1. Fîlmekî (bnr: ana lily amirpour) e. Li (bnr: îran)ê di 2014an de hatiye kişandin û zimanê fîlm Farisî ye. Mijar ev e ku bad city bajarekî bitalûke yê îranê ye û li wira qîzek heye. Qîzeke por kin û çav mezin lê ev keçik vampîrek e, nîvê şevê derdikeve û mêrên nebaş gez dike. Heta ku li qayî Drakulayekî bibe. Fîlm reş û spî ye, axaftin hindik e û xweş tê fêm kirin. Stranên koma (bnr: kiosk) jî derbas dibin û pir xweş in. Di vê navberê de ji bîr nekim, di fîlm de laşfiroştek heye û 30 salî ye. Axaftinên ku di navbera wê û mêran de derbas dibin pir balkêş in. Tabii rojeke ev jinik û qîza vampîr jî hev dibînin.
Min got vampîr filan bevan lê ne wek Edward an jî Bella -fîlmê Alacakaranlık e. Berevajî kişandina fîlmekî bi vampîr li îranê bûye tişteke xweş.
|