1. tiştê ku çend sal dawiyê vê êvarê hate serê min. dora di heşt û nîvan de min bi daxwaza xwendina serencama mirinekê xwe li bin betanî rada qenepeyê ya bo du kesan. herî dawî marquez kuçe û xênî disêwirand û demek dawiyê çavên min her çiqas li ser rêzên pirtûkê diherikiyan jî xeyal min serxweş kiribûn. carekî bi êşa stûyê hesiyam ku di xew re çûme û gelek cemidîme û wî halê min a pozîsyona cenînê dilê kafiran diêşand. her derê min işk bûye, dev û hundirê pozê min ziwa bûne û ji ber xwarina êvarê qirpika min hil dihat ku ev çi tiştekî pîs e ya xwedayo. wekî sehneyekî fîlma romantîkan bi betanî rabûm û ew tiştên neyînî min li paş xwe hişt û çûm sê gav dûrî û min xwe avêt singera erdê. qey min digot ev dawiya dilşadiyê ya kurtefîlma min e. lê çi heyf! tew li erdê hewa sar rasterast hatiye pişta min a vekirî. bedena min a fît û seksî bûye bedena xwedayên yewnanî ya ji mermerê hatine şekirin. * dest lê nayê dan, bûye ji qeşayên qutbê. balîfa biçûk a qenepeyê ku dema serpêhatina koçerî bi betaniyê bi xwe re anîbûm, hema mîna mozan bi stûya min vedaye, ez bûme ser-bûmerang. çaw li nav şîlaqê ne, girêz ji devê herikiye û balîfê şil kiriye, mîda min nepîxiye û ez bûme pismama frenkêyştayno. * niha jî xew ji çavên min çû. * |
|
04.04.2016 01:34 ~01:39 |
biruya hayao miyazaki
|
2. (bnr: xewa şêrîn) |
|
04.04.2016 01:45 |
kurê xelkê
|
3. (bnr: xewa bavan) li ber televîzyonê, qomandoyê destê xwe va dizeliqînin û li ser qenepe radizên |
|
04.04.2016 02:17 |
bûtîmar
|
4. xewa ku gelek caran bi dengeke nediyar, weke "rabe... rabe... kuro rabe" xelas dibe ye. dema ku tu radibî, dibînî ku yan dayik yan jî jinik e te hişyar dike da ku biçî û têkevî nav nivînên xwe. |
|
04.04.2016 10:39 |
nazim tolhildan
|
5. Gora qenepe diguhere. Sibehê piranî pişt diêşê û tu nikarî ji cîhê rabe filan. |
|
05.04.2016 21:27 |
gulêê
|
6. Xewa ku bê betanî û lihêf were çûyin dibe sedema qerisîneke bi lerizîn. Êşa piştê jî dibe bonus jê re. |
|
08.03.2020 08:39 ~19:28 |
xelîl
|
7. (bnr: bi xew ve çûna li ser paldankê) |
|
09.03.2020 00:04 |
tîrêj zana 21
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |