiştên nû jî dibîne li mijar û bûyeran binêre. çare çi ye, ez nizanim.



(bnr: çareserî drogba)



19.03.2015 15:35 | remlavêj

37. kurdê me safin û nezanin hima kî gotiye çi wanjî bawerkirine û bawerdikin

zîyaret, Nivişt, fellik, qube/tirbe, pîrelk, hinek sêxê sextekar, aşîtî, Biratîya gelan... û tişt miştê wisa.



12.04.2015 19:47 | shorbevan

38. -Ku mêvana te tî be û tu jê ra av neyne wê hêwî were ser te.

- Tu hêlmar bişewitîne û dûxana wê li hundir malê bigerîne wê şans û siûda mala te çêbibe. Bereket têkeve mala te.

- Fikandin guneh e. Tu gazî şeytanan dike. Ku tu fîtikê lêxe qetla te helal e. Pîrika min rojê pencî caran ji min re dibêje qetla te helal e tirsim rojek min bikuje *

- Tu li ser pêsir , enî an destê xwe deq çêkirin bide ( ew deqên şîn ha ne yên din ) şans û siûda te çêdibe. Li ser tiliya pîrika min xaça fillehan heye (henekê xwe pê dikim ) . Û li ser sînga ca min jî xalek heye. Her du jî xêr ji emrê xwe nedît yanî derewbûna wê hatiye peyitandin *



07.09.2016 11:15 | biaqila malê

39. yek ji wan jî eve û xurafeyên bi vî rengîne; di kaniya gundê mede masî hene, û dibêjin ziyaretin, kesê ji van masiyan bikuje/bixwe rewşek pir xerab tê serê wî... werhasil ev xurafe gelek kêfa min jêre tê û ez niha difikirim; masî rengekî gelek xweş didin kaniyê.. dibêjim pêşiyên min an pir pîç bûne an jî hirr nezan û zêdetir heqaret *



07.09.2016 23:37 | shorbevan

40. ku qijik were ber mala we bike qare qar, ji we re mizgînîyekî tîne..



08.09.2016 11:46 | bûtîmar

41. xwe kembinerîne. ew handane gelle me kemtir dike



01.11.2018 16:54 | tekoser

42. Bişev neynikê xwe jê neke

Bişev porê xwe şe neke

Bişev xwe di ser avê de navêje



27.04.2020 22:14 | afa

43. Xwendina kundan ne baş e.
Ji ber vê yekê ez demek dirêj ji kundan pir ditirsîyam. Hema min kevir diavêt kundên derdora mala me û min berra wan dida.



27.04.2020 22:29 | xabûrî

44. (bnr: baweriya girêdayîna devê guran)



27.04.2020 22:56 | bûtîmar

45. (bnr: biratîya gelan)



27.04.2020 23:03 | merwano

46. Baweriyên ku ji derûdoran hatine hînkirin û qet li ser bingeha wan nehatine fikirîn.

-di ser zarokên biçûk re derbas nebe wê qama wan qut bimîne.

- kî nanê şewitî bixwe wê pera bibîne.

- li ser qedeha çayê ku darikê demê derkeve wê mêvan werin. Heya li gor kinbûn-dirêjbûn û lawazbûn-qelewbûna darik mêvan tê texmînkirin jî.

- di serê mirov de çend heb giroverika por hebe wê ewqas jinê wî çê bibe.

- kî birinca bi binî girtiye bixwe, wê di daweta wî de baran bibare.

- roja çarşemê ser nayê şûştin.

- gava ava kelandî rijand, bêje bisimla.

- nehlê hespa û kevirê biqul ji bo nezerê baş e.

- porê weşiyayî bixe qulika dîwêr.

- êvara înê li ser miriya yasînê bixwîne.

- şipiya avê venexwe.

- nanê sêwiyan nexwe, heram e.

- bi lingê çepê bikeve destavê. Bi lingê rastê bikeve mizgeftê.

- gotina di heşê yekî de berî wê/wî bibêjî, emrê te ji yê wî/wê dirêjtir e.

- li tirşikê mijarê 48 saetan tunebin, nanivîsim.

- ger li tirşikê kesek nenivîsibe, ez jî nanivîsim.



19.02.2022 05:01 | tîrêj zana 21

47. Li gundê me jî derbarê rojên sêşem û çarşemê gellek baweriyên ecêb hebûn. Gundê me koçer e.
Minak, rojekê me deng û mal top kiribû ku em herin çiyayê xwe cihê bihargehê. Erebe hat her debek temam bû lê pîrên gund înat kirin gotin nabe. Wê rojê em nikarin rabinê seferê.
Çiye. Çima nabe. Roja sêşem li me ne. Millet çikir nekir qebûl.nekirin. mecbûr roja pêncşêmê em çûn.
Dibe ku ew bawerî ji ezditiyê mayîbe.



19.02.2022 17:30 | cinorek

48. Gor baweriyekê jî Her şev şeytan dev ji hemû karê xwe berdide, têt yek û yek dimîste rûyê me hemûyan ve



05.06.2022 14:16 | evcebarê pirê

49. Li gorî baweriyeke;

+ we li ser kesekî xwe dirêjkirî qewasd, bejna wî kin dimîne.
+ Ger we xwest vê rewşê sererast bikin, dîsa lê vegerin *



01.03.2023 13:22 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» nav malan
» kurdandin

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî