Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
pirsgirêkên rêzikên îslamê - tirşik
pirsgirêkên rêzikên îslamê
(14) (10) (3)
di mijarê de bigere

1. gelek pirsgirÊk û nakokiyên îslamê hene ku hê jî xweyî aqilekî kamil û têgiştî bersiva van probleman nedaye..

hemî bersivên heyî şolî ne, çend ji wan;



rojî; di dinyayê de hin cih hene ku di kişwerên cuda de yan qet tavê nabînin, ango roj nabe yan jî qet roj naçe ava ango şev nabe..

aniha lo kurno û lê keçnê, ew ên ku di wan deran de dijîn wê çawa rojiya xwe bigirn? ma em bêjin qet roj neçe ava, rojê 24 saet birçî dimînin? ger roj dernekeve jî rojî nagirin? min fêm nekir,

hin alim dibêjin divê li gorî saeta mekkeyê rojiya xwe bigirin, pekî biracan li gorî kîja krîter û pîvanan? ango referansa te çi ye? ma her kesê dibêje ez alim im dikare rêzikên derî qur'anê biafirîne? yanê tiştên ku di quranê de nîn e û di tu hedîsan de derbas nabe, meriv dikare bo wan ferman bide? ger ferman were dayîn pîvan çi ne?

nimêj; tiştên ku bo rojiyê derbasdar in di heman demê de bo nimêjê jî derbas dibin; gelo roj hilneyê, nimêjên danan çawa tê kirin?



tê gotin yên ku misliman nebin qet naçin bihûştê, divê îllam misilman be, em bêjin ku di afrîqayê de girêdayî qabileyekê me, ez qet rastî olekî nehatime, ma ezê herim dojehê? çi sucê min heye?

ewqas diz, bênamûs û zalim ên misilman dÊ rojekê biçin bihûştê lê dema ez nebim misilman û tevî tu sucekî giran nekim, însanekî rast û dirûst bim jî, ezê rasterast heta hetayî biçim agirê dojehê de bişewitim!



gelek rêzikên quranê wek ku bo ereban hatine, li hev hatine û bûye kitêbeke lokal, wek ku bi tenê banga ereban bike.

mesela di ayetekê de dibêje me 'me ji bo ku hûn jê fem bikin, me bi erebî vê kitêbe anî ji we re*

çima yên din?

dema teswîra dojehê û bihûştê tê kirin, di sedî de sed şert û mercên erebîstanê hatiye fikirîn, mesele dojeh cihekî germ e û bihûşt jî bi şînahî ye û rûbaran di binê insanan de diherike. wek hûn jî zanin erebîstan giş çol e û ereban hesretiyên av û sarma û şînahiyê ne..

bi vî şeklî gelek ên din hene, ezÊ dûre edît bikim..



02.04.2016 22:50 ~22:53 | ferhenga şikestî

2. (bnr: li marsê qîble ku der e)? (bnr: lol)



02.04.2016 23:09 | ceso

3. Referansa rê û rêzikên rojî û nimêjên cemserê(kutup) bi rîya îcmayê hatîye dîyarkirin. Ev îcma jî li gorî qur'an û sunneta sehîh tê dayîn. Bo agahîyên berfireh (bnr: îcma)



03.04.2016 00:11 | azad30

4. Kesên ku li afrîqayê anjî li axekê wisa jiyabin ku peyama îslamê bi tu avayî negehiştibît navê wan kesan 'mirovên dema fetretê' ye . ango piştî ku mirîbin ji ber ku hişyarker(resul,pêxember) nehatîye nav wan ew kes ji alîyê Xwedê Te'ala naête pirsyarkirin û bê pirs û bersiv diçin biheştê. "Em ew kesên ku me hişyarker ji wan re neşandîye ji ber gunehêt wa zilm li wan nakin "(bnr: îsra 15).



03.04.2016 00:26 | azad30

5. afirînêrek bifikirin ku hin evdên xwe bi hebûna xwe hayîdar dike lê hinan hayîdar nake!

(bnr: aga ev çi îş e?)



03.04.2016 00:27 ~00:29 | ferhenga şikestî

6. (bnr: torpîl e)

(bnr: lol)



Pirsgireke mezina îslamê jî ev e ku xwedê dibêje ew kesên ku me ji wan re hişyarker neşandiye em wan ceza nakin erê welle baş e bavo hişyarker ji me re jî nehatiye ma em mecbûr in ji gotinên 1500 salî berê ku niha bi hezar şirove û derew û pîneyan hatine ber me bawer bikin? Na. Ya bi mantiq ev e lewma. Quran him bangê hiş dike û him jî dixwazî em bi bêhişî û bêvepirsîn îslamê qebûl kin û wiha wiha tijî nakokî ye...



03.04.2016 00:34 | ceso

7. (bnr: ma kî gote te îllah qebûl ke, çi heyf). (bnr: teker teker gelin lan)* (bnr: di dîn de dijwarî tune). Ew kesên ku peyam negehiştibe ne tenê mijara qebîleyên efrîqayê ne. Ger em bêjin li axekê mînak îspanya , wir mirovek em bêjin haya wî/ê ji îslamîyetê hebe lê di derheqê îslamîyetê de tiştek durust ne bîhîstîbe her dem îslam ê wek daîş î yan bihîstîbe, dîtibe û bi tu avayî rê nebe ku îslama Muhemmed(sav) gehiştibe wan aha ev kom jî li gor hin aliman daxîlî vê kom ê ne. Mînak descartes wiha dibêje " min îsevîtî xwend û dît û ez îsevîme lê dînyayê dibe ku dîn ek ji îsevîtî yê xweştir hebe ger hebe ez dikarim wî qebul bikim" li gorî vî gotina descartes, melayê mezin (xelet nebim) Mutahharî, ji descartesê re dibêje ev mirovê fetretê ye.



03.04.2016 00:52 | azad30

8. (bnr: bi serê te kim ez ji mutahharî bêtir îslamê zanim lê çaqtirmîş nakim)



mesleyek jî ev e hevalên misilman dibêjin qey em di derbarê îslamê tiştek nizanin û loma bûne kafir* heyran qurban welle ne we ye ez ji saîd nûrsî jî ji gazalî jî bêtir dizanim ew tiştên ku hevalên misilman bo me rave dikin jî ez ji wan çêtir dizanim hetta dizanim bê meseleya fetretê di kîjan ekol de tê qebûlkirin û di kêjan de nayê Qebûlkirin lê mesele ne ev e lo*

(bnr: ka fetvayek ji bo min jî)



03.04.2016 00:58 | ceso


10. pirsgirêkên rêzikên îslamê/86846 qey yeke qey didoye ezê kîjan bibêjim kîjan bihêlim ji fathayê pêkebin hetanî nasê deqeyeka xwedê li deqekî nenihartiye *







03.04.2016 01:11 ~01:16 | shorbevan

11. Di riya îslamê de bi zoreê tiştek tune ye. Eger meriv qenc be aram be, diçe bihiştê. Û nizanim çil heb hûrî. Çil heb. Çil. Ç.



Henek henek. Ez jî alî dînsîz û fedîsizan digirim. De maç dest pê bike. *



03.04.2016 01:37 | endazyar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirsgirêkên tirşikê
» rêzikên bêhempa yên stranên kurdî

Kategoriyên mijarê:: tekili cand oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî