keştiya bayê | 2016 Nivîskar: selîm temo | kurdî | helbest | 72 rûpel bihêle ez neçim ezman xûz bûye bi ser gêlî ve bihêle bihêle bila hevrîşim birize li sivdera payîzê bila baxçe binale bi dengê şalûlan êdî derîyek im k... |
1. Helbesta selim temo ye. Di demek nêz de duyem dîwana wî ya kurdî derdikeve û vê helbestê navê xwe dayê. Ji serî heta binî hêma ye. Teql e, kûr e, xweş e. |
|
01.04.2016 01:55 ~01:59 |
terkexem
|
3. Helbesta helbestvanekî jêhatîye , lê mixabin binivîskî peyde nabe niha. Nav û dengê helbestê berî weşanê belav bû. Xwezî nivîskarekî nivîsî bane. |
|
16.04.2016 22:16 |
gumgumok
|
4. helbesta ku min ji bo xatiran peyvên wê nivîsine. ji ber ku min hin peyv fehm nedikirin şaşî tê de hene ez zanim. bila wan jî tirşikvanên ezîz sererast bikin. çi hatibe guhên min min ew nivîsîne. |
|
25.04.2016 18:04 ~18:05 |
gêjê
|
5. ev du roj ez hewl didim deşîfre bikim, vaye min deşîfre kir, lê dema min li vir mijar vekir, vaye gêjê beriya min mehekî deşîfre kiriye, ax aaxx, ez kor bûm kor. ez ê dîsa keda xwe parve bikim, hinekî çend peyvek cuda ye * Selîm Temo - Keştiya Bayê ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermiyan hebe tu dihatî ji nav refa kewên brîndar di çavên te de xweliya şev bayê xemê di sînga min de bêhna bizirkên zarokatiyê ku tu kes ne dermanê xwe bû yek ji nişkê ve radibû berçavka xwe dişkand rûyê xwe dimerisand asoyê li pişt kolanan veşartî gazî dikir ji deşteke bê serî-binî dilîland û ew bajarê bi zimanekê din honandî qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir xizanî ku dînê evînê ye li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me tu dihatî mîna tu kes ji tu kesî hez nekiribe mîna tu kes ji tu kesî ji tu kesî min hestekî dibeyitand ku jê re bêjim evîn mîna şimamokekî dardekirî xemgîn kolanên enqerê tijî dibûn bi ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te elewiyên şevê bûn em qulingên demê bûn me tu fikarek tunebû ji rojê te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh çerx û sema digeriya li dor porê te kûrahiyek avek xewnerojek û li şûna simbilên min bîranînên kitanî çi dibêjin belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwîdayî. ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne ew jûrepênûsa min beriqî bibîne ku çi miriyekî çeleng bûm teliyayî li ber tîrên qewrebozan. qîzînên li ser dev raket bûlvarên sterîl kevnefeodalîteya li ber şevê ketî şaşiya bi kêrnehavînekê re paldayî ku eşq jiyan bû bo min lê telefat li cem te. niha çi bikim çavikek li dolebeke şkestî nayê dûkela çermê te li ser lêvan êvar bihesibîne çûyînên ewran berê min her li ku be bêje: "çûyîn çi peyveke dirêj e..." bêje: "tûşî tiştan bûm bi gelek tiştan dizanim gelek cemidîm piştî xewnê" birikeke demode di orkestraya qelebalixê de kemaneke ji hedê xwe derketî lê ax nîn e ji du paket zêde min ebayek bi min re diaxive şûna birîna min jî. navê min bibihîse gava dergistiyan demê dizîn bi navranên xwe yên qurifokî bizanibe dilê min bar e li ser dilê min ku çi mêr bûm gava peyvên te radiketin te ji hemû şibakan li min dinihêrî min birînek bi bîr dianî nizanim di singa kê de. ketîbûm neêşîne siya çûkên êşiyayî jî min xerîbiya xwe dikir li quncê demê. ne hatina şevê bûm ez ne sohtina gulê bûm mehrûm û qewirî ji paxila derfetekî. ji şerbikên çembilşkestî diçûrisî olana şevê straneke zîz li pey trênê dixulxulî weke yekê sebra xwe bi aşkirinê nayne qurre bûm axx çûyîn çiqas limin tê. li pey şopa dewrêşên hevçerx dibînim ku têr ax ji xortaniya min a seridî ji qulingên malên tarî, ji kûjîlekên qeşemgirtî hatim bi ser şanikên te ve. tu dizanî ey evîn çawa li destê te dipirsî peyvên ji kevnedestanan pengizî bayê geliyên dûr li ser eniya min dileyîst dizûriya leylana asoyeke gilover li dora min hevalê kuştî û dayox ax ku kurdînî nifirê sedsala zikreş bû êdî ka bêje çi bû ya ji lêvên te nabare ma min jî evînek nebe piştî saxmayînekî xayîs xeterok û dilmayî me nizanim çi me li kolanên gewr ên bajarên radayî ma di dilê çûkekî de tiştên te nedayî min ku dilekî sar û ava li hevraza aşekî bûn nîvco me neyarê xwe me li pey şopa xwe me ku ji xwîna şerikî dinasim di pale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekî dibînim di xewna xwe de dipelişe rabirdûyek li pey min weke hespên serberdayî nedîtî nebînayî ku malê mala xwe me salixdana çîroka xwe me ku wa ji bîr dikî li deverekî. gava pelên dîroka çongan dinivîsin li ber derazînka demsalê serî tewandin rabe bide nav qehweyan tu yê kevne-minekî bibînî di hinava dûxana zelal de kovana xwe tamişkî kesera xwe ji rêzê rûyê xwe bi dûzanên ko qeşartî. a ji kûfik û peykerên ecêb mayî navekî xwe tune li ber destarê şînê ku ne bajarê min bû piştî her şkestinê vedigeriyam ser sê prensîbên şoreşê bide pey ya zehmettir ber pala xwe li tu deveran xweş neke biqere û here Selîm Temo |
|
28.05.2016 01:44 ~12:25 |
xendekî
|
6. keştiya ku ba ji kîjan alî were ewê wê li wî alî here |
|
29.05.2016 01:42 |
shorbevan
|
7. navê kitêba dawîn ya helbestan ya selim temo ye. di payîza 2016 an de ji lîsê derketiye. kitêb ji sê beşan û helbestekê pêk tê: heft helbest bo kurê xwe, stranên bo xwe û helbestên şînê. bi giştî gellek baş e lê beşa dawî hew dibe. keştiya bayê dibe ku baştirîn kitêba helbestan a îsal be. na na ne dibe ku, tekez werê ye. |
|
20.12.2016 11:53 ~11:54 |
diclefirat
|
8. Yek jê xweştirîn helbesta kurdî û kurmancî ye. Di helbestê de hesta nostaljiyê heye şaîr xweziya xwe rojên berê tîne, dibêje; ...li pey şopa xwe me ku ji xwîna şirikî dinasim dipale şeveke ji şevanî paştir gava xewnekê dibînim di xewna xwe de dipelişe rabirdûyek li pey min mîna hespên serberdayî... Her kî tehma ciwantîya xwe têr negirtibe, xwezî û poşmanî di henaseyê wî de dibin oksîjenek bo li piyanmayînê, wek qeyd û zincîrekî ku li zend û bendên wî hatibin girêdan emrê wî têra bi ser çil salên têrdîtî be jî nikare xwe ji rabirdûya xwe yani ji xweştirên Kêlîyên xwe yên ciwaniyê ku êdî xewnek e, xelas û rizgar bike. Her cara ku vê helbestê dixwînim ew hest li min peyda dibe, gotinek heye dibêje her xwîner dibêje qey helbesta ha bo min hatiye nivîsîn. Rast e însan bi qasî çîyayê qafê ji hev dûr bin jî, wek şev û rojê ji hev cuda bin jî hestên însanan wek hev in, her kes bi qasî jiyana xwe, êşa xwe û kêfa xwe û Serencama xwe dikare xwe binase û dinyaya xwe manedar bike, mane bide tiştan an nede tiştan. Ev helbest jî bo min wisa ye wek ku bo min hatiye nivîsîn, zanim bo we jî hatiye nivîsîn. Her kes dikare xweziyên şairekî de li rastî xweziyên xwe bê, her kes dikare dema daqulî helbestê bibe di poşmanîyên şaîrî de rastî sûreta xwe were û têde bixeniqe. Belkî rojêkî ji rojan Kurdistan ava bibe belkî nebe hîç nizanim ji te pêştir ev e meraqa min xema min kesera min qera min. Ku ger tu rojêkî ji rojan tu liqayî şopa van xweziyên hevalê xwe ku cihekî qewî di ciwantîya te de hilgirtiye werî, baş zanibe, xweziyên min ji eksa kêfxweşiya sûretê te yê ku di xewnê de min vedicinîqîne ne mezintir e. Û dûre xwe bi xwe bêje çûyîn çi peyveke dirêj e!? |
|
23.05.2020 23:14 |
ferhenga şikestî
|
9. navê pirtûka ku helbestên selîm temo tê de hatine çapkirin. |
|
23.05.2020 23:26 |
merwano
|
10. Ne şaş bim ev helbesta xwend şûnde vîdyoyek weşandibûn ku muzîka (bnr: delîl dîlanar) ya "şerê tarxan" di binesaziya vîdyoyê de lêdida. Min cara yekêm bi vê awayê gohdar kiribû û niha bêyî vê muzîkê ev helbesta selîm temo xav tê ji min re: |
|
23.05.2020 23:33 |
rizgarm
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |