1. Cewşen, bêjeyeke ji zimanê Farisî tê û di ferhengê de bi mena “zirx” û “cilên cengê” ye. Wek têgehekê -di çavkaniyên Şî‘a de-, navekî hevpar e ji bo metnê du duayên ji hev cûda ku bi cewşenî kebîr(Cewşena mezin) û cewşenî saxîr(Cewşena biçûk) tên naskirin û bi rêya ehlî beyt bi bal Pêxember (s.a.w) ve, tê sipartin. |
|
02.04.2016 13:50 ~13:53 |
gumgumok
|
2. Ya Xweda! Ez ji bo heqqê van navan ji te dixwazim û lavayî ji te dikim. |
|
02.04.2016 14:33 |
gumgumok
|
3. Cevşenûl kebîr ji alîyê Zeynalabîdîn ve bi rêya tevatûrê hatîye rîvayetkirin. Bi çi avayî hatibe rîvayetkirin(geh ji alimên sûnnî geh ji alimên şîî) divê em binêrin naveroka wî. Bi naveroka xwe ji tu alîyan ve nakokî di nav xwe û navbera bingeh û esasên îslamê ve nahewîne. Ji serî heya dawî dua, zîkr, zanînên marîfetullah, muhabbetullah di nav xwe de dihewîne. Ger mirov carek jî hama qenebe me'ala wî jî bixwîne wê qedr û qîmeta wî bizane. |
|
02.04.2016 19:13 ~19:14 |
azad30
|
4. Kesên ku mijarên wek marîfetullah, muhabbetullah bi xwe ra kiribe tatêl(meraq) dikare jê sûd werbigire. Ji bo oldaran jî dikarim bêjim ku carna mirov wexta ku bixwaze dua bike nizane wê çi bêje an jî piştî 3 4 xulekan êdî mirov duayê xwe ji neçarî diqedîne. lê piştî ku mirov cevşenê dixwîne çawa ku mirovek têhnî di çol û çolistanekê rastî kanîyek tê û şa dibe têr dibe wek wiha jî cevşen jî ava di nav çol û çolistanê ye. Ger hûn bixwazin dûa bikin teqez binêrin cevşenê û bixwînin. Yê ku bixwîne jî bila xêra xwe bo me jî dûa bike.* |
|
02.04.2016 19:25 ~19:28 |
azad30
|
5. |
|
10.04.2016 00:39 |
gumgumok
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |