1. Derhênerekî Arjantînî ye, di sala 1963an de hatiye dinyayê û nêzî 8 fîlmên wî hene. Yê yekem dobermann e û 1996an de hatiye kişandin. Yê dawî jî fîlmê bi navê love e ku di2015an de kişandiye. Min Love û i stand alone temaşe kiriye û her du jî baş bûn. Fîlmên wî hebkî cuda ne. Nifir û dîmenên erotîk zêde zêde ne lê çîrokeke fîlm jî heye. Lê diyar e ku derdekî gaspar bi gotina "ahlak"ê re heye. |
|
03.04.2016 12:24 |
gulêê
|
2. derhênerê bi fîlmên xwe bi meriv, "wey te di min niyo!" dide gotin. Fîlma wî ya love bi sahneyên xwe yên rasteqîn yê hevşabûnê meriv ecêb dihêle. bi fîlma xwe ya i stand alone (bi navê orjînal: seul contre tous ) min bi qoltixa min ve zeliqand, gulpegulpa dilê min rê neda min ku heta fîlm biqede û balyozê gaspar noé li nava serê min û baweriyên min bikeve ez ji cihê xwe tevdim. i stand alone tiştek wehşane ye. lehengê fîlmê bavê xwe di dema şer de wenda kiriye û qet wî nas nekiri ye. di temamiya emrê xwe de di nav tenêtiyê de giviziye. Piştî li otêleke xoşewîsta xwe ji keçkaniyê dixe ji toximên ku bera nava wê daye keçikek bê ziman jê re dibe, lê xoşewîsta wî, ew diterikîne. Dest bi karê goştkariyê dike. Rojek ku keça wî bi nexweşê jintiyê dikeve û bo xwîna ji nav ranên wê herikiye nîşanê bavê xwe bide ber bi dikanê ve diçe, di rêde mêrek dixwaze ders dirêjî wê bike. Ku bavê keçikê -ku serlehengê fîlmê ye, ji bîra nekin- bi kêra xwe ya goştê heywanan ji hevda dixist, Îja li mêrikê diweşîne. Bi vê bûyerê dikeve hepsê. Ku ji hepsê derdikeve keça wî dane "yurdê." keçek barmen ku navê wê Lille ye jê hemîle dimîne û bi wê re li mala diya wî bicîh dibin. Herçiqas ji Lille hez nekejî bo ji wî re dikanek goştkariyê veke neçare ku pê re bijî. Di şerek de pitika xwe ya di zikê diya xwe de bi kulm û peyînan dikuje û cardin berê xwe dizvirîne parîsa xwe ku dostên wî yên xizan li wir dijîn. tenê dostê wî çeka di ber wî de maye û dixwaze bi wÊ çekê edelatê nîşanê dewlemendan bide. ber bi dawiya fîlmê de jiyana wî serobin dibe. di heman odeya otelê ku diya keça xwe ji keçkaniyê xistibû, di nava ratî û xeyalê de keça xwe jî ji keçkaniyê dixe, an jî min wisa fam kir. |
|
08.04.2016 14:24 ~14:26 |
xewnname
|
3. Ji fîlmê çend gotin |
|
08.04.2016 14:39 |
xewnname
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |